Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Bajarvanî û Jîngehê ya Baroya Şirnexê ji bo birîna daran a li daristanên bajêr, raporek amade kiriye û ev rapor civîneke çapemeniyê ragihandiye.
Civîna çapemeniyê li Parka Birca Belek pêk hatiye. Hevserokê Şaxa Şirnexê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristî û Civakî (SES) Ûmût Çîmen, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û komek parêzer beşdarî civîne bûne.
Rojhat Dîlsîz di civînê de axiviye û gotiye ku li Şirnexê di rojên dawiyê de birîna daran zêde bûye û ev ne qanûnî ye. Dîlsîzî xala 169ê ya Destûra Bingehîn bibîr xistiye.
Li gorî xala 169ê: "Dewlet ji bo parastina daristanan û bipêşxistina qadên wan qanûnên hewce dike amade dike û tedbîran werdigire. Li şûna daristanên şewitî, daristanên nû bicih dike û li van cihan nabe ku çandiniyeke cida û ajalvanî çêbibe. Çavdêriya hemû daristanan karê dewletê ye. "Milkê daristanên dewletê nabe bidin hinekên din. Ev daristan di encama demboriyê de nabe ev der bibin mal û milk û ji bilî berjewendiya civak/dewletê nabe bê bikaranîn. "Nabe destûrê bidin ti kar û bar û çalakiyên ku ziyanê bidin daristanan. Nabe propagandaya siyasî ya ku rê li ber wêrankirina darisanan veke, bê kirin. Şewitandina daristanan, tunekirina daristanan an jî tengkirina qada daristanan sûc e û ev sûc nayên efûkirin." |
Dîlsîzî ji bo birîna daristanan bang kiriye û gotiye ku bila lêpirsîn ji bo dem û dezgehên berpirsiyar bê kirin û cezayên pêwîst bidin.
Komîsyonê di rapora xwe de behsa van xalan kiriye:
(TY/FD)