TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 351
Dema Bûldanê dest bi axavtinê kiriye, Erdogan ji Parlamentoyê derketiye
Dema Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê li Parlamentoyê dest bi avaxtinê kiriye, Serokomar Erdogan û hin wezîr ji parlamentoyê derketine.
23 Nîsan 2019
YSK: Welatiyên bi KHKyê ji karê xwe hatîn avêtin dikarin dengê xwe bidin
Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) xwestibû ku kesên bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ji karê xwe hatîn avêtin nekarin dengê xwe bidin. YSKyê daxwaza AKPyê red kiriye.
23 Nîsan 2019
IRAya Nû, berpirsiyariya kuştina rojnameger McKeeyê girtiye ser xwe
IRAya Nû, lêborîn ji malbat û dostên McKeeyê xwestiye.
23 Nîsan 2019
Polîsan berpirsekê îstixbaratê desteser kiriye
Polîsan berpirsê Daîreya Îstixbaratê ya Emniyetê, Sabri Uzun desteser kiriye. Uzun bi sûcê “heqareta li serokkomarî, propagandaya ji bo rêxistina terorî û alîkariya rêxistinê” hatiye desteserkirin.
23 Nîsan 2019
Li Sri Lankayê jimara kesên hatîn kuştin bûye 311
Li Sri Lankayê li sê dêran dema dêlindêza(ayîn) Paskalyayê dihat kirin, hin kesan bi bombeyan êrîş kirine. Hikûmetê Rewşa Awarte îlan kiriye.
23 Nîsan 2019
8 kesên ku êrîşî Kiliçdaroglûyî kirine hatine berdan, lêpirsîna yekî berdewam dike
Ji 9 kesên ku di êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê de cih girtine jêpirsîna yekî berdewam dike. 8 kesên mayî hatine berdan.
23 Nîsan 2019
Lêpirsîna kesê ku kulm li Kiliçdaroglûyî daye, berdewam dike
Kesekî ku li Çûbûka Enqereyê bi êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê tê tohmetkirin, hatiye desteserkirin. Neh kes bi heman tohmetê hatibûn desteserkirin. Jêpirsîna gumanbaran berdewam dike.
22 Nîsan 2019
Hevserokên HDPyê serdana Kiliçdaroglûyî kirine
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên HDPyê serdana Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê kirine û jê re gotine, “derbasbûyî be”.
22 Nîsan 2019
Du fîlmên Tahsîn Ozmenî dê li Stenbolê bêne nîşandan
Chalak Eventsê daye zanîn ku ew li Stenbolê galaya du fîlmên Tahsîn Ozmenî pêk bîne. Fîlmên bi navê Mast û Pantor dê 25ê mehê li Sînemaya Beyoglûyê bêne nîşandan.
22 Nîsan 2019
Polîsan mudaxele li endamên komisyona greva birçîbûnê kiriye
Polîsan bi guleyên plastîk û gazê midaxele li parêzer û mafparêzan kiriye ku xwestine derbarê greva birçîbûnê de daxuyaniyê bidin.
22 Nîsan 2019
Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 6 kes hatine desteserkirin
Ji ber êrîşa li ser Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê şeş kes hatine desteserkirin. Polîs îfadeyên wan wirdigirin. Omer Kiliç, berdevkê AKPyê diyar kiriye ku kesê kulm li Kiliçdaroglûyî xistiye, endamê AKPyê ye.
22 Nîsan 2019
HDPyê roja rojnamegeriya kurdî pîroz kiriye
HDPyê ji bo roja rojnamegeriya kurdî gotiye: “Ji 1898an heta salên 90î, ji 90î heta îro, Rojnamegeriya Kurdî her tim di nav pêkûteyan de hate hiştin. Îro jî bi heman rengî ji aliyê AKP’ê ve çalakiyên Rojnamegeriya Kurdî tê astengkirin û kedkarên çapemeniyê tên girtin.”
22 Nîsan 2019
Lîstikvanekê rêzefîlman bûye serokê Ukraynayê
Vladimir Zelenskiyê ku li rêzefîlmeka Ukraynayê lîstikvanî dikir bûye berbijarê serokatiya wî welatî. Zelenskiyî ji sedî 73yê dengan standiye.
22 Nîsan 2019
CHP dê li 81 bajaran derkeve kolanan
Li bajarê Enqereyê serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kema Kiliçdaroglû beşdarî rêûrismên binaxkirina leşkerekî bûye. Di rêûrismê de hin kesan êrîşî wî kirine. CHPyê ragihandiye ku piştgir û endamên partîyê dê li 81 bajaran vê yekê şermezar bikin.
22 Nîsan 2019
Hêzên ewlehiyê piştî hişyarîya “bisekine” 20 kes kuştine
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) rapora salane ya binpêkirina mafên mirovan eşkere kiriye.
19 Nîsan 2019
Lyra McKeeya rojnameger li Îrlandayê hatiye kuştin
Li Bakurê Îrlandayê, rojnamegereka bi navê Lyra McKee dema ku ji bo çêkirina nûçeyan çûyî xwenîşandanekê hatiye kuştin.
19 Nîsan 2019
Dadgehê biryar girtiye ku qedexeya li ser çalakiya LGBTI+yan rabe
Dadgehê biryar girtiye ku qedexeya li ser çalakiya LGBTI+yan rabe û ji hêzên asayişê xwestiye ku “ji bo ewlehiyê wan tedbîran bistînin”.
19 Nîsan 2019
Dozgeriya Cizîrê nivîsek çewt wergerandiye û bi vê yekê doz li du kesan vekiriye
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji bo hilbijatinên herêmî afîşên bi zimanê kurdî li gelek cihên navçeya Cizîrê ya Şirnexê danîne. Dozgerîyê doz li rêvebirên HDPyê vekiriye.
19 Nîsan 2019
Li Amedê wê Festîvala Şanoyê pêk bê
Di festîvalê de wê bi piranî şanoyên bi kurdî lê li gel wê hinek jî bi tirkî bên pêşkêşkirin.
19 Nîsan 2019
Ferid Demirel
Meşa Rûmetê ya Zanîngeha Bogazîçîyê hatiye pêkanîn
Kulûba Xebatê ya LGBTyan a Zanîngeha Bogazîçîyê, 7. Meşa Rûmetê, 17ê Nîsanê pêk aniye.
19 Nîsan 2019
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
RSF: Tirkiye ji bo azadiya çapemeniyê di rêza 157. de ye
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Rapora Azadiya Çapemeniy ya salane eşkere kiriye. Tirkiye sala 2018ê di nav 180 welatan de di rêza 157. de bû. Îsal jî cihê Tirkiyeyê neguheriye.
18 Nîsan 2019
Dadgehan ji bo di 2 dosyayên akademisyenan got, ‘doz li derveyî erkên dadgehê ye’
Îro li du dadgehên Stenbolê ji bo du dosyayan biryar hate dayîn û hate gotin "doz li derveyî erkên dadgeyê ye'. Dosya şandin Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Enqereyê.
18 Nîsan 2019
Tansu Pişkin
Li ser greva birçîbûnê 150 rêxistinan bangî rayedaran kirin
150 rêxistinên pîşeyî û yên parastina mafan îro daxuyaniyek îmze kirine û bangî rayedaran kirine ku “em piştgiriya jiyanê dikin, bila rêyên hiqûqî vebe, bila ti kes nemirin.”
18 Nîsan 2019
Kiliçdaroglûyî ji YSKyê xwestiye ku mazbatayên şaredarên ixrackirî bide wan
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê li ser wê biryara YSKyê axivî ye ku gotibû, ew ê mazbatayên şaredarên ixrackirî nedin wan. Kiliçdaroglûyî xwestiye ku YSK mazbatayên wan şaredaran bidin wan.
18 Nîsan 2019
Erdoganî 9 akademîsyen wek serokên zanîngehan erkdar kirine
Îro li Rojnameya Fermî biryarnameyeka Serokkomariya Tirkiyeyê hatiye weşandin. Li gor biryarnameya serokkomar, Recep Tayyîp Erdoganî îmze kirî serokên 9 zanîngehan hatine eşkerekirin.
18 Nîsan 2019
Ayşe Çelîka dersdar careke din xistine girtîgehê
Ayşe Çelîka dersdar careke din xistine girtîgehê ku beriya demekê hatibû girtin û ceza lê hatibû birîn. Lê ji ber ku ducanî bû û zarokek jê re çêbûbû, ew tehliye kiribûn. Çelîkê gotibû “Bila zarok ne mirin û dayik negirîn” û ji ber vê gotinê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû girtin.
18 Nîsan 2019
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ekrem Îmamoglûyî mezbateya xwe wergirtiye
Li Stenbolê pêvajoya hejmartina dengan qediya ye û di encama vê pêvajoyê de Ekrem Îmamoglûyî mezbateya xwe wergirtiye. Îmamoglû bi awayekî fermî bûye Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê.
17 Nîsan 2019
Dadgehekê biryar daye ku “doz li derveyî erkên dadgehê ye”
Dadgeha Cezayên Giran a 25. a Stenbolê ji bo lêkolîner, Engin Fıratî biryar daye ku “doz li derveyî erkên dadgehê ye.”
17 Nîsan 2019
Tansu Pişkin
CHPyê hin rayedarên AKPyê gilî kiriye
CHPyê li dadgeheka Stenbolê bi sûcê “hewildana bi daxuyaniyên ne rast xapandina saziyên fermî” hin rayedarên AKPyê gilî kiriye. Alîkarê serokê AKPyê yê berpirsê hilbijartinan Ali İhsan Yavuz jî di nav wan rayedaran de ye.
17 Nîsan 2019
Bila Çarşema Sor li êzidiyan pîroz be
Êzidî cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî Çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin.
17 Nîsan 2019
Konseya Ewropayê ji bo şaredarên ixrackirî name ji YSKyê re şandiye
Thorbjorn Jagland, Sekretekê Giştî yê Konseya Ewropayê, ji Sadî Guven, Serokê YSKyê re nameyek nivîsandiye. Ji ber ku mezbateyê nadin kesên di encama hilbijartinê de bi ser ketine, lê yên bi bin ketine, rexne li YSKyê kiriye.
17 Nîsan 2019
Li Stenbolê deng hatine jimartin, CHP li benda mazbatayan e
Şeva dî ji-nû-ve jimartina dengên hilbijêrên Stenbolê temam bû. Partiya Komarê ya Gelî(CHP) diyar kir ku berbijarê CHPyê, Ekrem Imamoglu bi ser ketiye.
17 Nîsan 2019
1
...
349
350
351
352
353
...
360
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver