TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 83
Li bajarên erdhejê ji ber xaniyên hilweşiyane 203 kes hatine girtin
203 bersûc ji ber avahiyên hilweşiyane yan jî ne li gorî yaseyan hatine çêkirin, hatine girtin. 275 gûmanbar jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
28 Sibat 2023
Di erdheja duh ya Meletiyê de 2 kes mirine
Duh li Çermîktî, navçeya Meletîyê bi pileya 5.6an erd hejiyabû. Li gorî daxuyaniya AFADê 32 kes ji bin kavilan hatine derxistin, 140 kes jî birîndar bûne.
28 Sibat 2023
Bernameya 8ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDPê diyar bûye
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya xwe ya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kiriye.
28 Sibat 2023
Îstîsmara zayendî li zaroka ji bin kavilan derxistin kirine
Dozgeriyê ji bo wê îdiayê lêpirsîn daye destpêkirin ku dibêjin îstîsmara zayendî li zaroka li Hatayê ji bin kavilan derxistine kirine.
28 Sibat 2023
Evrim Kepenek
Mixalefetê bersiva Erdogan daye: Em heqê xwe helal nakin
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê îro daxûyanî dabû û gotibû, “Em ji Semsûrê helalîye dixwazin”. Piştre daxuyaniya Erdogan li ser medyaya civakî bi etîketa “#HelalEtmiyoruz” (Em Helal nakin) bûye rojev.
27 Sibat 2023
Ferît Şenyaşar: Hemû kes diqîrin û dibêjin “Dewlet li ku ye?”
Ferît Şenyaşarê ku li ber avahiya Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê dewam dike, gotiye, “Qonaxa ku em gihîştinê, li her deverê welêt mirov dibêjin ‘dewlet li ku ye?’ û diqîrin.”
27 Sibat 2023
Li Meletiyê bi pileya 5.6an erd hejiyaye
Li gorî AFADÊ pileya erdhejê 5.6 û li gorî Resetxaneya Kandîliyê 5.5 bûye. Di encamê de kesek miriye û 69 kes birîndar bûne.
27 Sibat 2023
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
Polîsan derb li O. T. û du xwarziyên wî dane ku li Hatayê li ber mala xwe li benda tespîtkirina ziyanê bûn. O. T. û biraziyên xwe giliyê polîsan kiriye.
27 Sibat 2023
Ayça Söylemez
Mêran li Stenbolê bi maddeyê kîmyewî êrişî jinekê kirine
Jinekê ji bo ku biçe kar li mala xwe derdikeve û rastî êrişa du mêran hatiye. Wan mêran berê bi maddeye kîmyewî ku di desten wan de bûye kiriye û piştre jî bi çekê lêdane. Wê jinê giliyê wan mêran kiriye.
27 Sibat 2023
Li Hatayê kavilên 173 avahiyan wê bên rakirin
Walitiyê destnîşan kiriye ku nîştecihên wan avahiyan heke bixwazin dikarin di dema xebatên rakirina kavilan de li wir bin.
27 Sibat 2023
DFG: Mafên rojnamegeran di dema erdhejê de jî hatin binpêkirin
DFGyê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser “Qanûna Sansurê” û gotiye astengî di dema erdhejê û piştî erdhejê li pêş rojnamegeran hatine derxistin.
27 Sibat 2023
Li Diyar Galeriayê 13 pisîk hatine rizgarkirin, xebat bidawî bûne
Baroya Amedê aşkere kiriye ku di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 12 pisîk hatine rizgarkirin. Pisîkek jî li ser kavilan hatiye dîtin û hemû pisîk radestî xwediyên wan bûne.
24 Sibat 2023
Li Meletiyê kameraya dronekê dema hilweşîna avahiyan girtiye
Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê piştî erdheja yekem a Mereşê, dronek firandiye û di wê kêliyê de erdheja duyem pêk hatiye. Kameraya drone-ê dîmenê hilweşîna avahiyan girtiye.
24 Sibat 2023
Parêzer Resûl Temûr: Dixwazin rojnamegeran bi nûçeyên wan ceza bikin
Parêzer Resûl Temûr diyar kiriye û gotiye dixwazin rojnamegeran bi nûçeyên wan ceza bikin û îdianameya nûçegîhanên MAyê û JINNEWSê li gorî vê amadekirine.
24 Sibat 2023
Bi destûra Erdoganî wê li merg û çîmenan û daristanan êdî avahî bên çêkirin
Biryarnameya Serokomarî ya Derbarê Niştecihbûn û Avadaniyê ya di çarçoveya Rewşa Awarte de îro hatiye weşandin.
24 Sibat 2023
Ji Kalin daxuyaniya hilbijartinê: Serokomar nikare bi serê xwe biryarê bide
Ibrahîm Kalin, Berdevkê Serokomariyê derbarê mijara dîroka hilbijartinê de wiha gotiye: "Heta ku di rojên pêş de lihevkirineke berevajî ya siyasî çênebe wê hilbijartin di meha Gulanê de di dema xwe de bê kirin."
24 Sibat 2023
Hiqûqnasan ji bo erdhejê nobeta edaletê girtiye
Rêxistinên hiqûqnasan li Stenbolê ji bo binpêkirinên mafên ên piştî erdhejên Mereşê derketine holê, “nobeta edaletê” girtiye.
24 Sibat 2023
"Zeng ket, azan rawestiya û xemgînî di bin kavilan de ye"
Me hin avahiyên dîrokî yên li bajarên ku erdhejên 6ê Sibatê bandor lê kiriye ji xwênerên bianetê re berhev kirin.
23 Sibat 2023
Nur Kaya
Rêxistina Efûyê: Divê di navenda destwerdanên erdhejê de mafên mirovan hebin
Dîrektorê Ofîsa Herêmî ê Ewropayê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Nils Muižnieksî gotiye ku "Krîzên mirovahiyê yên ji ber vê erdheja metirsîdar derketine holê, rewşa hesas a ji berê de li Tirkiyeyê û Sûriyeyê hebû kûrtir kir û hişt ku rewşa mafên mirovan xerabtir bibin."
23 Sibat 2023
CPJê xwestiye rojnamegerên Kurd bên azadkirin
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji bo rojnamegerên Kurd ên ku 9 ji wan girtî ne û 2 jî weke negirtî tên darizandin bang li Tirkiyeyê kiriye û xwestiye rojnamegerên ku ji ber çalakiyên pîşeyî hatine girtin bên azadkirin.
23 Sibat 2023
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
HDPyê dest bi kampanyayeke nû kiriye: “Em malbatan tînin ba hev”
Alîkarên Hevserokên HDPyê Ozlem Gunduz û Serhat Erenî gotiye ku ew ê li ser bingeha dostanî û piştevaniyê malbatan bigihînin hev.
23 Sibat 2023
Hilbijartin nêzîk dibe, qeyd û bendan li dest û pêyên rojnamegeran dixin
Li Tirkiyeyê beriya hilbijartinên giştî yên 2023an di pêvajoya ku desthilat modela xwe li ser hemû civakê ferz dike de rojnameger û dezhegên ku lê kar dikin dema xebatên xwe didomîne rastî zextên giran tên.
23 Sibat 2023
Erol Önderoğlu
Di erdhejê de heta niha 43 hezar û 556 mirov mirine
Soylûyî ji bo mutehîtên gûmanbar gotiye, “Heta niha 564 gûmanbar diyar bûne û 160 ji wan hatine girtin. 175 ji wan bi şertê kontrol edlî serbest bûne, 18 ji wan hîna desteserkirî ne.”
23 Sibat 2023
Li ser daxwaza Midûriyeta Emniyetê dadgehê malper û hesabên kurdî girtine
Dadweriya Aştî û Cezayî ya 4an a Enqereyê biryara astengkirina 340 lînkan û çendîn malperan daye. Di nava wan de malpera Weşanxaneya Avestayê û Rûdawê jî heye.
23 Sibat 2023
“Umît Ozdag çû Antakyayê, êrîşên li dijî Sûriyeyiyan dest pê kirin”
Di civîna Platforma Mafên Penaxwazan de diyar kirin ku hîna sûriyeyî ji ber erdhejê bi ser hişê xwe ve nehatibûn, bi talankariyê hatin tohmetkirin an jî gotin ku berî her kesî alîkariyê li wan belav dikin.
22 Sibat 2023
Ruken Tuncel
RTUKê cezayê erdhejê li Halk TV, TELE1 û FOXê biriye
RTUKê ji ber weşanên erdhejê yên Halk TV û TELE1ê 5 caran cezayê rawestandina bernameyê û cezayê pereyê edlî li wan biriye. Her weha li FOX TVyê jî cezayê pere biriye.
22 Sibat 2023
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzaniyî wê li Semsûrê konan vedin
DXB bi kordîneya AFADê plan dike ku li 5 herêmên cuda ên bajêr, bi qebareya 25 hezar kesî, 2 hezar û 500 konan vedin û herwiha wê xwaringeh, revîr, tuwalêt, serşok û qadên civakî jî çêbikin.
22 Sibat 2023
Digel ku ajal di nav de hene dest bi rûxandina Galeria Siteyê kirine
Ajalparêz û xwebexş ji bo ajalên di Galeria Siteya Amedê de asê mane, bên rizgarkirin hewldanên xwe dewam dikin.
22 Sibat 2023
Tuğçe Yılmaz
Li Çewlîgê bi pileya 4.4an erd hejiyaye
AFADê ragihandiye ku li Çewlîgê bi pileya 4.4an erd hejiyaye.
22 Sibat 2023
AFAD: Hejmara miriyan gihîştiye 42 hezar û 310an
AFADê aşkere kiriye ku di erdhejên ku navenda wan Mereş bûye de heta niha 42 hezar û 310 kes mirine.
21 Sibat 2023
PZK: Ji bona Kurdan bila her roj bibe weke 21ê Sibatê
Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniya xwe de ji gotiye, “Em ji dewletê dixwazin ku Zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî û Sazîya Zimanê Kurdî were damezrandin."
21 Sibat 2023
61 parêzeran giliyê Erdogan û wezîran kirine
Parêzeran di daxwaznameyê de gotinên Erdogan yên, "Ev tiştên ku di plana çarenûsê de ne" bibîr xistine û gotine, "Erdogan xwe dispêre çarenûsparêzî ye."
21 Sibat 2023
1
...
81
82
83
84
85
...
92
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver