Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn îstatîstîkên derbarê serlêdanên şexsî de li ser malpera xwe weşandiye.
Dadgeha Destûra Bingehîn di 23ê Îlona 2012an de dest pê kir û serlêdanên şexsî qebûl kir. Ji wê rojê heta 30ê Îlona 2021an, 335 hezar û 324 kesan ji ber mafên wan hatine binpêkirin serî li Dadgeha Destûrî dane.
Dadgehê 276 hezar û 307 serlêdan biencam kiriye û 59 hezar û 17 serlêdan jî li bende biryara Dadgehê ne.
Li gorî daneyan sal bi sal hejmara kesên serî li Dadgehê dane wiha ye:
Dadgehê ji 276 hezar û 307 serlêdanên ku encam dane 246 hezar û 752 serlêdan qebûl nekiriye. Rêjeya vê dibe ji sedî 89,3.
Dadgeha Destûra Bingehîn her weha di 14 hezar û 911 serlêdanan de jî biryar daye ku herî hindik mafek hatiye binpêkirin.
Ji sedî 62,5ê van derbarê binpêkirina mafên dadgehkirina adil, ji sedî 19,1ê van derbarê binpêkirina mafên mal û milkan, ji sedî 4,2yê van derbarê binpêkirina azadiya xweîfadekirinê de ye. (KÖ/FD)