Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Çavdêriya li Mafên Ajalan (HAKIM) rapora binpêkirina mafên ajalan a sala 2020î bi civîneke onlina aşkere kir.
Li ser navê HAKIMê Fatma Biltekin, li ser navê Komeleya Etîk û Mafên Ajalan Zeynep Betul Koçakli, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê Zongûldakê Deniz Yavuzyilmaz û Dr. Barika Goncu beşdarî civînê bûn.
Biltekinê got, “ji bo tiştên tê serê ajalan bêhtir aşkere bikin û berbiçav bikin vê raporê amade dikin ku mafên wan ji dest wan tê derxistin û êşên wan ji nedîtî ve tên dîtin.” Biltekinê diyar kir ku beriya niha bi sal û nîvê Rapora Komîsyona Lêkolînê amade kiribûn lê hîna jî yasa derneğistine û pêşnûneyasaya amade kirine, ne bi dilê ajalparêzan e.
Biltekinê ev dane ji raporê aşkere kirin:
Biltekinê her weha got ku ev beşek ji rewşa heyî nîşan dide.
Parêzer Koçakliyê jî bi daneyan behsa wî tiştî kir ku bê ka mafê ajalan çiqas ketiye rojeva Parlamentoyê.
Li gorî daneyên ku Koçakliyê dan,
Deniz Yavuzyilmaz, Parlamenterê CHPyê jî behsa xalên girîng ên rapora kamîsyonê kir û got ku 5 partiyan rapor erê kiriye û yasa hîna jî derneketiye.
Goncuya ku 7 sal in li Zanîngeha Bilgiyê dersa “Peywendiya Mirov û Ajalan” dide got ku divê zarok û malbat derbarê mafên ajalan de perwerde bibin.
(AO/FD)