Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu di bernameyekê de parêzer hedef girtiye û wiha gotiye: “Kengî ku parêzerên PKKê hatin girtin, hûn dê bibînin ku wê demê li Tirkiyeyê dê tiştekî bi navê PKKê nemîne. Hedefa me ew in. Ewqas vekirî û eşkere ye.”
Baroya Amedê jî têkildarî gefên Soylû daxuyaniyeke nivîskî daye û gotiye ku Soylu bi van gotinên xwe pîşeya parêzertiyê krîmînalîze dike û ew vê helwestê qebûl nakin.
Daxuyaniya baroya Amedê weha ye:
“Dema 25 hempîşeyên me di 24ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin desteserkirin jî wezîrê navxweyî li ser hesaba xwe yê twîtterê dîmenên operasyonê parve kiribû û gotibû; ‘operasyona li dijî kesên bi ser navê rêxistina terorê parêzertiyê dikin.’ Bi vê daxuyaniya xwe jî karîneya bêgunehiyê binpê kir û daraz xist bin bandora xwe. Di vê çarçoveyê de jî 4 hempîşeyên me bi awayekî derhiqûqî hatin girtin.”
Bi domdarî baroyê destnîşan kiriye ku ew di ferqê de ne ku wezîrê navxweyî bi vê daxuyaniyê re gefa lêpirsîneke nû dixwe û weha gotiye: “Em di nava pêvajoyeke wisa de ne ku bi awayekî keyfî mudaxaleyî mafên bingehîn û azadiyan tê kirin, bi destê darazê gefa cezakirinê li parêzer, parastvanên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl tên xwarin. Tevî her tiştî em careke din bi bîr dixin ku; parêzer misogeriya xwegihandina edaletê ya hemû welatiyan û darizandina adilane ne. Em bi raya giştî re radigînin ku em vî zimanê pîşeya me krîmînalîze dike û hedef digire qebûl nakin.”(EMK /AY)