Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Colemêrgê têkildarî girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin, daxuyanî dan.
Daxuyanî, li pêşiya Navenda Kargehan a Zagrosê ya li navçeya Geverê hate dayîn. Keça Arslan, Îran Arslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku ji ber pîratî û pirsgirêkên tenduristiyê, Arslan nikare pêdiviyên xwe yên şexsî pêşwazî bike. Bi domdarî Çapraz anî ziman ku Arslan 19 meh in girtî ye û wiha got: “Nexweşiyên wê yên weke KOAH, ulsera mîdeyê, qelewbûn, dil û tansiyona bilind hene. Bi zanebûn îşkenceyê li girtiyeka pîr dikin. Li gorî agahiyên keça wê dane, di daşira ne li gorî astengdaran de ketiye û diranên wê şikestine. Rêveberiya girtîgehê ku ji ewil ev rewş paşguh dikir, piştî nerazîbûna raya giştî klozet daye çêkirin û Hanîfe Arslan bir nexweşxaneyê. Tevî klozetê jî ji ber ku nikare zêde hereket bike, pir êşê dikişîne dema diçe destavê. Ji bo neçe destşoyê jî xwarinê naxwaze û ev jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya wê dike.”
Bi domdarî Çapraz diyar kir ku poşmantî li Arslan hatiye ferzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê têkoşîna Arslan û azweriya wê ya berxwedanê, nîşaneya îradeya her kesê li vê erdnîgariyê li dijî pergala heyî û polîtîkayên nefretê ye û nîşan die ku serî natewînin. Em dizanin ku bi taybet jî polîtîkayên derxistina ji eslê xwe û çewisandinê li dijî girtiyên siyasî tên ferzkirin.”
Di berdewamê de Çapraz da zanîn ku di sala 2019an de li girtîgehan 109 girtî, di 2020an de 95, di 2021ê de 128 û di 2022yan de jî 101 girtî li girtîgehan mirin û wiha domand: “Her sal zêdetirî 100 girtî ji ber polîtîkayên keyfî û bêtevdîriyê yên îktîdarê terkî mirinê tên kirin. Di rewşa heyî de girtîgeh ne cihekî wisa ne ku girtî bikarin lê bijîn û xwedî mafên xwe yên tenduristiyê bin. Ev zîhniyeta ku girîngiyê nade mafên mirovan ji berpirsyartiyê direve û bi polîtîkayên xwe zilmê li girtiyên nexweş dike.”
Çaprazê ji bo girtiyên nexweş û Hanîfe Arslan ev daxwaz rêz kir:
“* Divê girtîgeh nebin qadên ku girtî lê terkî mirinê hatine kirin.
* Divê mafên tenduristiyê yên girtiyan bên bicihanîn.
* Divê Hanîfe Arslan û girtiyên mîna wê pîr tavilê bên berdan.
* Divê zextên li ser Hanîfe Arslan û girtiyên din ên kal tavilê bi dawî bibin.
* Divê girtîgeh li dijî mirin û pirsgirêkên heyî xwe berpirsyar bibînin û dawî li miameleyên keyfî bînin.”
(AS/AY)