Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên salê aşkere kir.
Di sala 2024an de herî kêm 1897 karker di dema karî de mirine. Her weha ev jî tê wê wateyê her roj 5 karker di dema karkirinê de mirine
Her weha di meha Kanûna Paşiyê de 164, di meha Sibatê de 152, di meha Adarê de 125, di meha Nîsanê de 165, di meha Gulanê de 141, di meha Hezîranê de 139, di Tîrmehê de 149, di Tebaxê de 192, di Îlonê de 161, di Cotmehê 168, di Mijdarê de 173 û di Kanûna Pêşiyê de 168 karker di dema karkirinê de mirine.
Ji karkerên ku mirine jê 106 jin in
Ji karkerên ku di sala 2024an de di dema karkirinê de mirine jê tenê 36, ango ji sedî 1,89ê wan endamên sendîkayekê bûn. 1861ê(ji sedî 98,11) wan ne endamên tu sendîkaya bûn.
Ji karkerên ku mirine jê 106 jin û 1791 jî mêr in.
Di sala 2024an de ji karkerên ku mirine jê 22 karkerên zarok bûne ku temenê wan di bin 14 salî de ye. 49 karker, ciwan/zarok bûne ku temenê wan di navbera 15-17an de ye. 395 karker temenê wan di navbera 18-19an de bû, 793 karker temenê wan di navbera 30-49an de bû, 462 karker temenê wan di navbera 50-64an de bû û 96 karker jî temenê wan ji 65 û berjortir bû.
Ji karkeran 71 zarok bûne
Her weha Meclîsa ÎSÎGê temenê 80 karkeran jî diyar nekiriye.
Di sala 2024an de herî kêm 71 karkerên zarok mirine.
Li gorî daneyên Meclîsê di sala 2024an de 94 karkerên penaber/koçber mirine. Ev karkerana ji welatên weke Sûriye, Afganistan, Îran, Rûsya, Tirkmenistan, Ozbekistan, Ukrayna, Andorra û Polonyayê hatibûn.
Karker herî zêde di beşên kar ên weke pîşesazî, avahîsazî, xizmet û çandiniyê de mirine.
(HA/AY)