Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) rapora xwe ya derbarê tundkarî, êrîş, tacîz û gefên li rojnamgerên jin de aşkere kiriye.
Bixwîne - Di meha Tîrmehê de tundkarî li 61 rojnamegerên jin kirine
Li gorî rapora saziyê di meha Texabê de tundkarî li 27 rojnamegerên jin bûye. Xalên ku di raporê de derketine pêş ev in:
Par piştî Talîbanê li Afganistanê rêveberî bidest xist, CFWIJê alîkariya rojnamegeran kir ku li welêt di nava krîza mirovî de mabûn.
Saziyê serlêdana rojnamegeran nirxandiye û 91 rojnameger û mafparêz ji Afganistanê ber bi welêtên ewle biriye.
CFWIJê her weha raporek amade kiriye ku tê de behsa rewşa nediyar a rojnamegerên jin ên Afganistanê û gefên li ser wan kiriye. (EMK/FD)