İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 150
Parlamenterên HDPyê: Çima bersiva serlêdanên ji bo çûna Îmraliyê nadin?
Parlamenterên HDPyê li ber avahiya Wezareta Edaletê şeş roj in ku nobetê digirin. Parlamenter bi kaxizên ku li ser wan nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" nivîsiye, meşiyane.
28 Kanûn 2022
Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
Malbata Şenyaşara ku di roja 660emîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne wiha gotiye: “Rêya me rêya edalet û demokrasiyê ye.”
28 Kanûn 2022
Di 14 beşan de têkiliya "Folklor û Civat"ê
Pirtûk têgihên folklor, wêje, ziman, çand, xeyset, muzîk, urf û adet û dîrokê di 14 beşan de nîqaş dike.
28 Kanûn 2022
Serdozgeriyê 2 lêpirsînnameyên din ji bo Emîne Şenyaşarê amade kirine
Her du lêpirsînname jî ji ber Îbrahîm Yildiz û Osman Yildizî giliyê Şenşayarê kirine, hatine amadekirin.
27 Kanûn 2022
Ji ber bagerê li Amerîkaya Bakur 56 kes mirine
Ji ber bagera ku ji Kanadayê heta sînorê Meksîkayê bandor li tevahiya Amerîkaya Bakur kiriye, 4 jê li Kanadayê 28 jê li eyaleta New Yorkê heta niha bi kêmanî 56 kes mirine.
27 Kanûn 2022
Li Stenbolê bihayê çûnûhatinê ji sedî 29 zêde bûye
Li gorî biraya ku li UKOMEyê derketiye, bihayê abonetiya mehane ya xwendekaran ji 109 lîreyî derketiye 140 lîreyan, bihayê abonetiya mehane ya tam ji 602 lîreyî derketiye 777 lîreyan.
27 Kanûn 2022
Doza Kuştina Denîz Poyrazê | Gencer bi miebeta girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê ceza kirin
Heyeta dadgehê ji ber sûcê “kuştina bi plankirî” bersûcê girtî Onûr Gencer bi miebeta girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê ceza kiriye.
27 Kanûn 2022
Ruken Tuncel
Êrişkarê Parîsê wê bi du sûcan bi awayê girtî were darizandin
Wîllîam M., li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî kiribû û 3 kes kuştibû. Wîllîam M., wê bi awayê girtî di sûcên “kuştin” û “hewldana kuştinê” de were darizandin.
27 Kanûn 2022
Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DBPyê hatiye girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de hevserokên 14 bajaran yên DBPê bi awayekî hemwext hatibûn desteserkirin. Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DBPyê duh hatiye girtin.
27 Kanûn 2022
Li Stenbolê êrîşa Parîsê hatiye protestokirin: Gelek hunermend desteser kirine
Komeke hunermendan xwestiye li pêşiya Konsolxaneya Fransayê ya li Taksîmê xwenîşandanekê li dar bixe. Polîsan hunermend desteser kirine.
26 Kanûn 2022
HDP: Banga me zelal e, divê parêzer biçin îmraliyê
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Temel gotiye: “Em bang li Bozdag dikin. Divê têkildarî hevdîtina parêzeran ya ji bo Îmraliyê daxuyaniyê bide û tişta pêwîst bike. Divê rê li ber hevdîtina parêzeran veke.”
26 Kanûn 2022
Sûryanên li Amedê Cejna Christmasê pîroz kirin
Civaka Xirîstiyanan Cejna Christmasê ya ku wek rojbûna Îsa Mesîhî tê qebûlkirin, li Amedê bi merasîmeke ayînî pîroz kirin.
26 Kanûn 2022
Roza Yiğit
Xwepêşandanên li Iranê: Di 100 rojan de 507 kes mirine
Xwepêşandanên ku di 16ê Ilonê de piştî mirina Jîna Mahsa Amîniyê destpê kiribû, 100 roj in didome. Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ragihandiye ku ji wê rojê heta niha ji 500î zêdetir xwepêşander mirine.
26 Kanûn 2022
Li DYA û Kanadayê ji ber bagerê bi kêmanî 38 kes mirine
Roja şemî û yekşemê ji ber ba û bagerê, sermaya qutbî li Amerîkaya Bakur bi kêmanî 38 kes mirine.
26 Kanûn 2022
Êrişkar ji klînîka psîkiyatriyê derxistine û dîsa desteser kirine
Wîllîam M., li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî kiribû û 3 kes kuştibû. Wîllîam M.yê ku piştî êrişê şandibûn klînîka psîkiyatriyê dîsa hatiye desteserkirin. Wê îro êrişkar derxîne pêşberî dadgehê.
26 Kanûn 2022
Nobeta li dijî tecrîdê, di roja sêyem de dewam dike
Parlamenterên HDPyî gotiye: “Ji bo em daxwazên bi milyonan kurdan û gelên xwe ji Wezaretê û radeyarên hikûmetê re ragihînin, em li vir in.”
23 Kanûn 2022
Gundekî Midyadê ketiye lîsteya Rêxistina Geştûguzariyê ya NYê
Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNWTO) gundê Hexê yê Siryanan yê navçeya Midyada Mêrdînê xistiye nav lîsteya "bernameya geşepêdanê".
23 Kanûn 2022
Li Parîsê bi çekan êrişî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya kirine
Li Parîs, paytexta Fransayê êrişek çekdarî li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hatiye.
23 Kanûn 2022
Belgefîlmê “Bîra mi’ têtin”” wê li ser înternetê bê weşandin
Belgefîlmê Selîm Yildizî, yê 2016ê derbarê Qetlîama Robozikê de kişandibû, wê heta 29ê Kanûna Pêşiyê li ser malpera vimeoyê û bê pere bê nîşandan.
23 Kanûn 2022
Rojnameger Sînan Aygul serbest bûye
Sînan Aygul, Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê û Berpirsê Weşana Giştî yê Bîtlîs Newsê ku ji ber nûçeya ku çêkiribû hatibû girtin, serbest bûye.
23 Kanûn 2022
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Doza Şebnem Korûr-Fîncanciyê: Dadgehê danişîn taloqî 29ê Kanûna Pêşiyê kir
Serokê Dadgehê ji dozger nerîna wî xwest. Dozger nêrîna xwe ya di îddianameyê de dûbare kir û xwest Korûr-Fîncanci di sûcê propagandaya rêxistinê de bi cezayê herî zêde were cezakirin. Dadgehê biryara girtîmayîna Korûr-Fîncanciyê da û danişîn taloqî 29ê Kanûna Pêşiyê kir.
23 Kanûn 2022
Ruken Tuncel
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBPyê de girtiye
Amed di serî de, li gelek bajaran polîsan bi ser avahiyên DBPyê û malên rêvebirên wan de girtine. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hatiye desteserkirin.
23 Kanûn 2022
Parlamentoyê, parlamenteriya Semra Guzelê betal kiriye
Piştî li Parlamentoyê parlamenteran dengên xwe bikar anîn, parlamenteriya Semra Guzelê betal bû.
23 Kanûn 2022
Ji bo “hestiyên li bin avê derketine" serî li Serdozgeriya Erdîşê dane
ÎHD, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Şaxa OHDê ya Wanê, Nûnertiya ÇEV-DER û nûneriya TÎHVê ya Wanê, ji bo lêkolînkirina hestiyên ku li gundê Partaşê piştî ava bendavê kêm bûye û derketine ser rûyê erde serî dozgeriyê dane.
22 Kanûn 2022
Di sersalê de wê hemû gerstêrk û heyv di heman demê de xuya bikin
31ê Kanûna Pêşiyê, di saetên şevê de wê pênc ji wan bi çavan, du jî bi rêya teleskopê, bi giştî heft gerstrêk wê bên dîtin. Li gel heft gerstêrkan wê heyv jî xuya bike.
22 Kanûn 2022
Mûçeya herî kêm ya mehane bûye 8 hezar û 500 lîre
Serokomar Erdogan aşkere kiriye ku di sala 2023an de mûçeya herî kêm ya mehane wê 8 hezar û 500 lîre be.
22 Kanûn 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Erdexan, Qers û Erzeromê berfê bandor li jiyana rojane kiriye
Li her sê bajaran jî pîleya germahiyê bi şev dikeve bin sifrê û camên mal, kargeh û wesayitan bûz girtiye.
22 Kanûn 2022
TIHV û IHDyê ji bo Şebnem Korûr-Fîncanciyê banga piştevaniyê kirine
Coşkûn Ustercî, Sekreterê Giştî TIHVê diyar kiriye û gotiye, “Em bawer dikin ku ev şaşiya mezîn dê were rastkirin û hevala me ya xoşewîst Şebnem wê mîsoger were beraetkirin.”
22 Kanûn 2022
Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
Şeva Yeldayê ku şeva herî dirêj a salê ye bi pêşengiya sazî û nivîskarên Kurd li Amedê hat pîrozkirin
22 Kanûn 2022
Roza Yiğit
Li Afganistanê jinan qedexeya zanîngehê protesto kiriye: “Perwerdehî, mafê me ye”
Tirkiye û YE jî di nav de gelek welat û saziyên navneteweyî biryara Talîbanê ya ji bo qedexekirina perwerdehiya jinan li zanîngehê şermezar kirine.
22 Kanûn 2022
COVID-19 | WHO: Li Çînê hejmara nexweşan zêde dibe, em metirsîdar in
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Ghebreyesusî di civîna dawiyê ya sala 2022yê de zanyariyên nû yên derbarê şewbên li cîhanê de daye.
22 Kanûn 2022
RTUKê ceza li kanalên televîzyonan biriye
Endamê RTUKê Îlhan Taşçiyî cezayên ku RTUKê li kanalan biriye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye. Taşçiyî diyar kiriye ku bernameya 'Medya Mahallesî' ya li Halk TVyê tê weşandin bi îdiaya ku "bi mîmîkan pesnê terorê daye", 3 caran cezayê “rawestandinê" lê hatiye birîn.
21 Kanûn 2022
1
...
148
149
150
151
152
...
159