İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 12
Ferhat Yaşar
nûçe
Gelo veguherîna "NATO 3.0"ê dê bandoreke çawa li ser hevsengiyên herêmî û cîhanî bike?
Sibe li Enqereyê 36emîn civîna Lûtkeya NATOyê dest pê dike. Zanyarê siyasî û analîst Soli Ozel lûtke nirxand û got, “Di qonaxên NATO 1.0 û NATO 2.0ê de giraniya herî mezin li ser milê Amerîkayê bû. Lê belê ji niha û pê ve tê xwestin ku Ewropî barê herî giran hilgirin ser milên xwe."
7 Tîrmeh 2026
Ferhat Yaşar
Rojnameger Hazar Dost û Kayhan Ayhan hatin desteserkirin
Rojnameger Hazar Dost, ji ber çalakiyeke ku di sala 2018an de beşdarî bûye, hat desteserkirin. Nûçegihanê rojnameya BirGunê Kayhan Ayhan jî li Stenbolê di mala xwe de hat desteserkirin. Ayhan desteserkirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyama "Ez hatim desteserkirin" ragihand.
7 Tîrmeh 2026
Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Divê gelê Kurd bi ziman, çand û nasnameya xwe bê naskirin
"Konferansa me wê yekê diparêze ku gelê Kurd bi ziman, çand, nasname, bîra xwe ya dîrokî û îradeya xwe ya siyasî, di nav Komara Demokratîk da tevî gel û baweriyên din wek kirdeyekî avaker û wekhev bi awayekî qanûnî û destûrî bê naskirin."
6 Tîrmeh 2026
Rojnameger Berfîn Ay hat desteserkirin
Rêvebira Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Berfîn Ay li Cizîrê hat desteserkirin. Sedema desteserkirinê heta niha diyar nebûye.
6 Tîrmeh 2026
Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd ava bû
Komxebata Sînemaya Kurd, bi gaveke girîng bi dawî bû. Him ji bo arşîv û perwerdehiyê pêşniyarên çareseriyê hatin kirin, him jî ji bo rêxistinbûneke hevpar a sînemayê gaveke girîng hat avêtin.
6 Tîrmeh 2026
Zanîngeha Bilgiyê dawî li karê Prof. Dr. Bulent Bilmez anî: “Biryar bêhêcet û siyasî ye"
Bilmez got ku ev biryar “ne hiqûqî û etîk e, siyasî ye” û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê biryarê têbikoşe.
6 Tîrmeh 2026
Pêş lûtkeya NATOyê rojnameger, parêzer, akademisyen û aktîvîst jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Pêş Lûtkeya NATOyê ya ku dê li Enqereyê pêk were, li gelek bajaran bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtinan de rojnameger Abbas Vural, Buse Sogutlu, Ceren Erdogdu, parêzer Ezgi Onalan û akademisyen Sibel Ozbudun û Temel Demirer jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
5 Tîrmeh 2026
Deniz Goktaş hat girtin
Komedyen Deniz Goktaş bi tohmeta ku "heqaret li serokkomar kiriye" û “nirxên olî piçûk xistiye” hat girtin.
3 Tîrmeh 2026
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 32 e
Bi eşkerebûna daneyên enflasyonê yên TUÎKê re, rêjeya zêdebûna mûçeyên teqawidên SSK, Bag-Kur û fermanberiyê diyar bû. Her wiha sînorê herî bilind ê zêdebûna kirêyan jî diyar bû.
3 Tîrmeh 2026
Ayşe Gokkanê piştî ku 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn peyam şand
Gokkanê destnîşan kir ku vê biryarê baweriya wê ya bi têkoşîna mafên jinan û mafên mirovan lawaz nekiriye û got: "Biryardariya me ya di lêgerîna heqîqet, edalet û azadiyê de hîn bihêztir bû."
3 Tîrmeh 2026
Selahattin Demirtaş dê bi malbata Rojin Kabaiş re hevdîtinê bike
Parêzerên Demirtaş li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyek dan û derbarê dîrok û naveroka hevdîtinê de zanyarî belav kirin.
3 Tîrmeh 2026
Waliyê Enqereyê 39 hezar ajalên ku li kolanan dijîn birin kîderê?
Daxuyaniya Waliyê Enqereyê Yakup Canbolat a ku gotibû "Li Enqereyê 52 hezar ajalên ku li kolanan dijîn hebûn, me hemû komkirin", rastî bertekên ajalparêzan hat. Ajalhezan bi bîr xist ku kapasîteya sitargehên heyî 13 hezar e û pirsîn ku bê ka çi bi serê 39 hezar ajalên din hatiye?
3 Tîrmeh 2026
Li Şamê êrîşa bombeyî: 9 kes mirin
Heta niha tu kesî berpirsiyariya teqîna li Şamê negirtiye ser xwe. Wezareta Karên Derve û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres êrîş şermezar kirin. Hat ragihandin ku teqîn li kafeyekê pêk hatiye ku ew der cihê hevdîtina parêzerên li Edliyeyê dozan dişopînin bûye.
3 Tîrmeh 2026
33emîn salvegera Qetlîama Sêwasê: “Madimak muzexaneya şermê ye”
Li ber Otela Madimakê ya Sêwazê, cihê ku 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend hatin qetilkirin bernameya bîranînê pêk hat. Di bîranînê de li Otêla Madimakê afîşa "Muzexaneya Şermê" hat daliqandin û banga hevrûbûna bi qetlîamê re hat kirin.
2 Tîrmeh 2026
Deniz Goktaş li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin
Komedyen Deniz Goktaş, piştî ku bernameya xwe ya bi navê “Ölü Deniz”(Deryaya Mirî) li ser YouTubeê weşand û ji aliyê kesên nêzî desthilatê ve weke hedef hatibû nîşandan. Goktaş di vegera xwe ya ji dervayî welat de li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.
2 Tîrmeh 2026
Hesab û malperên medyaya Kurdî hatin astengkirin
Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK), malperên înternetê yên Nûmedya24, Azadiya Welat û Ajansa Welat asteng kir. Her weha BTKê hesabên Xê yên Nûmedya24 û Ajansa Welat jî li Tirkiyeyê asteng kir.
2 Tîrmeh 2026
Nûçegihana Cumhuriyetê Gulnûr Saydama ku hatibû desteserkirin serbest bû
Nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Gulnûr Saydam, piştî nûçeya xwe ya derbarê komên sûcên rêxistinkirî û êrîşên çekdarî yên li Gokturkê hat desteserkirin. Saydam, piştî îfadeya xwe ya li Emniyeta Vatanê û kontrola tendurustiyê serbest hat berdan.
2 Tîrmeh 2026
Serokê MÎTê bi rayedarên Herêma Kurdistanê û İraqê re civiya: Rojev ewlekarî û pêvajoya aştiyê bû
Serokê MİTê Îbrahîm Kalin li Bexda û Hewlêrê bi gelek kesayetên siyasî re hevdîtin pêk anîn ku di nav wan de navên wekî Nîzar Amêdî, Mesûd Barzanî, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî jî hene.
2 Tîrmeh 2026
Li Venezûêlayê ji bo qurbaniyên erdhejê 7 roj şîn hat ragihand
Seroka Dewletê ya Demkî Delcy Rodríguezê wiha got: “Îro em şirîkê xema wan malbatan ne ku kesûkarên xwe winda kirine; ji bo birîndar, windabûyî û hemû civakên ku ji vê karesatê bandor bûne duayan dikin.”
2 Tîrmeh 2026
DEM Partiyê pêvajoya nexşerêya qonaxa nû da destpêkirin
DEM Parti armanc dike ku berî kongreya ku wê di 20ê Îlonê de li Enqereyê pêk bê, bi rêya konferansa jinan, konferansa navendî û hevdîtinên tematîk nexşeya rê ya serdema nû diyar bike.
1 Tîrmeh 2026
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Xelatgira Nobelê Jody Williamsê nameyek ji Ocalan re şand: Nêrîna we, ji bo pêkanîna guhertineke civakî xwedî roleke pir girîng e
"Ewqas salan we li ber xwe dan û biryardariya xwe bi dewamî nîşan dan. Ev berxwedêrî nîşaneya rûmet û baweriyeke xurt e.”
1 Tîrmeh 2026
Bihayên rê û piran zêde bû
Bihayê derbasbûna Pira Osmangazî û Pira Çanakkaleyê ya 1915an zêde bû. Bihayê ku 995 TL bû, bi zêdekirina dawî derket 1.170 TLyî.
1 Tîrmeh 2026
Sînorê birçîbûnê 7 hezar û 683 TL ji ser mûçeya herî kêm re ye
Li gorî daneyên TURK-İŞê, li Enqereyê sînorê birçîbûnê ji bo malbateke çar kesî derketiye 35 hezar û 758 TLyî.
1 Tîrmeh 2026
Erdogan: "Bila mûxalefet li ser Elewiyan siyasetê neke"
Erdoğan di daxuyaniya xwe ya piştî Civîna Kabineyê de, qet behsa amadekariyên Lûtkeya NATOyê ya li Beştepeyê, girtinan û tedbîrên ewlehiyê yên ku li 9 navçeyên Enqereyê jiyan tevizandiye, nekir. Pesnê hikûmeta xwe da û mûxalefet rexne kir. Her wiha bi boneya meha Muharemê silav li Elewiyan kir.
1 Tîrmeh 2026
Platforma Jinan a Enqereyê li dijî NATOyê çalakiyek li dar xist
Endamên Platforma Jinan, li dirêjahiya Kolana Konurê balafirên kaxizî yên ku li ser wan “Netirse, ev balafir ji kaxizê ye” nivîsandî, firandin.
29 Hezîran 2026
101emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran: “Ger dewlet bi rabirdûya xwe re hevrû bibe, aştî ava dibe”
Komeleya Şêx Seîd, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Baroya Amedê, di 101emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de daxuyanî dan û xwestin ku cihê gorên wan eşkere bibin û li ser bingeha hevrûbûna bi rabirdûyê re aştiyeke civakî ava bibe.
29 Hezîran 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Erdheja Venezuelayê: Hejmara kesên di erdhejê de mirine gihîşt 1450an
Serokê Parlamentoya Neteweyî yê Venezuelayê Jorge Rodriguez: “3 hezar û 150 kes birîndar bûne û 12 hezar û 721 kes ji cih û warên xwe bûne û 774 avahî bi temamî rûxiyane.
29 Hezîran 2026
Konferansa Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî bibe fermî
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Amedê tê lidarxistin bi girtina biryarên girîng bi dawî bû.
29 Hezîran 2026
Li Stenbol û Amedê ji bo Ocalan ‘Mîtînga Azadiyê’ pêk hat
Di axaftinên mitîngan de, azadiya fîzîkî ya Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan derxistina rêzikên hiqûqî û vekirina rêya siyaseteke demokratîk wekî daxwazên sereke derketin pêş.
29 Hezîran 2026
65 kesên ku di 24emîn Meşa Rûmetê ya Stenbolê de hatibûn desteserkirin, serbest bûn
Meşa Rûmetê ya Stenbolê, tevî biryarên qedexekirinê û astengiyên veguhestinê li Kadıkoyê dest pê kir. Rojnameger jî di nav de 65 kesên ku di meşê de hatibûn desteserkirin, serbest bûn.
28 Hezîran 2026
Ocalan: Ez Kadîr Înanir bi rêzdarî bi bîr tînim
Abdullah Ocalan ji bo hunermend Kadir İnanirê ku koça dawî kir peyameke sersaxiyê şand û got: “Ew ji bo gel hunermendekî rastîn bû.”
28 Hezîran 2026
Ozel li Amedê ye: Silavên Demîrtaş li ser ser û çavên me ne
Ozel got: “Me bi silava Selahattin Demirtaş dest pê kir. Silavên Selahattin Demirtaş li ser navê tevahiya Amedê, li ser navê hemû gelê herêmê û li ser navê hemû kurdan li ser ser û çavên me ne. Em ji vir silavan li wî dikin.”
26 Hezîran 2026
1
...
10
11
12
13
14
...
21
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver