Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê Cîhanê hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) gihîştiye milyon û 521 hezar û 253 kesan. Heta niha 88 hezar û 570 kes mirine.
331 hezar û 355 kes piştî dermankirinê baş bûne.
Di 24 saetên dawiyê de li Çînê du kes mirine ku nexweşî ji derveyî welat li wan kesan peyda bûye. Her weha li welêt şertên karantînekirinê hinekî hatiye sistkirin.
Tê gotin ku li bajarê Wuhanê hejmareke zêde welatiyan ji bo zewacê serî li saziyên fermî dane.
Alipay, yek ji markeyên Alibabayê, malpera kirînûfirotinê ya online, aşkere kiriye ku rêjeya kesên ji bo zewacê serî lê dane, ji sedî 300 zêdetir bûye.
Li hêla din jî, li gorî nûçeyan li Çînê rêjeya veqetandina hevjînan gelekî zêde bûye.
Li DYAyê hejmara nexweşan gihîştiye 435 hezar û 160î. Li Cîhanê herî zêde li DYAyê nexweş hene.
Li seranserê welêt 233 kesên nû mirine, li gorî vê encamê heta niha 14 hezar û 797 kes mirine.
New York li DYAyê niha bûye navenda nexweşiyê. Kolan bajêr û qadên wê bêdeng in lê kesên bêmal liv an deran têkoşîna vîrusê dikin.
Li Bogotayê, paytexta Kolombiyayê karantinaya giştî berdewam dike. Wezîfedar wesayitên ku dikevin nava bajarî dezenfekte dikin.
Li welêt 2 hezar û 54 kes nexweş in. 55 kes jî mirine.
Li Zurîh, yek ji bajarên mezin ên Swîsreyê, ji ber bergiriyên koronavirusê, navenda bajêr vala ye.
Ji bilî süpermarket, dermanxane, banke û cihên pêdiviyên bingehîn hemû dikanên din girtî ne. 8 hezar û 419 nexweş hene. Heta niha 687 kes mirine.
Di 24 saetên dawî de 757 kesên din mirine. Li ser hejmara miriyan gihîştiye 14 hezar 3u 555an. Li Madrîdê rewşa awarte berdewam e û tenê ji bo çûna dermanxane û marketan destûra derketinê didin welatiyan. (PT/FD)