Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Colorado, eyaleta Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) varyanta nû ya Covîd-19ê di kesekî 20 salî de hatiye dîtin. Hatiye diyarkirin wî kesî di nêz de geşt nekiriye û niha di bin tecrîdê de ye.
Rayedarên tenduristiyê yê eyalete destnîşan kirine ku ew ji bo dîyarkirina nexweşên potansiyel yên din û peywendiyên varyantê nû xebat dikin.
Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan 19 mîlyonî derbas bûye û ji 337 hezar zêdetir kes mirine.
Jared Polîs, Walîyê Coloradoyê roja Sêşemê daxuyanî daye û gotiye, nexweşê ku bi varyanta nû ketiye li Elbert Coûnty ku nêzîkî Denverteyê di bin tecrîdê de ye.
Nexweşên varyanta nû li tevahiya cîhanê tên dîtin. Li Amerîkaya Bakûr 2 nexweş hatibû tespîtkirin û li dawîya hefteyê li Kanadayê jî hatiye dîtin. Her weha herî dawî li Pakistanê jî hatibû tespîtkirin.
Borîs Johnson, Serokwezîrê İngilistanê hefteya borî daxuyanî dabû û gotibû, rêjeya belavbûna varyanta nû ya Covîd-19ê ji sedî 70yî zêdetir bandordar e.
Li Brîtanyayê heta niha ji 2 mîlyon û 300 hezarî zêdetir kes bi nexweşiyê ketine û 71 hezar û 109 kes jî pê mirine. (PT/AY)