İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 532
Li Dêrikê du leşker hatin kuştin
Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Hêzên Parastina Gel(HPG) ku baskê çekdar ê PKKyê ye bombeyek li rexa rêyê teqand, du leşker kuştin û sê birîndar kirin.
29 Hezîran 2016
Navê wan kesên di êrîşa li Balafirgeha Atatûrkî de mirîn hatin eşkerekirin
Di êrîşa li balafirgehê 41 kes mirin, agahiyên nasnameya 37 kesan hat eşkerekirin û 19 cenaze ji bo malbatên wan hatin teslîmkirin.
29 Hezîran 2016
Serokomarî: Erdogan û Putin bo hevdîtina rûbirûyê li hev kirin
Serokomar Erdogan piştî nameya lêborînê ji Rûsyayê re şand, îro jî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putin re di telefonê de axivî.
29 Hezîran 2016
Şîna neteweyî hat îlankirin
Ji bo wan kesên di êrîşa li Balafirgeha Atatûrkî de miribûn, şîna neteweyî hat îlankirin.
29 Hezîran 2016
CHP, HDP û MHPê êrişan şermezar kirin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliiçdaroglu, Hevserokên Giştî yên HDPê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli êrişên ku di encamê de 36 kesan canên xwe ji dest dan, şermezar kirin.
29 Hezîran 2016
Rayedarên welatan êrîşa li balafirgehê şermezar kir
NATO, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon, serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel, Hilary Clinton û Donald Trump û serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeauyî êrîşa li balafirgehê şermezar kir.
29 Hezîran 2016
BTKyê derbarê qedexeya weşanê de daxuyanî da
Saziya Agahî û Ragihandinê (BTK) ragihand ku derbarê êrişên li Balafirgeha Ataturkê de hemû belavkirin û parvekirinên nûçeyan hatine qedexekirin û got: ‘Derbarê parvekirinên ku di nav civakê de dibe sedema înfîalê û kesên ku vê yeke pêk tînin de li gorî qanûnê dê pêvajoya lêpirsîn û dadkirinê dest pê bike.’
29 Hezîran 2016
Hejmara kesên kuştî derket 41an
Li Termînala Xetên Derveyî ya Balafirgeha Ataturkê duh saet 22:00an de 3 êrişên xwekujê pêk hatin û heta vê deme 36 kesan canên xwe ji dest dan û 147 kesan jî birîndar bûne.
29 Hezîran 2016
Yildirimê Serokwezîr: Li gor delîlan berpirsa êrîşê DAIŞ e
Bînalî Yildirimê serokwezîr dîyar kir ku şeva dî sê êrîşkaran li ser Firîngeha Atatûrkî êrîş kiriye û bi êrîşê 36 kes mirine.
29 Hezîran 2016
Li Balafirgeha Atatûrkî du teqîn çêbûn
Li Balafirgeha Atatûrkî, li beşa firîna ji bo derveyî welatî du teqîn çêbûn
28 Hezîran 2016
Onderoglu û Nesin neqlê girtîgeha Silivriyê hatin kirin
Erol Onderoglu û Ahmet Nesin ku ji ber hevgiriya bi Ozgur Gundemê re beşdarê kampanyaya nobedariyê girtî ne, ji Metrisê şandin Girtîgeha Silivriyê.
28 Hezîran 2016
Derbarê 53 pirtûkan de biryara komkirin û qedekirinê
Derbarê 53 pirtûkên Weşanên Aramê ku di nav de yên Abdullah Ocalan, Sakine Cansiz û Apê Mûsa biryara komkirinê hat dayîn û ew pirtûkana hatin qedexekirin.
28 Hezîran 2016
Li Amedê polîsek hat kuştin
Li Navçeya Pîranê ya Amedê, PKKyê êrîşî tirimbêla polîsan kir, polîsek kuşt. Polîsek û şeş welatî birîndar bûn.
28 Hezîran 2016
Ji Demirtaş bo Erdogan: ‘Bi zirzopiya Kasimpaşayê dîplomasî nabe’
Hevserokê Gişti yê HDPê Selahattîn Demirtaş gotinên Erdogan yên ‘Eger pêwist be em ê dîsa balafira Rûsyayê bixin, em ê bi ti awayî lêborîn naxwazin’ bi bîr anî û got: ‘Ew pirsgirêkana bi nameyeke çareser nabe.’
28 Hezîran 2016
‘Divê demildest Eniya Demokrasiyê were avakirin’
DISK, TTB, TMMOB û KESKê daxuyaniyeke hevpar dan, yên ku li Tirkiyeyê diqewimin bi tundî rexnekirin û ragihandin ku divê demildest Eniya Demokrasiyê were avakirin.
28 Hezîran 2016
Roja înê Onderoglû û Korûr-Fîncanci dê bêne dadkirin
Onderoglû, Korur Fîncanci û Nesîn ên ku ji bo hevgiriya digel Ozgûr Gûndemê bûbûn berpirsên weşana wê û hatibûn girtin, li benda dadkirinê ne.
28 Hezîran 2016
Elif Akgül
Li gorî AAyê di nameya Erdogan de lêborînxwestin nîn e
Serokwezîr Yildirimî jî gotibû ku naveroka nameyê gelek zelal e, wan xemgîniyên xwe anîn ziman û amade ne ku tamînatê jî bidin. Lêbelê AAyê hêjî îdia dike ku di wê nameya ku Erdoganî ji Putîî re şandiye de bi ti awayî behsa lêborîn û tazmînatdayînê nîn e.
28 Hezîran 2016
UNICEF: Heta 2030ê çêdibe 69 milyon zarokên ji 5 saliyê biçûktir bimirin
UNICEFê raporek belav kir, li gor raporê heta 2030ê, 167 milyon zarok dê di şertên xerab ên hejariyê de bijîn.
28 Hezîran 2016
Papa: Divê Dêra Katolîkan ji homoseksûelan lêborînê bixwaze
Francisê Papa, eşkere kir ku dêr nikare biryaran li ser cimaeta homoseksûelan bide, divê dêr lêborînê ji wan civatan bixwaze ku dêrê berê navên wan reş kirine.
28 Hezîran 2016
Rûsya: Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li ser Sûriye û Iraqê biguhere
Serokê Dîwana Konfederasyona Rûsyayê lêborînxwestina Erdoganî wek gaveka erênî nîşan da. Serokê Dîwana Têkiliyên Navneteweyî, Konstantin Kosaçevî diyar kir xwestina lêborînê ne bes e.
28 Hezîran 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Yildirim: Heke pêwîst be em ê tezmînatê bidin Rûsyayê
Yildirimê serokwezîr bersiva pirsên li ser hevpeymana digel Îsraîlê, lêborînxwestina ji Rûsyayê û têkiliyên digel Yekîtîya Ewropayê da.
28 Hezîran 2016
Polêsan nûçegihana Kovara Yuruyuşê Ebru Yeşilirmak bi giranî birîndar kir
Polêsan îro li Stenbol Gaziyê bi ser nûçegihana Kovara Yuruyuşê Ebru Yeşilirmak gule reşandin. Di encamê de Yeşilırmakê bi giranî birîndar bû û wê rakirin nexweşaxaneyê.
27 Hezîran 2016
Erdoganî ji bo kuştina pîlotê rûsî ji Putinî lêborîn xwest
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî ragihand ku Erdogan ji bo xistina balafira Rûsyayê û kuştina pîlotê wê lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putinî xwest.
27 Hezîran 2016
Yildirimî hevpeymaniya Tirkiye û Îsraîlê eşkere kir
Yildirimê serokwezîr got: ‘’ [Îsraîl] dê 20 milyon dolaran wek tazmînat bide [Tirkiyeyê], dê astenga li ser Filistînê dê rake TOKI dê li Gazzeyê avahiyan çêbike.’’
27 Hezîran 2016
Netenyahu: Dorpêça li dijî Qazeyê wê ji deryayê ve bidome
Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahuyî got: ‘Wê bi peymana ku me danî re gaza xwezayî ya Îsraîlê bi ser Tirkiyeyê ve bighije Ewropayê.’
27 Hezîran 2016
Li Îspanyayê bi ‘’koalîsyonê’’ hikûmet dê bê pêk anîn
Di hilbijartina Îspanyayê de dengên herî zêde partiya Mariano Rajoyê serokwezîr stand. Partiya serokwezîrî ya bi navê Partiya Gelî nikare bi serê xwe hikumetê ava bike û dê bi partiyên dî re hikûmeta bi koalîsyonê pêk bîne.
27 Hezîran 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dê îfadeyên Nobedarên Weşanê ji hêla polêsan ve were hilanîn
Nobedarên Weşanê yên Ozgur Gundemê Nadire Mater, Yildirim Turker, Tugrul Eryilmaz, Faruk Balikçi û Veysi Altay ji bo îfadedayînê çûn Dadgeha Çaglayanê, lê dozgerî îfadeyên wan hilneda.
27 Hezîran 2016
DBP: 21 hevserokên şaredariyan di girtîgehan de ne
DBPyê duhî hevserokên şaredariyên DBPyî kom kirin. Di kombûnê de hat dîyarkirin ku hevserokê DBPyê Kamûran Yûksek û 21 hevserokên şaredariyan di girtîgehan de ne.
27 Hezîran 2016
Îtiraza li dijî girtina nobedarên weşanê hat redkirin
Îtiraza li dijî girtina Nobedarên Weşanê yên Ozgur Gundemê Erol Onderoglu, Şebnem Korur Fincanci û Ahmet Nesin hat redkirin.
27 Hezîran 2016
Li Bedlîsê leşkerek hat kuştin
Li Bedlîsê PKKyîyan bombeyeka destçêkirî li leşkeran teqand, leşkerek hat kuştin û du leşker birîndar bûn.
27 Hezîran 2016
Li Kolombiyayê ji bo aştiyê pêngaveke nû
Hukimeta Kolombiyayê û FARCê ji bo pêkhatina agirbestê li hev kirin. Li gorî peymana hate danîn hêzên FARCê piştî danîna peymana aştiyê di nav 180 rojan de wê çekan berdin.
24 Hezîran 2016
Rojnamegerên ji 18 welatan piştgiriya hersê rojnamegerên girtî kirin
Rojnamegerên ji 18 welatan ji welatên xwe piştgiriya xwe ya ji bo rojnamegerên bûyîn berpirsên nobedar ên weşana Ozgûr Gûndemê nîşan dan.
24 Hezîran 2016
1
...
530
531
532
533
534
...
541
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver