Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî amarên nû, li cîhanê 3 milyon û 65 hezar û 778 kes bi nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ketine. Heta îro 211 hezar û 658 kes mirine. Vîrusa koronaya nû cara yekem di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de kete rojeva cîhanê û paşê jî li seranserê cîhanê belav bû.
Li Tirkiyeyê heta niha testa 918 hezar û 885 kesan hatiye kirin, nexweşî li 112 hezar û 261 kes nexweş ketine. 2 hezar û 900 kes mirine.
Li Berlînê, paytexta Almanyayê li ser dîwarên Parka Mauerê grafîtiyên derbarê koronavirusê de hatine xêzkirin.
Di yek ji van grafîtiyan de wêneyê Donald Trump, Serokê DYAyê û Şi Cinping, Serokdewletê Komara Gelî ya Çînê bi maske ne û maçî hev dikin.
Di vê navberê de biryar hate dayîn kul i hemû eyaletan bikaranîna makseyan wê zerûrî be.
Li bajarê Vancouverê, li dijî sînordarkirin û qedexeya derketina derve xwenîşandanek hatiye lidarxistin. Xwepêşanderan kaxiz bilind kirine ku li ser wan, “Azadiya Hilbijartinê – Qedexeya Derketina Derve Tê Wateya Têkçûna Ekonomiyê – Qedexeya Derketina Derve Ziyanê Dide Civakê, Qedexeya Derketina Derve Bidawî Bikin- Îzolekirina Nexweşan Karantînekirin e, Îzolekirina Kesên Saxlemiya Wan Baş, Tîranî ye.”
Encama testa Audrey Whitlcok, Serokê koma xwepêşanderan pozîtîv derketiye ku çend roj berê li eyaleta Carolinaya Bakurî biryara qedexeya derketine derve û biryarên derbarê aboriyê de protesto kiribûn.
Beşa Firînên Sivîl a Arjantînê beriya niha biryar girtibû ku di meha Adarê de hemû firînên ji bo welat û derveyî welat werin betalkirin. Heman dezgehê gotiye ku heta 1ê Îlonê ev biryar hatiye dirêjkirin.
Lig elek welatên Amerîkaya Başûrî bi heman awayî firîn qedexe ne.
Danîmarka biryarên bergiriyan hêdî hêdî sist dike. Li welêt ji bo gel li qadên civakî kom nebin, cezayê pereyan li kesên vê biryarê binpê dikin tê dayîn.
Li Herêma Islands Brygge, yê paytext Kopenhagê 2 hezar û 500 kron (2 hezar û 500 TL) cezayê pereyan li wan kesan hatiye birin, li dijî biryara şahî, sekinin û rûniştinê derketine.
Di encama biryarên bergiriyan de ti kes naçin Kulliyeya Şêx Abdulkadir Geylaniyî ya Bexdayê. (PT/FD)