Fotograf: AA
Bernameyên bîranînên 32em salvegera Komkujiya Helebceyê ji ber belavbûna vîrusa Covîd-19ê hatine betalkirin.
Piştî ku bernameyên bîranînên 32em salvegera kîmyabarankirina Helebceyê ji ber vîrûsa Covîd-19ê hatîye betalkirin, hin malbatan serdana gorên xizmên xwe kirine û ji bo wan dua xwendine.
Herweha ji bo yadkirina komkujîya Helebceyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanîyek belav kirîye û tê de gotîye: "Mirovahî dê vê yekê weke 'qirkirinê' bi bîr bîne. Em ê komkujiya Helebçeyê ji bîr nekin ku 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Em ê qêrîna zarokên Kurd ku digotin 'Dayê bêhna sêvan tê' ji bîr nekin. Em ê yên ku çekên kîmyewî dane rejîma Saddam ku li ser Kurdan biceribîne ji bîr nekin. Em ê yên ku komkujiya Helebçeyê paşçav kirîye jî ji bîr nekin."
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî ji bo 32em salvegera kîmyabarankirina Helebceyê peyamek belav kirîye û gotîye; "Komkujiya Helebceyê tawaneke mezin bû ku li hember netewa me hat kirin" û diyar kiriye ev tawan "beşek ji siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê ye."
Herweha Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê jî bi boneya 32mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kirîye û tê de ragihandîye; “Îro 32 sal di ser karesata kîmyabarankirina Helebceya Şehîd ra derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna 5 hezar hemwelatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan. Heta niha jî bandora wê pêketina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê her berdewame.”
Komkujîya Helebceyê di 16ê Adara 1988an da bi fermana Sedam Huseyîn, Serokdewleta Iraqê yê îdamkirî vi hatîye kirin. Di encama êrişa kîmyabaranê da 5 hezar kes hatibûn kuştin û ji 7 hezarî zêdetir kes jî brîndar bûbûn. Herweha bi 10 hezaran kes jî koçber bûn.
Li Herêma Kurdistanê Covid-19
Heta roja 15ê Adarê li gor Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, 34 kes li herêmê tûşî vîrusa Koronayê bûne, ku tûşbûna 6 kesan îro hat piştrastkirin. (AY/FD)
* Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, Rûdaw