TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 58
DFG: Binpêkirina mafên rojnamegeran zêde bûye
DFGê diyar kiriye ku di meha Tîrmehê de 54 caran mafên jiyanî û ewlekariyê yê rojnamegeran hatine binpêkirin û wiha gotiye: “Banga me ji bo hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ew e ku li dijî van zext û polîtîkayên teslîmgirtinê yên desthilatê bibin piştevanên hev.”
3 Tebax 2023
Kesê duh li Akbelenê hat desteserkirin, serbest bû
Kesê ku duh di dema midaxeleya cendermeyan de hat desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbest bû.
3 Tebax 2023
Diyar Saraçoğlu
Dadgeha Bilind biryara xwe aşkere kiriye
Dadgeha Bilind di doza berpirsiyariya weşanê ya nobedar ya Ozgur Gundemê de biryara xwe aşkere kiriye.
3 Tebax 2023
Niştecihên Şengalê serdana gorên komî kirine
Endama TAJÊ Kinê Xidirê diyar kiriye ku “komkujî li pêş çavên hemû cîhanê hate kirin lê kesek li me xwedî derneket û parastina me nekir.”
3 Tebax 2023
Enflasyon: Li gorî ENAGê mehane ji sedî 13,18 e, li gorî TUÎKê ji sedî 9,49 e
Li gorî ENAGê enflasyona mehane ji sedî 13,18 e her weha li gorî TUÎKê jî ji sedî 9,49 e.
3 Tebax 2023
Dadgehê îdianameya rojnameger Muftuoglû û Yilmazî nepejirandiye
Dadgehê îdinameya ku derbarê 49 kesan de hatiye amadekirin, bi şûn de şandiye ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê. Di nava wan de rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz jî hene.
3 Tebax 2023
Leşkeran li Akbelenê bi gaza rondikrêj midaxele kir
Dema li qada berxwedanê civîn pêk dihat, cendermeyan ji paş de gaza rondikrêj reşand li ser jîngehparêzan.
2 Tebax 2023
Diyar Saraçoğlu
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê wê destpê bike
Festîval wê di navbera 14-19ê Îlonê de bê lidarxistin û wê di festîvalê de pêşandana fîlman, axaftin û panel pêk werin.
2 Tebax 2023
HDP: Em şirîkê êşa gelê Roman in
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandiye ku ew di Roja Bibîranîna Qirkirina Romanan û Têkoşîna li Dijî Romanan a Netewî de romanên di dema Şerê Duyem ê Cîhanê de hatine qetilkirin, bi rêzdarî bibîr tînin.
2 Tebax 2023
Bîlançoya 7 mehan a tundkariya çekdarî ya li DYAyê: 25 hezar û 190 mirîne
Li gorî daneyên Arşîva Tûndkariya Çekan, li DYAyê di 7 mehên destpêkê yên îsal de 11 hezar û 132 bûyerên tûndkariya çekdarî pêk hatine.
2 Tebax 2023
Rojnameger Bariş Pehlîvan wê careke din bikeve girtîgehê
Dadgehekê, biryara serbestiya bi kontrol a ku ji bo rojnameger Bariş Pehlîvanî hatibû dayîn, careke din nepejirandiye. Pehlîvan cara sêyem e ku wê bikeve girtîgehê.
2 Tebax 2023
Mêran di meha Tîrmehê de 22 jin kuştine
Mêran di meha Tîrmehê de tundkarî herî hindik li 63 jinan kirine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 11 zarokan kirine, herî hindik 7 jin tacîz kirine.
2 Tebax 2023
Evrim Kepenek
Brîtanyayê “Qirkirina Êzidiyan” qebûl kir
Beriya niha Swîsre, Almanya, Luksembûrg, Belçîka, Hollanda û Ermenîstan jî di nav de komek welatan “Qirkirina Êzidiyan” qebûl kiribûn.
1 Tebax 2023
Şerê Rûsya û Ûkraynayê: 12 kes mirine û 104 kes jî birîndar bûne
Rûsyayê bi mûşekên balistîk êrişî bajarê Kryvyî Rihê kiriye û di encamê de keçek 10 salî jî di nav de 6 kes mirine û herî kêm 81 kes jî birîndar bûne.
1 Tebax 2023
Cendermeyan li Akbelenê çalakvan dorpêç kirine
Saet di 6 û nîvê sibê de cendermeyan cihê çalakvanan dorpêç kir û jammer bi cih kirin ku ji bo telefon û internet nekişînin. Jîngehparêzan daxwaz kir ku Waliyê Mûglayê ji kar bê wergirtin.
1 Tebax 2023
Diyar Saraçoğlu
Li Îranê di Tîrmehê de 61 kes hatine darvekirin
Rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 61 kes darve kirine. Her weha ji wan ji sedî 52 jê Kurd û Belûc in. Rejîmê bi îdiaya ku “propaganda li dijî rejîmê kirine” bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li du rojnamegerên jin biriye.
