TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 126
ISIG: Di sala 2022an de 1843 karker mirine
Li gorî rapora Meclîsa ISIGê di sala 2022an de rojê herî kêm 5 karker di dema karkirinê de mirine.
6 Çile 2023
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî wê salvegera xwe pîroz bike
Weqf di sala 2011ê de hatiye avakirin û di bin banê Weqfê de bi dehan bername û çalakî pêk hatine.
6 Çile 2023
Di doza GOÇIZDERê de hemû girtî serbest bûne
Di 2emîn danişîna doza GOÇÎZDERê heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara serbest berdana 13 kesan daye.
6 Çile 2023
Li Tirkiye û cîhanê hîna jî êşa zirav nexweşiyeke berbelav e
Êşa zirav yek ji nexweşiyên her kevn e lê li Tirkiyeyê û cîhanê hîna jî gelek kes ji ber wê dimirin.
6 Çile 2023
Hejmara 18em a Nûbihar Akademîyê derketiye
Hejmara 18em a Kovara akademîk û xebatên kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî (NA) derketiye. Kovarê di vê hejmarê de li ser mijara “Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da” dosyayeke taybetî amade kirîye. Serpereştiyarê dosyayê Dr. Esmail Shams e û temaya dosyayê jî beşek ji dîroka Kurdan e.
6 Çile 2023
Li Tirkiyeyê çend endamên partiyên siyasî hene?
Ji 122 partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê 11 milyon û 241 hezar endamên AKPyê hene ku yekem partî ye. Di rêza duyem de CHP heye ku milyon û 369 endamên wê hene û yên IYI Partiyê 617 hezar in.
6 Çile 2023
Serokomar Erdogan: Em ê hilbijartina 2023yan beriya dema wê çêbikin
Erdoganî gotiye: “Dibe em li gorî şert û mercên demsalê, dîroka hilbijartina 2023yan hinekî bi pêş de bînin û nû bikin, herî baş hûn girîngiya vê hilbijartinê dizanin.”
5 Çile 2023
Dadgeha Destûra Bingehîn dest daniye li ser hesabên HDPyê yên alîkariya xezîneyê
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ji Dadgeha Destûra Bingehîn re nivîsek şandibû û gotibû, “ji bo bikaranîna alîkariya xezîneyê ya di kar û barên ji derveyî yên partiyê de bên astengkirin, divê dest deynin li ser hesabên alîkariya xezîneyê yên HDPyê.” Dadgeê li gorî vê daxwazê biryareke demkî daye.
5 Çile 2023
Hejmara 15an a “Psychology Kurdî”yê derketiye
Di vê hejmarê de dosyeyek li ser “Teoriyên Derûnnasiyê” hatiye amadekirin.
5 Çile 2023
Gulistan Dokû 3 sal in winda ye: Çima di lêpirsînê de pêşketin nîne?
Parlamenterê HDPyê yê Dêrsimê Alîcan Onluyî çend pirs arasteyî Parlamentoyê kiriye û li aqûbeta Gulistan Dokûyê pirsiye.
5 Çile 2023
Li Wanê du leşker bi tohmeta ku destdirêjî li jinekê kirine hatine girtin
Li Seravê, navçeya Wanê du leşkerên bi girêbest bi tohmeta ku desdirêjî li jinekê koçber a Efxanî kirine hatine girtin.
5 Çile 2023
SOHR | "Bi destûra Enqereyê û bi pereyên Filistinê dagirkerên biçek li Efrînê bicih dikin”
SOHRê di daxuyaniyekê de gotiye, li Efrînê dest datînin li ser mal û milkên kurdan û bi piştgiriya “saziyên alîkariya mirovî” yên filistînî, kûweytî û qeterî avahiyan çêdikin û endamên rêxistinên dagirker ên Tirkiye piştgiriya wan dike, li wir bicih dikin.
5 Çile 2023
Mûçeyên teqawitbûyan û karmendan îro dîsa zêdekirine
Mûçeyê herî kêm yê teqawitbûyan derketiye 5 hezar û 500 lîreyan.
4 Çile 2023
“Girîngtirîn aktorê çareseriyê tecrîd dikin”
Parlamenterê HDPyê yê Îdirê Habîp Eksîkî gotiye: “Bingeha pisgirêkên gelên Tirkiyeyê dijîn, neçareserkirina pirsgirêkên kurdan û polîtîkayên şer e. Mezintirîn û girîngtirîn aktorê çareseriya pirsgirêka kurdan Ocalan e.”
4 Çile 2023
Li Wanê zibilê dirijînin ber çavkaniyên avê
Zibilên li Wanê tên komkirin li şûna ku bişînin Tesîsa Veguherandina Bermayên Avêtinê yên Hişk ên Entegre, dirijînin ber Gola Wanê û Çemê Botanê.
4 Çile 2023
Beriya merasîma cenazeyê Kizilê li Fransayê hatiye kuştin, li Qersê çalakî hatine qedexekirin
Beriya merasîma cenazeyê Abdûrrahman Kizilê ku li Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kayayî ya Parîsê hatibû kuştin pêk bê, Walîtiya Qersê heta 7 rojan çalakî û bername qedexe kiriye.
4 Çile 2023
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştine
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de tundkarî herî hindik li 65 jinan kiriye. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 29 zarokan kirine, herî hindik 16 jin tacîz kirine.
4 Çile 2023
Evrim Kepenek
Li Gîrtîgeha Şakranê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiyan li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê dane destpêkirin.
3 Çile 2023
Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş biryarek daye
Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş, kal û pîr û kêmendam biryareke nû daye. Li gorî vê biryarê, wê cezayên girtiyên nexweş, kal û pîr û kêmendan an bên kêmkirin an jî betalkirin.
3 Çile 2023
Li Amedê tûndkariya polîsan: Du polîsên ku li welatiyekî xistibûn ji wezîfeyê hatine dûrxistin
Li Amedê di dema kontrola GBTê de polîsên tevgera taybet li welatiyekî ku dixwest xwe bigihîne nimêjê derb kirine. Welatiyê ku hatiye desteserkirin piştî rojekê serbest bûye. Walîtiyê ragihandiye ku 2 polîs ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
3 Çile 2023
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
TIHV: Bila Bîlal Yiliz û mafparêzên girtî serbest bibin
TIHVyê gotiye ku “Bîlal Yildiz, mafparêzekî bibiryar û biîstîkrar e. Salên dirêj e li Nûnertiya Stenbolê ya TIHVê ji bo dermankirin û rehabîlîtasyona wan, alîkarî dide kesên îşkencebûyî û xizmên wan, ji bo rewşên başbûna civakî kar dike.”
3 Çile 2023
Ji bo hestiyên ku li Zîlanê derketine holê lêpirsîn nehatiye destpêkirin
Bendava ku li Geliyê Zîlanê hatibû çêkirin ava wê kêm bûye û hestiyên mirovan derketiye ser erdê. Li Geliyê Zîlanê bi hezaran kes hatibûn qetilkirin. Parêzer Jiyan Ozkaplanî, aniye ziman ku tevî serlêdana wan a li dozgeriyê jî 2 hefte ne lêpirsîn nehatiye destpêkirin.
3 Çile 2023
Diyarname: Di sala 2022yan de 350 pirtûkên kurdî çap bûne
Li gorî nûçeya Diyarnameyê, îsal bêhtir helbest hatine çapkirin. Her weha beşeke mezin ji pirtûkan, werger in.
3 Çile 2023
Şûraya Dewletê: Biryara betalkirina Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye
Şûraya Dewletê di biryara xwe de diyar kiriye ku biryara betalkirina Peymana Stenbolê “li gorî hiqûqê ye.” Li gorî vê encamê, Tirkiye bi rengekî fermî Peyman betal kiriye.
3 Çile 2023
Rûsya: Ûkraynayê bi mûşekên DYAyê êriş kiriye û 63 leşkerên me mirine
Ûkraynayê ragihandibû ku di êrişekê de wan 400 leşkerên Rûsyayê kuştine. Wezareta Berevaniya Rûsyayê têkildarî êrişê daxuyanî daye û gotiye, “Di encama teqîna 4 mûşekên ku bandora wan zêde bûne de 63 leşkerên Rûsyayê mirine.
3 Çile 2023
Kûçikê li Konyayê bi îşkenceyê hatibû kuştin | Bersûc tehliye bûne
Heyeta dadgehê di yekem danişîna doza kuştina kuçikî de biryara tehliyeyê ji bo herdu bersûcan, Mûrat Bacak û Sefa Çakmak daye. Ji ber kuştina kuçikî, dozgerî xwestibû her yek ji wan bi şeş sal cezayê girtîgehê bên cezakirin.
2 Çile 2023
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe ji bêedaletiyê re digirin wê têk biçin
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 665an de dewam dike.
2 Çile 2023
Bernameya Wêjegeh Amedê ya Kanûna Paşiyê diyar bûye
Di bernameyê de wê fîlmê yekem ê Lutfu Erdemî yê bi navê “Pîrebok” bê nîşandan. Fîlmê Erdemî li Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navnetewî Xelata Fipresci wergirtibû. Piştî nîşandana fîlmî wê gotûbêjek pêk bê.
2 Çile 2023
Li Meksîkayê bi çekan êrişî girtîgehê kirine: 14 kes mirine
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya eyaleta Chihuahuayê, li bajarê Juarez a Meksîkayê çekdaran êrîşî girtîgehekê kirine û di encamê de 14 kes mirine û her weha destûr dane 24 girtî jî birevin. Di bûyeran de 13 kes jî birîndar bûne.
2 Çile 2023
Li Mêrdînê wesayîta karmendan qeza kiriye: 6 kes mirine
Li Mêrdînê wesayîta ku xebatkarên walîtî û zanîngehê dibe û tîne qeza kiriye. Di encamê de 6 kes mirine, 5 kes birîndar bûne.
2 Çile 2023
RTUKê di sala 2022an de 17 mîlyon û 335 hezar lîre ceza li 5 kanalan biriye
RTUKê di sala 2022an de bi qasî 17 mîlyon û 335 hezar lîre weke ceza 54 caran li Halk TV, TELE 1, KRT TV, Fox TV û Flash TVyê biriye.
2 Çile 2023
“Li Îranê heta niha 512 xwenîşandar mirine"
Li Îranê careke din kurtemesajan ji xwediyên wesayitan re dişînin ku tê de dibêjen, "Hatiye dîtin ku te di wesatiya xwe de bikaranîna serpoşê binpê kiriye." Ev peyam ji Îlona 2022yê û vir ve nedihat şandin.
2 Çile 2023
1
...
124
125
126
127
128
...
135
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver