Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahîya cîhanê ji sibeha pêncşemê pê ve hejmara kesên ku bi vîrûsa Covid-19yê ketine geyîştîye 472 hezar û 762an û hejmara mirîyan jî geyîştîye 21 hezar û 306 kesan.
Herweha li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne geyîştîye 114 hezar û 749 kesan.
Li Moskovaya paytexta Rusyayê 2 kes ji ber vîrusa Covîd-19yê mirin e.
Li Rusyayê bi zêdebûna 182 kesan va hejmara berketîyan geyîştîye 840an û bi zêdebûna 2 kesan va hejmara mirîyan derketîye 3an.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Îsraîlê, hejmara berketîyan bi zêdebûna 126 kesan va geyîştîye 2495an.
Di daxuyanîya wezaretê da hatîye dîyarkirin, ji nexweşan rewşa 41 kesan girane û 66 kes jî ji nexweşîyê filitîye û çak bûnin.
Herweha li wî welatî ji ber vîrûsê heta niha 5 kes mirin e.
Hugo Lopez- Gatell, Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Meksîkayê dîyar kirîye û gotîye, li tevahîya welêt ji 23 Adarê heta 19 Avrêlê me perwerde dane rawestandin û bernameyên ku ji 100î û zêdetir kes beşdar dibin me dane betalkirin.
Hukumeta Polonyayê, heta 11 Avrêlê ji xeynî kesên neçar derketina derve, kombûna ji 2 kesan zêdetir û ji bo dêrê kombûna ji 5 kesan zêdetir qedexe kirine.
Herweha hukumetê ragihandîye, di dîroka hilbijartinên seroktîyê da çi guhertin nîne.
Yowerî Musevenî, Serokê Ûgandayê ragihandîye û gotîye, hatûçûna komî ji ber vîrusa Covîd-19yê ji bo 14 rojan hatîye qedexekirin.
Li wî welatî tevî pitikekî 8 mehî 14 kes bi vîrûsa Covîd-19yê ketine.
Li gorî Komîsyona Tenduristîya Neteweyî ya Çînê, di 24 saetên dawî da 67 kes bi vîrusê ketine û hemû jî ji derveyî wî welatî hatine û vîrûs bi xwe re anîne.
Herweha komîsyonê ji bo 47 berketên duh jî gotibû nexweşî li derveyî welêt bi xwe ra anîne.
Kato Katsunobu Wezîrê Tenduristîyê yê Japonyayê li piştî hevdîtina bi Serokwezîr Abe Şînzo û Wezîrê Aborîyê Nîşîmûra Yasûtoşî ra kirîye ji rojnameran ra gotîye, min li ser belavbûna vîrusa Covîd-19yê agahîyên dawî bi Serokwezîr Abeyî ra parve kirîye.
Wezîrê Aborîyê Nîşîmûrayî jî dîyar kirîye, Abeyî li gor rapora Katoyî ji hukumetê xwestîye ji bo tekoşîna li dijî vîrûsa Covîd-19yê bi lezgînî hêzeke wezîfedar pêk bihînin.
Herweha Nîşîmûrayî destnîşan kirîye û gotîye, hukumeta Japonyayê vê gavê ragihandina rewşa awarte nafikire. (PT/AY/FD)