1 Tebax 2023
Dadgeh: Qedexekirina konsera kurdî ne hiqûqê ye
Dadgehê di biryarê de bal kişandiye li ser sê xalên Destûra Bingehîn ên derbarê “azadî û mafên bingehîn, “azadiya derbirîn û belavkirina derbirînê” û “mafê zanist û hunerê” de.
1 Tebax 2023
Li pênc bajaran agir bi daristanan ketiye
Agirê ku li herêmên cuda yên 4 bajaran bi daristanan ketiye, hatiye kontrolkirin lêbelê ya li Licê ya Amedê hê didome.
1 Tebax 2023
Jinek û 19 mêr weke rektor tayîn bûne
Biryarên tayînkirinê îro di Rojnameya Fermî de hatine weşandin.
1 Tebax 2023
Walîtiya Tunceliyê nehiştiye ku 3 kom di bernameya Festîvala Mûnzûrê de cih bigirin
Walîtiyê qedexe kiriye ku koma dansê ya ermeniyan Veradardz Folk Grup, koma muzîkê Grup Yorum û Grup İsyan Ateşi di bernameya festîvalê de cih bigirin.
1 Tebax 2023
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
IHD: Di sala 2022an de 19 girtiyan xwe kuştine
IHDyê rapora xwe ya girtîgehan ya salane aşkere kiriye. Li raporê de hatiye îdiakirin ku di sala 2022an de 19 girtiyan xwe kuştine û ji wan du kes zarok bûne.
31 Tîrmeh 2023
"Jinên ji bo Edaletê" li NYyê giliyê Tirkiyeyê kiriye
Gilîkaran destnîşan kiriye ku Tirkiyeyê lêpirsîna kuştina sivîlan a di dema êrîşên asmanî de nake û ji bo mexdûran rêyên bibandor ên hiqûqî nayên vekirin.
31 Tîrmeh 2023
Mehaneya herî kêm 11 hezar û 402 e, sînorê birçîbûnê jî 11 hezar û 658 lîre ye
Li gorî daneyên TURK-ÎŞê di meha Tîrmehê de sînorê xizaniyê yê malbateke 4 kesî bûye 37 hezar û 974 lîre.
31 Tîrmeh 2023
Di lêpirsînên erdhejan de 351 kes hatine girtin
Li gor daxuyaniya Wezîr Tunç, li piştî erdhejê 725 jê li Hatayê bi giştî derbarê 1757 gumanbaran de lêpirsîn hatine destpêkirin.
31 Tîrmeh 2023
Diljen Ronî wê li Kadikoya Stenbolê konserekê bide
Konsera Diljen Roniyî di 5ê Tebaxê de wê li The Wall Saloon & Performance pêk bê.
31 Tîrmeh 2023
Li Elkê çûn û hatina hin deveran qedexe bûye
Li Elkê, navçeya Şirnexê heta 5ê Tebaxê çûn û hatine hin deveran li sivîlan hatiye qedexekirin.
31 Tîrmeh 2023
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
308 saziyan xwestiye ku êdî li Daristana Akbelenê dar neyên birîn
308 saziyên ku navên wan di bin daxuyaniyê de heye, diyar kiriye ku di 24ê Tîrmehê de tevî cendermeyan li Daristana Akbelenê dest bi birîna daran hatiye kirin û li midaxele li gundiyan û jîngehparêzan tê kirin.
28 Tîrmeh 2023
Rojnameger Firat Can Arslan kirine hucreya yek kesî
Rojnameger Firat Can Arslanê ku sê roj bere hatibû girtin bi sedema ku di dosyeya wî de navê “rêxistinê” nehatiye nivîsandin, kirine hucreya yek kesî.
28 Tîrmeh 2023
Li Qamişloyê balafirên bêmirov 2 wesiyat bombebaran kirine
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku di êrişê de 3 kes mirine û 2 kesên din birîndar bûne.
28 Tîrmeh 2023
Li Şamê, paytexta Sûriyeyê êrîşa bombeyî: Herî kêm 6 kes mirine
Li herêma Seyyîde Zeynep ku li bejahiya Şamê ye bi motosîkleteke bombebarkirî êriş pêk hatiye. Di êrişê de herî kêm 23 kes birîndar bûne.
28 Tîrmeh 2023
Li Hewlêrê karker û hemal di kelekela havînê de li karan digerin
Yek ji karkeran Adil Mihemed e. Ew 20 sal in vî karî dike. Bi gotina wî van dawiyan kar kêm bûne û ji ber wê jî " zêdetir kes li ser kolanê di bin tîrêjên tavê da dimînin.”
28 Tîrmeh 2023
Hejmara 4an a Bultena InfoWelatê derketiye
Di hejmara 4an a Bultena InfoWelatê de hevpeyvîna Samî Hêzilî bi Elin Anna Labbayê re kiriye ya derbarê Welatê Sápmiyê de pe, balê dikişine.
28 Tîrmeh 2023
1
...
56
57
58
59
60
...
67
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver