Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Tecawiz û Tacîza Zayendî ya di Dema Desteserkirinê de di 25ê Çiriya Paşiyê, Roja li Dijî Tundkariya li Jinan Dibe, raporek weşandiye. Di raporê de îstatîstîkên 24 salan hene.
Biroyê rapor bi sernavê “25ê Çiriya Paşiyê ya 2021an Her Tişt Weke Berê Ye” weşandiye. Biroyê bibîr xistiye ku ji sala 1997an û vir ve wan alîkariya hiqûqî ya belaş dane jin û jinên trans.
Biroya Hiqûqê di raporê de behsa xwebatên 24 salan kiriye:
“Di mijara tundkariya zayendî ya dewlet li jinan dike de, bi salan e em dibînin û çavdêriya wê dikin ku hişê dewletê nehatiye guhertin.
“Îşkenceya zayendî ya rayedarên fermî di dema desteserkirinan, serdegertina malan, çalakiyên kolanan de an jî ji ber sedemeke din li jinan dikin, ti carî nehatiye cezakirin. Heta niha ji bo jinên ku serî le me dane me doz vekirine lê bi tenê wezîfedarekî dewletê jî nehatiye cezakirin. Ev bi xwe jî kambaxiya rewşê bi zelalî nîşan dide.”
Li gorî raporê di nava salekê de 36 kesan serî li Biroya Hiqûqê dane. Îstatîstîkên salekê wiha ne:
Tecawiz: 6
Tacîza Zayendî: 30
(Cil û bergên 7 jinan ji ber wan kirine û li ser wan geriyane)
0-18: 1
18-67:35
Polîs:23
Gardiyan: 10
Wezîfedarên din ên dewletê: 2
MÎT: 1
Kurd: 22
Tirk: 11
Ereb: 1
Gurcî: 1
Arnavût: 1
Sedema desteserkirina jinan:
Li ser hev: 36
Ew bi xwe siyasî ye: 34
Ji ber sedemên edlî: 2
Dozên ku dewam dikin: 13
Tecawiz: 118
Tacîza zayendî: 675
0-18: 79
18-67: 714
Polîs: 482
Cenderme/Leşker: 143
Tîmê Taybet: 38
Cerdevan: 23
Gardiyan: 114
Îtîrafkar: 4
Rojnameger: 1
Girtiyê edlî: 24
Şaredar: 1
Notirvanê edliyeyê: 2
DAIŞ: 148
ASA: 1
Ewlekarên taybet: 1
MÎT: 1
Statuya jinan:
Kurd: 571
Tirk: 181
Suryan: 2
Alman: 1
Roman: 4
Bûlgar: 1
Romen: 1
Awistirya: 1
Ereb: 7
Tirkmen: 2
Ozbek:1
Afgan:12
Moldova:1
Ermen: 1
Îran: 2
Gurcî: 1
Arnavût: 1
Ji ber sedemên siyasî an jî şer
Li ser hev: 654
Ji ber şer: 168
Ew bi xwe siyasî ye: 486
Ji ber sedemên edlî: 139
Dozên ku dewam dikin: 208
(EMK/FD)