İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 525
Li 3 dadgehên Stenbolê operasyon
Îro di saetên sibêhê de li jî dadgehên Bakirkoy, Gaziosmanpaşa û Çaglayanê yên Stenbolê operasyon hat lidarxistin û gelek kesên ku hatine binçavkirin jî birine Emniyetê.
15 Tebax 2016
Li Amedê teqîn
Li dijî Amîrtiya Trafîkê ya Herêmê ku li ser riya Amed-Mêrdînê ye bi wesayîta bombelêbarkirî êriş hat kirin.
15 Tebax 2016
Can Dundar wezîfeya xwe ya li rojnameya Cumhuriyetê bi dawî kir
Can Dundar ku salek û nîv bû Berpirsê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê bû, daxuyand ku wî dest ji wezîfeya xwe berda û diyar kir ku ew ê di rojnameyê de weke nivîskar xebetên xwe bidomîne û heta OHAL bi dawî nebe jî ew venagere Tirkiyeyê.
15 Tebax 2016
Li Farqînê heta biryareke din hemû çalakî hatin qedexekirin
Qaymeqamtiya Farqînê bi hinceta salvegera 15ê Tebaxê ku PKKê cara yekem dest bi çalakiyan kiriye, li navçeyê hemû çalakî, meş û daxûyanîdayînê heta biryareke din qedexe kirin.
15 Tebax 2016
Ji bo xwemalkirina zêdetirî 100 saziyên fermî pêşnûme hat qebûlkirin
Ji bo xwemalkirina zêdetirî 100 saziyên fermî pêşnûme hat qebûlkirin. AOÇ, AKM, TDK, TTK, TRT, DTGM, Banqeya Illerê, TUBITAK, Îdaya Milî Piyangoyê, YURTKUR ji wan saziyan e ku rê li ber xwemalîkinê hatiye vekirin.
15 Tebax 2016
Parêzerên Baroyê: Wê di lêpirsîna FETOyê de derkeve holê ku Kazanhan bi pilankirî hatiye kuştin
Doza derbarê kuştina zarokê bi navê Nîhat Kazanhan de îro rûniştina heştem hat kirin. Taleba tehliyekirinê ya gumanbarê bi navê M.N.G. hat redkirin. Dozê taloqî 23ê Îlonê kirin.
12 Tebax 2016
Derbarê Demirtaş û Onder de 5 sal cezayê hepiskirinê tê xwestin
Derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş û Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ îdianame hat amadekirin û ji bo wan 5 sal cezayê hepiskirinê tê xwestin.
12 Tebax 2016
Tarik Ziya Ekinci derbarê serdegirtinên li dijî HDPê de nirxandinên xwe kirin
Tarik Ziya Ekinci serdegirtina li dijî Rêxistina HDPê ya Stenbolê şermezar kir û got ku ti kes nikare bi riya OHALê bêhiqûqiyê bike.
12 Tebax 2016
Raci Bilici: Divê dewlet jî PKK jî vegere maseya diyalogê
Serokê KMMê yê Şaxa Amedê Raci Bilici derbarê şerên dawî û çalakiyên PKKê de nirxandinên xwe anîn ziman û got ku me gelek caran dîtiye ku çareserî bi wan çalakiyan nabe û divê dewlet jî PKK jî demildest şer rawestînin.
12 Tebax 2016
Hunermed Sila ku Mitînga Demokrasiyê rexne kiribû, konserên wê hatin betalkirin
Hunermend Sila Gencoglu ragihand ku ew dîsa ser gotinên xwe yên derbarê ‘Mitînga Demokrasî û Şehîdan’ e û got: ‘Ma hûn behsa demokrasiyê nakin? Min jî fikra xwe anî ziman.’ Konserên wê yên li 4 bajaran hatin îptalkirin.
11 Tebax 2016
Derbarê bûyerên ku niha dibêjin ‘FETO kiriye’ de kî çi gotibû?
Di rojevê de tê îdiakirin ku ji bûyera qetilkirina Hrant Dink bigire heta cinayeta li Somayê, Qetlîama Roboskiyê, xistina balafira Rûsyayê ji hêla FETO ve hatiye kirin. Gelo dema pêkanîna wan bûyeran de kî çi gotibû, kî li ser kîjan wezîfeyê bû û ew kesana niha çi dikin?
11 Tebax 2016
Li Stenbol û 10 navçeyên wê serdegirtinên li dijî avahiyên HDPê
Polêsan duh êvarê saet 03:00an de bi ser avahiya HDPê ya bajêr û avahiyên rêxistinê yên li 10 navçeyan de girt. 15 endamên HDPê hatin binçavkirin.
11 Tebax 2016
Li Amedê 4 rojnameger hatin binçavkirin
Nûçegihanên Evrenselê Hasan Akbaş, Firat Topal, Serpil Berk û rojnamegerê serbixwe Sertaç Kayar dema duh li Amedê ji bo nûçeyê çûn cihê ku lê teqîn çêbûbû, hatin binçavkirin.
11 Tebax 2016
PKKê li Mêrdîn û Amedê êrişan pêk anîn
Li gorî daxuyaniyên ku ji hêla walîtiyan ve hatine dayîn de duh li navçeya Qoserê ya Mêrdînê û li navçeya Sûrê ya Amadê êriş pêk hatine û di encama wan êrişan de polêsek û 7 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane, 10 jê polês 32 kes jî birîndar bûne.
11 Tebax 2016
Pêkanînên OHALê li girtîgehan çawaye?
ÇHDê daxuyand ku bi BHQê gelek mafên girtiyan hatine kêmkirin, mafê wan ê hevdîtinê tê astengkirin, bi bahaneya OHALê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê, gelek qanalên televizyon û rojname jî hatine qedexekirin.
10 Tebax 2016
Helwesta medyaya nêzî hukimetê li hemberî Rûsyayê de çawaye?
Medyaya nêzî hukimetê piştî ji hêla Tirkiyeyê ve xistina balafira Rûsyayê manşetên çawa anî ziman? Helwesta wan ê derbarê hevdîtina Erdogan-Pûtîn ku duh pêk hat de çawa ye, îro kîjan manşetan anîn ziman?
10 Tebax 2016
Li Zanîngeha Celal Bayarê 18 karmend û akademîsyen hatin girtin
Li Zanîngeha Celal Bayarê rektorê berê jî di nav de 18 karmend û akademîsyen di opesyonên li dijhî Cemaeta Gulen de hatin girtin.
10 Tebax 2016
Li Şirnexê êriş: 8 leşker canê xwe ji dest dan
Li navçeyên Bêşebap û Qilebanê li dijî leşkeran du êriş pêk hatin û di encamê de 8 leşkeran canê xwe ji dest dan, 18 leşker jî birîndar bûn.
10 Tebax 2016
Erdogan û Pûtîn di warê aboriyê de axivîn
Serokomar Recep Tayîp Erdogan li St. Petersburgê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hat cem hevdu. Her du lîderan diyar kirin ku têkiliyên aborî ya navbera her du dewletan de dê baş bibe û were pêşxistin.
10 Tebax 2016
Yildirimî derberê roja 14ê Tîrmehê de daxuyanî da
Serokwezîr Yildirim îro di komcivîna partiya xwe de axifî û derbarê radestkirina Fetullah Gulen, mitînga Yenikapiyê û ji nû ve sererastkirina deynên krediyan de nirxandinên xwe anîn ziman.
9 Tebax 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Demirtaş: Hukimet naxwaze Gulen were îadekirin
Demirtaş got ku eger Gulen were radestkirin û ew her tiştê diyar jî bike, wê HDP tenê li holê bimîne û ji ber vê yekê hukimet naxwaze ku Gulen bête îadekirin û hukimet ji bo vê jî wêneyên îşkencekirinê bi xwe servîsê medyayê dike.
9 Tebax 2016
Derbarê 6 gotar û nûçeyeke Ozgur Gundemê de doz hat vekirin
6 gotar û nuçeyeke Ozgur Gundemê ku di 25ê Nîsana borî li rojnameyê hatibûn weşandin, kirin hinceta ‘propagandakirina rêxistinê’ û derbarê nivîskar Çelebî, Berpirsê Weşana Giştî ya rojnameyê Akyol û Midurê Karên Weşanê Kizilkaya de doz hat vekirin.
9 Tebax 2016
Hevdîtina Erdogan-Pûtîn wê îro pêk were
Serokomar Erdogan û Serokê dewleta Rûsyayê Pûtîn, piştî 9 mehan wê îro hevdîtinê pêk bînin.
9 Tebax 2016
Qedexeya hildana îzna salane ya karmendan hat rakirin
Numan Kurtulmuş piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyand ku qedexeya îzinhildanên salane ya karmendan hat rakirin.
9 Tebax 2016
Li 13 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Walîtiyê daxuyand ku li 13 gundên girêdayê 4 navçeyên Amedê bi hinceta dê operasyon were lidarxistin, derketina derve hat qedexekirin.
9 Tebax 2016
MLM: %90 yê bajarê Minbicê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayê Hêzên Sûriya Demokratîk e, daxuyand ku %90 yê navenda bajarê Minbicê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.
8 Tebax 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ergun Yorulmaz di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dink de hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dink de Ergun Yilmaz ku wê demê li Mudiriyeta Îstixbarata Leşkerî yê Şaxa Trabzonê de dixebitî, hat girtin.
8 Tebax 2016
Rewşenbîran li dijî ferqmeyiliya ser HDPê danezanek weşandin
144 rewşenbîran bi danezanek diyarkirin ku yên li meclis, serokomarî û qadan li hemberî HDPê tên kirin ferqmeyilî ye bangî hemû siyasetmedaran kirin ku li hemû rengên welatê xwe xwedî derkevin.
8 Tebax 2016
Qedexeya ser Sputnikê hat rakirin
Sputnikê ragihand ku qedexeya ragihandina ser wan hatiye rakirin û got: ‘Çawa ku dema li hemberî ragihandina me bêyî ti agahî û sedem biryara qedexeyê hatibû dayîn, bi heman awayî qedexe hat rakirin.’
8 Tebax 2016
Mamosteyê ku dema binçavkirî bû mir, hat definkirin
Mamosteyê bi navê Gokan Açikkolu ku dema binçavkirî bû û piştî 13 rojan canê xwe ji dest da, ji ber ku li Stenbolê ji bilî ‘Goristana Xayînan’ cih nehat dayîn, malbata wî jî bi îmkanên xwe cenaze birin Konyayê û bêyî mela û merasîmê cenazeyê defin kirin.
8 Tebax 2016
Li Êlihê li dijî derbekirinê mitînga demokrasiyê
Li Êlihê li dijî derbekirinê ji hêla HDP, DBP, KCD û KJAyê ve mitînga demokrasiyê hat lidarxistin. Di mitîngê de Hatîp Dicle, Îdrîs Baluken û Sebahat Tuncer axaftinan kirin.
8 Tebax 2016
Kampanyaya Ozgur Gundemê bi dawî bû
Kampanyaya "Nobeta Gerînendeya Giştî" ya ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê bi dawî bû. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya peywîra berpirsê weşana giştî girt ser xwe û ragihand ku gefên li ser çapemeniyê hêj berdewam dikin û ji ber vê yekê dê kampanyayê bi piştevaniyek hîn xurttir bi rêbaz û şemalên din berdewam bikin.
8 Tebax 2016
1
...
523
524
525
526
527
...
534
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver