İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 15
ÎSÎG: Di meha Gulanê de herî kêm 212 karker mirin e
Li gorî rapora Meclîsa ISIGê, di pênc mehên destpêkê yên salê de herî kêm 835 karker mirin e. Karker herî zêde di beşên avahîsazî, guhestin û çandiniyê de mirin e.
12 Hezîran 2026
Cîgiriya serokê koma CHPê yê Gokhan Gunaydin û Ali Mahir Başarir betal bû
Piştî vê biryarê, li ser malpera fermî ya Înternetê ya Meclîsê jî guhertin hat kirin.
12 Hezîran 2026
Li dijî Şaredariya Silivriyê operasyon: Ji bo Şaredar Balcioglu û 18 kesan biryara desteserkirinê dane
Tîmên Şaxa Darayî di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îdiayên bertîl û gendeliyê tê meşandin de, li avahiya şaredariyê xebatên lêgerînê didomînin.
12 Hezîran 2026
Trump têkçûna xwe ya li hemberî Îranê careke din kir sitûyê Kurdan: “Dest danîn ser çekên min"
Serokê Amerîkayê di hevpeyvîneke zindî de ragihand ku Amerîkayê çek şandine da ku bigihîjin destê xelkê Îranê û ew li dijî hikûmetê bi kar bînin lê "Kurdan ew çek nedan xelkê û ji xwe re hilgirtin."
12 Hezîran 2026
Resepsiyona Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê pêk hat
Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi boneya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li Mala Kevirîn a Parka 75an a li navçeya Peyasê resepsiyonek li dar xistin. Festîval dê di navbera 25 û 29ê îlona 2026an de pêk were.
12 Hezîran 2026
Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku ew ê li dijî siyaseta cudaxwazî û nefretê ya li hemberî LGBTÎ+yan rawestin û daxuyand: 'Çareserî ne di zext û cezakirinê de ye; di wekhevî, azadî, avakirina aştiyê û avêtina gavên civakeke demokratîk de ye.
11 Hezîran 2026
Ozgur Ozel ragihand: 28 endamên PMê îstîfa kirin
Hat diyarkirin ku ev biryar ji bo ku di nav 45 rojan de kongreya awarte pêk were, hatiye girtin.
11 Hezîran 2026
Bernameya 12emîn Hefteya Rûmetê a Transan a Stenbolê aşkere bû: Şêwazê “T”yê yê kolanan
Hefte, wê di 21ê Hezîranê de bi meşekê bi dawî bibe.
11 Hezîran 2026
MSB: TSK bi biryar e ku bersiva herî tûnd bide gefên li Kibrisê
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB), têkildarî “Peymana Statuya Hêzan” a ku di navbera Fransa û Kibrisa Başûr de hat îmzekirin daxuyaniyek da.
11 Hezîran 2026
Di lêpirsîna madeyên hişbirê ya li dijî navdaran de biryara desteserkirina 22 kesan hat dayîn
Di çarçoveya lêpirsînê de hat zanîn ku di nav kesên hatine desteserkirin de navên naskirî jî hene.
11 Hezîran 2026
Rojnamegeran li Taksîmê daxuyanî dan: Divê hemû rojnamegerên girtî werin berdan
Li Stenbolê rojnamegeran xwestin hempîşeyên wan Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz, Muslum Koyun û tevahî rojnamegerên girtî werin berdan.
11 Hezîran 2026
Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê
Amedspor ragihand ku wan heya sezona 2027/2028an bi rahêner bi Besnîk Hasî re peyman îmze kiriye.
11 Hezîran 2026
DYAyê êrişî Îranê kir: Îranê got ku heke êriş bikin em ê bersivê bidin
Alozî û rageşiya di navbera DYA û Îranê de mezin dibe. Îranê ragihand ku wan li 18 armancên Amerîkayê xistiye. CENTCOMê jî bi fermana Trump, li başûr û rojavayê Îranê gelek navendên stratejîk dan ber bombeyan.
11 Hezîran 2026
Nivîskar Burhan Sonmez Xelata Hemingway wergirt
Piştî ragihandina xelatê, Burhan Sonmez diyar kir ku ew vê xelatê “bi navên kesên ku ji bo azadî û aştiyê têkoşiyane, bi taybetî ji bo Dayikên Şemiyê” werdigire.
11 Hezîran 2026
Vecih Cüzdan
nûçe
D.K.ê ku li Mêrdînê îşkence lê hatibû kirin serbest bû
Parêzerê D.K., Ridvan Kurt got: "Ne di îdianameyê de, ne di qonaxa lêpirsînê û ne jî di qonaxa darizandinê de derbarê alayê de tu pirs ji wî nehatine kirin.”
10 Hezîran 2026
Vecih Cuzdan
Şerên di navbera dewletan de ji sala 1946an vir ve di asta herî bilind de ne
Li gorî daneyên UCDPê, hejmara pevçûnên di navbera dewletan de di sala 2023an de 2 bû, lêbelê di sala 2025an de ev hejmar derketiye 8an. Li gorî UCDPê, ev rêje piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn asta herî bilind e.
9 Hezîran 2026
Nûçegîhanên MAyê Dal û Aslan beraet kir, Alayûmat jî ceza stend
Derbarê rojnameger Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan de biryara beraetê hate dayîn û li rojnameger Erdogan Alayamut jî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza hate birîn.
9 Hezîran 2026
Ozel li ber Deriyê Dîkmenê diaxive: Pêşî em ê kongreyê bikin, piştre em ê ji bo desthilatdariyê bimeşin
Kemal Kiliçdaroglu, ji bo ku civîna komê li Navenda Giştî ya CHPê saet di 14:00an de li dar bixe, bang li partiyiyan kir.
9 Hezîran 2026
Mirina bi komî ya pisîkan a li Amedê di rojeva Meclîsê de ye
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren, di pirsnameya ku pêşkeşî Meclîsê kir de destnîşan kir ku divê berpirsiyar werin tespîtkirin û bûyer bi hemû aliyên xwe ve were ronîkirin.
9 Hezîran 2026
Zarokek 16 salî di înşaeta ku lê dihate xebitandin de mir
Li Agiriyê, zarokê 16 salî yê ku dihate xebitandin ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da. Li bendê ne ku cenazeyê wî bişînin Bazîdê.
9 Hezîran 2026
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnamegerên li qadê ji bo rojnamegerên girtî dê daxuyaniyê bidin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnameger tenê ji ber ku nûçe çêkirine di girtîgehê de ne û weha hat gotin: “Rojnamegerî ne sûç e.”
8 Hezîran 2026
Dayikên Aştiyê giliyê Rahmî Koç kirin: "Bila gelê Kurd fîrmayên Koçê boykot bikin"
“Heta ku ji jinên Kurd lêborîn neyê xwestin em lêborînê qebûl nakin. Çi ceza heq dike divê lê bê birîn”
8 Hezîran 2026
Îsraîl û Îranê êrîşî hev kirin
Piştî êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Libnanê, Îranê li dijî Îsraîlê êrîşên mûşekên balîstîk pêk anîn. Balafirên şer ên Îsraîlê jî herêmên rojava û navîn ên Îranê kirin armanc.
8 Hezîran 2026
Abdullah Ocalan ji bo “Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” peyam şand
Ocalan: “Jehrkuja hemû neyinîyan, siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Gihîştina civaka demokratîk tenê bi vî rengî pêkan e. Di serî de jin, divê giranî li ser xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê bê xebitandin. Divê xebatên şaredariyan bi Kurdî be.”
8 Hezîran 2026
Li Filîpînan bi pileya 7,8an erd hejiya
Li Filîpînan piştî erdhejê, hişyariya tsunamiyê hat dayîn. Li pey erdheja bi mezinahiya 7,8an, 10 erdhejên piçûk hatin tomarkirin.
8 Hezîran 2026
Paşinyan di hilbijartinan de li pêş e
Li Ermenistanê di hilbijartinên parlamentoyê de Partiya Peymana Sîvîl a di bin rêberiya Serokwezîr Nikol Paşinyan de ber bi desthilatdariyê diçe.
8 Hezîran 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Lêpirsîn hat destpêkirin: Rahmî Koç lêborîn xwest
Karsaz Rahmî Koç li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de bi zimanekî nijadperest û zayendperest jinên Kurd hedef girtibû. Piştî bertekan derbarê Koç de lêpirsîn hat vekirin.
6 Hezîran 2026
Îrlandayê ketina welatê xwe ji wezîrên Îsraîlê Ben-Gvir û Smotrich re qedexe kir
Wezaretê ragihand ku wan ferman dane yekîneyên peywendîdar ku heke her du wezîr hewla ketina nav welat bidin, wê tevdîrên pêwîst werin girtin.
6 Hezîran 2026
Li dijî Şaredariya Bucayê operasyon: Şaredar Gorkem Duman jî di nav de 42 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsînê de 12 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
6 Hezîran 2026
Rahmî Koç bi nêrîneke nijadperest heqaret li jinên Kurd kir
Karsaz Rahmî Koç li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de bi zimanekî nijadperest û zayendperest jinên Kurd hedef girt. Kurdan li ser medyaya civakî pertek nîşan dan.
6 Hezîran 2026
Li gorî TUÎKê enflasyon ji sedî 32 e û li gorî ENAGê jî ji sedî 53 e
Li gorî ENAGê enflasyona mehane ji sedî 2,26 zêde bûye ê û enflasyona salane jî bûye ji sedî 53,13. Li gorî TUÎKê jî enflasyona mehane ji sedî 1,71 e û enflasyona salane jî bûye ji sedî 32,61.
5 Hezîran 2026
Li Wanê "Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê" wê li dar bikeve
Li Wanê 12 şaredariyên DEM Partiyê ji bo “Mîhrîcana Keda Jinan a Berhamdariyê” daxuyaniyeke nivîskî parve kir û bang li gel hate kirin ku tev li mihrîcanê bibe.
5 Hezîran 2026
1
...
13
14
15
16
17
...
24
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver