Fotograf: Zeynep Kûray
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryara derbarê kêmtirîn mehaneyê ya karkeran, di Rojnameya Fermî de weşiyaye. Komîsyona Diyarkirina Kêmtirîn Mehaneyê ev biryar dabû û li gorî vê biryarê heqdestê rojekê yê karkeran wê 166 lîre û 80 quriş e.
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê, Recep Tayyîp Erdogan, duh tevlî endamên Komîsyonê civîneke çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku kêmtirîn mehane bûye 4 hezar û 250 TL.
Biryar wê di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de pêk were û heta 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2022na de dewam bike. Endamên Komîsyonê ev biryar bi yekdengî qebûl kiriye.
(TP/FD)