Girtiya Doza Geziyê û çêker Çîgdem Materê ku weke wê jî gotiye ji bo bernameya ku "tu carî temaşe nekiriye" nivîsek amade kir.
Metna ku Çîgdem Materê ji bo bernameya "Kapsul" a kanala YouTubeyê ya "Kutsal Motor"ê nivîsandiye, lîstikvan Ece Dizdarê xwend.
Di vîdeoyê de dîmenên fîlmên girtîgehan û dîmenên girtîgehên yên di sînemaya Tirkiye û cîhanê de cih digirin hene. Pevxistina vîdeoyê Gizem Bayikselê, muzîka vîdeoyê jî Kaan Karsan çêkiriye.
Ekîbê, vîdeo wiha ragihand:
“Derhêner Çîgdem Mater di doza Parka Gezîyê de ji ber ku fikra wê ya çêkirina belgefîlmek hebû bi tohmeta ku 'alîkariya hewldana hilweşandina hikûmetê kiriye' dihat darizandin û 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.”
“Dema ku me jê xwest ji bo vê bernameyê tiştekî binivîsîne, wê bernameyên berê temaşe nekiribû û mixabin derfeta temaşekirinê jî nebû. Û piştî demekê nivîsa wê ya bi navê girtîgehên di sînemayê de ku li ser bingeha serhatiyên xwe amade kirî, gihîşte destê me.”
“Têbînî: Çîgdem Materê beriya ku cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve were pejirandin, metna vê vîdyoyê nivîsandiye.”
Çîgdem Mater di destpêka vîdyoyê de dibêje ku hûn dikarin qawiş û odeya ku ez di girtîgehê de lê dimînim di rêzefîlma "Eşkıya Dunyaya Hukumdar Olmaz(Rêbir Nikare Bibe Hukumdarê Cîhanê)" de ku di beşa girtina Denîz Çakirê de bibînin û weha berdewam kiriye:
“Ez li gor xwe lîstikek piçûk dilîzim. Ez ji bo bernameyek ku min qet lê temaşe nekiriye li gor xwe naverokek çêdikim û derbarê bernameyê de çi fikrek min nîne ku ji bo kê çi dibêje. Têkildarî tiştên ku di bernameyê de diqewime û baweriya min a bi ekîba Kutsal Motorê, çend nîşaneyên min hene.
"Ji ber vê yekê ez difikirim ku ez dikarim vê lîstikê bilîzim, û ez dikarim we jî bikim hevparê lîstika xwe. Di Sînemayê de Gîrtîgeh, ez pir afirîner im, ne wisa? Min mijarek hilbijart ku qet nayê bîra kesî."
Sînemakar, Çêker û Rojnameger e. Belgefîlm û fîlmên metraj dirêj û kurt yên wê hene.
Fîlmên wê çêkirine yên ku li Tirkiyeyê û li derve xelat girtine ev in:
Yaban(Biyan) (2022/ Pêşbirka Netewî ya Festîvala Fîlman a Stenbolê), Ah Asuman (2019), Silivri'den mektuplar ( 2019)(Ji Silîvriyê Name), Sivas (2014)(Sêwas), Soluk (2019), Toz Bezi (2015) û Çoğunluk (2010)
Di projeyên navneteweyî yên li Tirkiyeyê hatine çêkirin de weke çêkera berpirs kar kiriye. Di nav wan projeyên navneteweyî de belgefîlma bi navê Lehiya Mirovan ya Aî Weîweî û fîlma bi navê Weldî ya derhêner Mohamed Ben Attîa jî hene.
Koordînatora Berpirs ya Bernameyên Kafkasan li Anadolû Kulturê (2005-2009), Koordînatora Navenda Fîlman a Mîthat Alam a Zanîngeha Bogazîçiyê (2009-2010) û Koordînatora Platforma Sînemayê ya Tirkiye-Ermenistanê.
Di navnera salên1997-2005an de weke wergêr, çêker û nûçegîhan li saziyên medyayê yên navneteweyî yên weke BC News, Boston Globe, Sky News, Radio France International, ARTE, Le Nouvel Observateur û Los Angeles Timesê kar kiriye.
Li Zanîngeha Anadoluyê beşa sînemayê qedandiye û li Zanîngeha Marmarayê jî li ser sosyolojiya medyayê master kiriye.
(TY/AY)