TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 461
Rêxistina Bexişînê: Li Sûriyeyê di 5 salan de li girtîgehekê 13 hezar girtî hatine kuştin
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê, eşkere kir ku di salên 2011-2015ê de li Girtîgeha Saydnayayê 13 hezar girtî carinan kom bi kom carinan yek bi yek hatine kuştin.
7 Sibat 2017
TGSyê ji bo Murat Sabûncû nameyek şand
Sed roj in ku rojnamegerên xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê di girtîgehan de ne. TGSyê ji bo hemî girtiyan nameyek ji bo berpirsê weşana Cumhuriyetê, Murat Sabûncûyî nameyek şand.
7 Sibat 2017
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ji bo qedexekirina vîzeyan israr dike
Serokê Amerîkayê bi biryarnameyekê vîzeya çûna Amerîkayê ji bo welatiyên şeş welatan qedexe kiribû. Dadgerê San Franciscoyê James Robartî ev biryar nehiqûqî dîtibû û dabû sekinandin. Wezareta Dadê daxwaza xwe bir dadgeha bilind.
7 Sibat 2017
Li Çeneqeleyê erdhêj çêbû
Li Çeneqeleyê duhî erdhêjeka bi pileyê 5.2 çêbûbû, serê vê sibeyê du erdhêjên bi pileyên 5.3 û 4.3 çêbûn.
7 Sibat 2017
Pêkhateyên HDKê deklerasyona ‘Na’yê diyar kirin
Pêkhateyên HDKê deklerasyona ‘Na’yê ya ji bo referandumê diyar kirin. Di deklerasyonê de wiha hat gotin: “Ji bo gelê me û welatê me, ji bo aştî, demokrasî û jiyaneke wekhev em dibêjin ‘Na’.”
6 Sibat 2017
Dadgehê îdianameya derbarê Barbaros Şansal de red kir
Îdianameya derbarê Barnaros Şansal ku ji ber ‘gel tehrîkê kîn û dijminatiyê kiriye’ ve hatibû amadekirin, ji hêla dadgehê ve bi hinceta ‘Ti delîleke teqes û rast nayê xuyandin’ ve hat redkirin. Di îdianameyê de serokomarî jî weke muştekî cih digre.
6 Sibat 2017
Çar kes ji ber şewata warê xwendekaran hatin girtin
Li navçeya Aladagê ya Edeneyê, warê xwendekaran şewitîbû, bi şewatê 12 kesên ku 11 ji wan zarok bûn miribûn. Ji ber şewata warê xwendekaran çar rayedarên hatibûn berdan hatin girtin.
6 Sibat 2017
Atolyeya NarPhotosê: Çîrokbêjîya bi wêneyan
NarPhotos ji bo wan kesên ku dikarin wêneyan bigirin dê atolyeya çîrokbêjîya bi wêneyan çêbike.
6 Sibat 2017
THY û Banqeya Ziraat û PTT jî tê de 11 şîrketên dewletê dewrê Fona Halxweşiyê hatin kirin
11 şîrketên dewletê yên bi navên THY, PTT, BOTAŞ, Ziraat Bank, Halkbankasi, Eti Maden, Çaykur, Turkiye Petrolleri, Borsa Istanbul, TURKSAT dewrê Fona Halxweşiyê hatin kirin.
6 Sibat 2017
Li Şaredariya Bismilê qayûm hat tayînkirin
Piştî derbarê Hevşaredarê Bismilê Eminoglu de biryara binçavkirinê hat dayîn, qaymeqamê navçeyê weke qayûm li şaredariyê hat tayînkirin.
6 Sibat 2017
Her du Hevşaredarên Bazîdê hatin girtin
Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir jî tê 7 kes piştî binçavkirina bi rojan hatin girtin.
6 Sibat 2017
Derbarê Ayla Akat Ata de 95 sal ceza hat xwestin
Parlementera berê û Berdevka Giştî yê KJAyê Ayla Akat Ata de doz hat vekirin û derbarê wê de heta 95 salan ceza tê xwestin.
6 Sibat 2017
Ji bo agirbesta li Sûriyeyê nûnerên NY, Rûsya, Îran û Tirkiye cara 2. li Astanayê civîyan
Ji bo agirbesta li Sûriyeyê nûnerên Neteweyên Yekbûyî(NY), Rûsya, Îran û Tirkiye 2. car li Astanaya paytexta Qezakistanê civîyan.
6 Sibat 2017
Li 21 bajaran li dijî DAIŞê operasyonek hatiye kirin, 448 kes hatine desteserkirin
Li Edene, Semsûr, Enqere, Antalya, Dîlok, Çewlig, Bursa, Çorum, Amed, Hatay, Stenbol, Izmîr, Kilîs, Kocaeli, Konya, Meletî, Manîsa, Mugla, Samsun, Rûha û Wanê li dijî DAIŞê operasyonek hatiye kirin.
6 Sibat 2017
Ahmet Turk hat tehliyekirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hat tehliyekirin.
3 Sibat 2017
Wêneya Demirtaş ku cara yekem li girtîgehê kişandiye hat weşandin
Malbata Selahattîn Demirtaş wî li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê ziyaret kirin û wêneyê li wir kişandin jî weşandin.
3 Sibat 2017
Reuters:Em li Tirkiyeyê çawa nûçeyan çêdikin em ê li DYAyê jî welê çêbikin
Berpirsê weşana Reutersê, Steve Adlerî piştî gotinên tehdîtkar ên Donald Trumpê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) peyamek belav kir.
3 Sibat 2017
Tîpa Edlî: Ahmet Turk dikare di girtîgehê de bimîne
Saziya Tîpa Edlî ya Stenbolê rapora xwe ya derbarê Ahmet Turk de diyar kir. Di wê raporê de ji bo Ahmet Turk hat gotin ku “ew dikare di girtîgehê de bimîne, ti xetereyeke bo tenduristiya wî nîn e”.
3 Sibat 2017
Di Kanûna Paşiyê de 161 karker mirine
Şeş karkerên mirîn jin in, 155 karker mêr in, 2 zarok in, 7 koçber/penaber in.
3 Sibat 2017
Ji odeyên girêdayê TMMOBê daxuyanî: “Na”
Odeyên girêdayê TMMOBê daxuyaniyeke hevpar dan û wiha hat gotin: “Pêşnûmeya guhertina makeqanûnê ku dibêjin sîstemeke serokatiyê ya şêwaza tirk e, di rastiyê de ji bilî dîktatortiya “yekmêrî” zêdetir tiştek nîn e.
3 Sibat 2017
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Merkel pey hev digel heyeta HDP û CHPyê civîya
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hat Tirkiyeyê û digel heyeta Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û Partiya Komarî ya Gelî(CHP) civîya.
3 Sibat 2017
Pêşnûmeya guhertina makeqanûnê şandin ji Serokomariyê re
Pêşnûmeya guhertina makeqanûnê ku ji 18 qanûnan pêk yê û Serokwekîlê Meclisê Ahmet Aydin îmze kiribû, ji Serokomar Erdogan re hat şandin. Divê Erdogan pêşnûmeyê di nav 15 rojan de erê bike.
3 Sibat 2017
Em 261 jinên hatîn kuştin bi navê wan yad dikin
Navê 261 jinên hatîn kuştin ku di hemîya salê de me ji medyayê xwendiye...
3 Sibat 2017
Înfografîka tûndkariya mêran ya sala 2016ê
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn di sala 2016ê de mêran ya kêm 261 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 75 jinan kiriye, destdirêjî li 119 jinan kiriye, îstismar li 417 keçên zarok kiriye û tûndkarî li 329 jinan kiriye.
3 Sibat 2017
Çiçek Tahaoğlu
Di sala 2016ê de mêran ya kêm 261 jin û zarokên keç kuştine
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn di sala 2016ê de mêran ya kêm 261 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 75 jinan kiriye, destdirêjî li 119 jinan kiriye, îstismar li 417 keçên zarok kiriye û tûndkarî li 329 jinan kiriye.
3 Sibat 2017
Çiçek Tahaoğlu,Begüm Baki
Gelo bi rastî jî li Amerîkayê, Trênên Bilez nînin?
Heke em “li gor lezê” li trênan binêrin ne rast e ku em bibêjin li Amerîkayê “Trênên Bilez” nînin.
2 Sibat 2017
Şimal Parlak
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Sedat Pakerê gef li akademîsyenan xwaribû sibê tê dadkirin
Piştî Akademîsyenên Aştîxwaz danezana “Em Nabin Hevparê vê Sûcê” ragihandibûn, Sedat Peker gef li wan xwaribû. Li ser gilîkirinê wê demê derbarê Peker de doz hat vekirin û rûniştina yekem wê sibê li Dadgeha Anadolu Kartalê were kirin.
2 Sibat 2017
RTUKê çêkirina “Nûçeyên Bilez” qedexe kir
RTUK(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) bi fermana serokwezîrîyê digel nûnerên televizyonan civîya. Li gor RTUKê eşkere kirî ji bilî nûçeyên bi agahî û dîmenên ji aliyên fermî ve hatîn, çêkirina nûçeyên bilez qedexe ye.
2 Sibat 2017
Rûsya: Em amade ne ku bi Amerîkayê re li ser Herêma Ewle giftogoyê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Lavrovî eşkere kir ku mekanîzmaya di navbera Rûsya, Tirkiye û Amerîkayê de ji bo aştiya li Sûriyeyê kar dike.
1 Sibat 2017
Dadgeha Yewnanîstanê dema desteserkirina 8 leşkerên Tirkiyeyê sê mehan dirêj kir
Di 15ê Tîrmehê de piştî Hewldana Derbekirinê, 8 leşkerên Tirkiyeyê çûbûn Yewnanîstanê. Leşker ji wê demê ve desteserkirî ne. Dadgeha Yewnanîstanê dema desteserkirina 8 leşkerên Tirkiyeyê sê mehan dirêj kir.
1 Sibat 2017
Ji bo parlamenterên HDPê Îbrahim Ayhan û Dilek Ocalan biryara girtine
Derbarê Parlamenterên HDPê yên Rihayê Îbrahim Ayhan û Dîlek Ocalan de biryara girtinê hat derxistin.
1 Sibat 2017
Li Dîlokê ji bo mehekê çalakiyên li derveyî avahiyan qedexe ne
Walîtîya Dîlokê da zanîn ku ji bo mehekê li Dîlokê hemî çalakîyên li derveyî avahiyan yên wek kampanyayên îmzekomkirinê, daxuyaniyên ji bo çapemeniyê û hwd. qedexe ne.
1 Sibat 2017
1
...
459
460
461
462
463
...
470
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver