Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Omer Fethî Gurer, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Nîgdeyê gotiye ku di sala 2020an de herî hindik 2 hezar û 427, di şeş mehên destpêkê yên sala 2021an de jî herî hindik hezar û 155 kes, di dema karkirinê de mirine.
Gurerî diyar kiriye ku di her mehên havînê de karkerên demsalî ji ber qezayên trafîkê dimirin û birîndar dibin û wiha dewam kiriye: “Li welatê me nêzîkî milyonek karkerên demsalî hene. Ev karker di nava şert û mercên zehmet de kar dikin. Divê ev şert û mercên wan werin duristkirin û gavên çareseriya pirsgirêkên wan zû bi zû werin avêtin ku neçar nemînin her sal li van dîmenan temaşe bikin.”
Gurerî derbarê mirina karkeran de ev zanyarî weşandine:
Di şeş mehên sala 2021an de herî hindik hezar û 155 karker mirine. 159 ji wan di zeviyan û daristanan de, 150 ji wan di înşaetan û çêkirina rêyan de kar dikirin. Ji sedî 34ê karkeran ji ber Covid-19ê mirine.
Gurerî her weha gotiye ku di meha Hezîranê de herî hindik 11 karker, di meha Gulanê de jî herî hindik 13 welatiyan ji ber “bêkarî û deynan” xwe kuştine. (DŞ/FD)