Kolombiya. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê Cîhanê hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) gihîştiye milyon û 857 hezar û 115 kesan. Heta niha 114 hezar û 332 kes mirine.
Her weha 428 hezar û 333 kes piştî dermankirinê baş bûne.
Borîs Johnson, Serokwezîrê Îngilîstanê piştî hefteyek li nexweşxanêyê, hatiye tabûrcîkirin. Johnsonî li ser hesabê xwe yê Twîtterê li ser rewşa xwe vîdeokî belav kiriye û tê de spasiya xebatkarên tenduristiyê kiriye.
Her weha li wî welatî heta niha hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) gihîştiye 84 hezar û 279 kesan û 10 hezar û 612 kes jî mirine.
Li DYAyê hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) gihîştiye 560 hezar û 433 kesan û heta niha 22 hezar û 115kes jî mirine.
Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê eşkere kiriye, 108 nexweşên nû hatine tespîtkirin, ji wan 98 kes nexweşî li derveyî welat pêketiye û 10 kes jî ji navxweyî wergirtiye.
Di daxutaniyê de hatiye diyar kirin, li eyaleta Hûbeyê 2 ji ber vîrusa Covîd-19ê miriye û 88 kes jî piştî dermankirinê baş bûne.
Li Swêdê heta niha karantîna nehatiye ragihandin. Li Stockholma paytexta Swêde, şênbûn û qerebalixiya kolan, kûçe û xwaringehan bal kişandiye. Her weha heta niha li wî welatî karantîna nehatiye ragihandin. Li Swêdê 10 mîlyon û 182 hezar kes dijîn.
Heta niha hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) gihîştiye 10 hezar û 483 kesan û 899 kes jî mirine.
Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê biryara karantinayê ya di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de hatibû stendin hê didome.
Li wî welatî heta niha nêzîkî 3 hezar kes bi nexweşiyê ketiye û 109 kes jî ji ber nexweşiyê mirine.
Îran yek jê welatên ku herî zêde vîrusê lê bandor kiriye. Li Îranê meheke gelek dem û dezga ji ber vîrusa Covîd-19ê girtîbû. Piştî mehekê bi kêmkirina tedbîran ve ew dem û dezgana dîsa hatiye vekirin.
Her weha heta niha li wî welatî 71 hezar û 686 kes bi vîrusê ketine û 4 hezar û 474 kes jî mirine. (PT/AY/FD)