Fotograf: Dayikên Şemiyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dayik/Mirovên Şemiyê yên dixwazin aqûbeta kesûkarên xwe yên winda bizanibin ji 27ê Gulana 1996an û vir ve çalakiyan li dar dixin. Dayik/Mirovên Şemiyê di salvegera 26an a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê bûn.
Xizmên windahiyan qurnefîlên sor danîne qadê û wan wiha gotiye: “Qada Galatasarayê ya 26 sal berê em bi gotina ‘Windahiyên me li ku ne?’ em derketinê, ji bo me bû cihekî hevdîtinê ya bi windahiyên xwe re. Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernadin ku bi me re bû cihekî bîrê û cîhanê bi me ev der nas kir.”
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDPyê Oya Ersoy, Dilşad Canbaz Kaya û parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû li gel xizmên windahiyan çûne qada Galatasarayê û qurnefîl danîne wir.
Bûldan li vir axiviye û wiha gotiye:
“Bila ew kesên ev meydan li me qedexe kiriye bizanibin ku em ê ti carî dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Ez dixwazim bi taybet bibêjim ku em ê li pêvajoya dadkirineke adil bigerin. Heta ku windahî werin dîtin, faîl werin dadgehkirin wê ev têkoşîn dewam bike.”
Dayikên Şemiyê li ser hesabên xwe yên Twitterê ev peyam weşandine:
“26 sal beriya niha weke îro ji bo mirovên me yên hêzên ewlekariyê yên dewletê ew desteser kirin û paşê hebûna wan înkar kirin, ji bo rastiyê, ji bo edaletê em derketin Qada Galatasarayê.
“Digel hemû zext û zoran, tunehesibandin û astengiyan, di nava her şert û mercan de me dest ji windahiyên xwe, ji cihê me yê rastî û bîrê, ji Galatasarayê berneda.
“Me soz daye windahiyên xwe. Heta windahiyê me yê dawî were dîtin em ê dest jê bernedin. Em ê kesên xizmên me winda kirine û kesên windakiriyan diparêzin efê nekin.”
(DŞ/FD)