Dayikên Plaza de Mayoyê yên arjantinî, ji ber destûr nayê dayîn Dayik/Mirovên Şemiyê biçin Qada Galatasarayê, peyameke piştgiriyê weşand.
Li gorî nuçeya MAyê, Dayikên Plaza de Mayoyê gotiye ku ew li kêleka Dayikên Aştiyê ne û “êdî bes e bêdadî.”
Digel ku Dadgeha Destûra Bingehîn di biryarên xwe de gotiye, mafên wan hatine binpêkirin û divê bikaribin biçin Qada Galatasarayê, polîs her hefte li pêş Dayik/Mirovên Şemiyê dibin asteng.
Peyama Dayikên Plaza de Mayoyê ye wiha ye: “Em bi dayikên xwe yên xoşewîst ên li Qada Plaza de Mayoyê, li kêleka Dayikên Şemiyê ne. Ji bo ew jî bikaribin vegerin Qada Galatasarayê û aqûbeta windahiyên xwe bipirsin, em piştgiriya wan dikin.”
Ji sala 1976an hea 1983an li Arjantînê dîktatoriya leşkerî desthilat bû. Di wê demê de gelek mirov hatin revandin û windakirin. Dayikên Plaza de Mayo, ji bo li aqûbeta xizmên xwe bigerin, çalaki li Qada Plaza de Mayoyê li dar dixistin. (FD)