Fotograf: DISK
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Sendîkayên Karkeran a Stenbolê (IISŞP) aşkere kiriye ku wan ji 26ê Nîsanê heta 1ê Gulanê weke hefteya 1ê Gulanê ragihandiye. Sendîkayên ku bi ser Turk-Iş, Hak-Iş û DISKê ev platform ava kirine. Platformê goiye ku ewê 1ê Gulanê li hemû fabrîke û kargehan pîroz bikin.
Sendîkayên ku di karên tekstîl, çerm, kîmya, barkirin, lîman, tersane, xurek, metal, tenduristî û şaredariyan de birêxistinin, bang li karkeran kiriye ku têkoşînê xurtir bikin.
Di daxuyaniyê de wiha gotine: “Sendîkayên me wê li 130 fabrîke û kargehan û li 350 xalên ku girêdayî van kargeh û fabrîkayan e bernameyên 1ê Gulanê pêk bîne. Bi gotineke din wê dawxazên karkerên li Stenbolê li seranser werin bankirin.
“Kesên dixwazin 1ê Gulanê qedexe bikin, kesên bi sedema pandemiyê dixwazin bikin ku neyê pîrozkirin bila bizanibin, tiştê di 130 salî de nikarîbûn biser bixin, wê niha jî nikaribin biser bixin.”
Platformê dawxazên xwe yên din wiha rêz kirine:
Ji ber sedema pandemiyê Stenbol di nav de li gelek bagaran mitîng qedexe kiribûn ku pîrozbahiyên 1ê Gulanê jî di vê demê de qedexe bûbûn.
(HA/FD)