Fotograf: Kanada / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne jî geyîştîye 293 hezar û 954 kesan.
Şînzo Abe, Serokwezîrê Japonyayê li bajarê Tokyo, Osaka û li 5 heremên cûda yên wî welatî rewşa awarte ragihandiye.
Li Tokyoya paytexta Japonyayê hejmara pêketên viîrusa Covîd-19ê bi zêdebûna 80 kesan ve geyîştîye 1280an.
Herweha li tevahîya Japonyayê heta niha ji 4 hezarî zêdetir kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine û 93 kes jî ji ber vîrusê mirine.
Li Çînê di 24 saetên dawî de ji ber vîrusa Covîd-19yê kes nemirîye. Herweha vîrusa Covîd-19yê cara yekem li Çînê derketîbû.
Komîsyona Tenduristîyê ya Çînê eşkere kiriye, ji meha Kanûna Paşîyê pê ve cara yekeme ji ber vîrusa koronayê kes namirin.
Li Îsraîlê heta niha hejmara kesên bi vîrusa Covîd-19ê ketine ji 9 hezarî derbas bûne û 59 kes jî ji ber vîrusê mirine
Komeleya Parastina Jiyana Kovîyan ya DYAyê daxuyanîyek nivîskî daye û eşkere kiriye, Pilinga bi navê Nadîa ya 4 salî ya Malezyayê piştî ku nîşaneyên koronayê pê re xûya bû testa wê ya Covîd-19ê hatiye çêkirin û encamê testê pozîtîv derketîye.
Li gor çapemenîya Amerikayê heta niha li DYAyê vîrusa Covîd-19ê bi çi ajalêk re nehatîye tespîrkirin
Haîtî li Karayîpan welateke gravî ye û 10 mîlyon kes lê dijî û heta niha kesek ji ber vîrusa Covîd-19ê mirîye û 21 kes jî bi wê vîrusê ketine.
Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê ji ber biryara karantînayê kolan û kuçeyên bajêr vala bûne
Navenda Bergirî û Kontrolkirinê ya Enfeksîyona Vîrusa Koronayê ya Rusyayê daxûyanî daye û eşkere kirîye, li wî welatî hejmara kesên ku bi vîrusa Covîd-19ê ketine bi zêdebûna 954 kesan ve geyîştîye 6 hezar û 343an.
Herweha navendê diyar kirîye, ji wan kesên ku bi vîrusê ketine 30 jê zarokin.
Li Praga paytexta Çekyayê biryara karantînayê di çarçoveya tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de heta 11ê Nîsanê hatîye dirêjkirin.