TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Mizgîn Ronak
Rûpela 2
Mizgîn Ronak
nivîsî
Ne dilek sê dil
Kurdkujî kurmperestî ye û kurmîbîyîn jî dîyarîya dagirker e. Ew hew dikare vê dîyarîyê bidime me. Wî diyarîyek din nîne. Lê em dikarin destpêkê ji xwe, dûre ji hev hez bikin. Ne bi dilek lê bi sê dilan dest bi çîrokên nû bikin û nehêlin vejena me nemire û neçe ber pêlavên xelkê.
1 Cotmeh 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Ezên şerker
Em ji wê kilamê hez dikin, erê. Tenê bêje “şervano”jî em dizanin ku behsa me jî dike, behsa jinan jî. Bes niha mijar ne ew şervantîya bi heybet û çek rext e. Niha ya ku şûrê xwe bilind dike, şervantîya me ya hundirîn e. Ew şervantîya bêdawî û bênavber û bêçek û rext!
24 Îlon 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Derengmayîn jî çû
Çima wî şîrê spî û şîrîn, wê zaroktîya li hembêza dayîkan nayê hewarê? Bi ku va çû ew zaroktîya ku bê rûyê dayîk û xwişkê nedibû? Kanên ew lawikên ku wek berfê spî, wek bexçeyên baharê bê guneh bûn? Mêr kengê û çilo wiha ji însanîyetê ket û bi dijminê her tiştê jinan?
18 Îlon 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Bêzincîr
Zincîrê li stûyê me jî nekarîye stûyê me xwar bike û bitewîne. Jixwe wek ku zincîr jî nizane li wir çi dike. Wek ku ew jî ji ber xwe ve şerm dike. Lê li wir e dîsa jî, di stûyê me yê azad de…
5 Îlon 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Kîjan erebe?
Li erdnîgarîya me jîyan tim erebeyek xerabe bûye. Me xwe dîtîye nedîtîye ev erebe tim bi arîze, tim bi qeza û bela ne. Dême ku erdnîgarî ne erdnîgarî be, erebeya ku heyat tê de ye jî ne tu erebe ye. Ka kî ji me dikare ji bo kîjan dema jîyana xwe behsa rêwîngîyek dilxweş û bi ewle, behsa gihîştinek bê qeza û bela bike?
27 Tebax 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Dê çawa be?
Însan kî ye bi rastî jî? Bêyî ku zirx û birîn û têkçûnên jinîtî û mêrîtîyê li xwe bike, tiştek çawa ye? Mirov ji bilî dapîr û bapîrên meymûn, binyatek din jî nîne? Dema xwe ji bo hestek peritî ajîte û sor dike çi ji xwe dixwaze? Mirov çima qet li ser pirsa ez mirovek çilo me nafikire?...
20 Tebax 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Xezela pişîkên payîzê
Qey nedibû te ewqas behsa mirinê nekira… Bi xwîna xwe nenivîsanda, bi mirina xwe nenexşanda, bi mirina ku bi fizîkî nebû para te nekemilanda…Qey nedibû te xwe bi bîjiyên hespê mirinê va daneleqanda û helbest û çîrok û romanên li ser mirina kurdan nenivîsanda! Li ser mirina kurd û perperok û dar û xezal û demsalên ku tu jî yek ji wan bûy…Qey te pir xwest bi pey çîroka pepûkê bikevî û hema binvîsî û binvîsî!
13 Tebax 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Redîabolisation
Lê sernava me gazî dike, em ê şeytan çawa dîsa wek şeytan bibînin û jibîr nekin ku faşîst tim faşîst e, hew faşîst e. Nayê guhertin û nabe melaîket. Loma jî divê zexel û sîmsarên ku xwe wek her kesî… dan xwiyakirin û sûcên xwe yanî şeytanbûyîna xwe dan jibîrkirin, dîsa ji nû ve wek şeytan bên dîtin, yanî bên veşeytanîkirin. Ev hem ji bo edaletê pêwîst e, hem jî ji bo ku rûyê jiyanê reş nebe...
9 Tebax 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Govenda bi tenê
Dema li derek nasnameyek bibe hevkara sûcê dagirkerên xwe her tiştên wê mehsûmiyeta xwe ji dest dide, her tiştên wê! Yanî govenda wê jî! Û çawa ku di wateya bi rûmet û xwebûnî de govend, tenê govend nîne, di wata bişaftinê de jî govend, êdî tenê govend nîne…
30 Tîrmeh 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Dîabolîco
Bi Latînî, Dîabolus, Dîabolî, bi Spanyolî Dîablo, bi Frensî Dîable, şeytan e. Dîabolîco jî şeytanî ye. Ji bo ku her kes şeytan nas dike, hewce nake em bêjin ku şeytan kî ye û şeytanî çî ye. Bes mesele niha du konseptên ku azadîxwazên Frensî anîn rojeva xwe û paşê di tûra hilbijartinê ya duyemîn de jî li gor wê seferber bûn û nehîştin ku eniya faşîst wek tûra yekemîn bi ser bikeve.
24 Tîrmeh 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Eva Kor û Dr
Di sala 1944an de ez û malbata xwe ji nîşkave hatin girtin. Me tî û birçî li trênek ku pê dewaran dibirin suwar kirin...
16 Tîrmeh 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Xeber çiqas xeber e
Pêwîst e wate, giranî û qîmeta gotinan hebe. Ji ber vê jî divê ne kartû(beyat)bin, li bin lingên dubareyên dîrokê nepeçixîbin. Yanî lazim e gotin, gotin bin…nû bin, hinek nûker bin.
9 Tîrmeh 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Tirs çawa dişkê?
Welatê mirovên ku nema karin bitirsin li ku ye gelo? Dê li ku xwe li mala xwe bibînin? Çimkî diyar e ku ev welat, ne yê wan e êdî… Em ê bi ku da herin gidî?...
1 Tîrmeh 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Kereng û ba
Dê havîna paşîn bê û dewr dîsa bibe dewra kerengê. Ne çol bihêle ne beyar,ne gund bihêle ne bajar. Geroktî û seyahtî jî ew e êdî. Çimkî vê carê bayê dixapîne. Baharê keçika reben xapandibû û ew kiribû kujera bira. Berpayîzê jî bayê dixapîne, lê suwar dibe û dinyayê dike dinyaya xwe...
21 Hezîran 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Xwe dane dest
Tu meneya wan kirasên we yên nû jî nema! Qey serê we tevlêhev e an zexelî nahêle ku hûn rast û durust bin? Hem kirasên nû, cîlayên nû, hem jî hiş û rêbazên kevin nabin. Kes natirse jî êdî. Xewnên Efxanîstan û nizanim li ku jî nebînin. Dibe ku li wir xewnek xweş be lê li vir dibe xewnereşk û kabûs…
11 Hezîran 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Hatin û çûyîn
Dema yek ji me dibêje, ez hatim lê li ne tu derê bûm…Mirov dibêje çi? Dixwaze bêje çi û ên ku li hember mirov in çi fêm diçin? Ez hatim lê li ne tu derê bûm…
5 Hezîran 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Alên Reş û Firîna Bi Baskên Şikestî
Mirî…dîsa ranazên û li ser kar in, li wir, li wê gulistana ebedî ya li ser dil jî.. Nahewin, natirsin, li ser welat difikirin. Mirî ne xerîb in, ji me ne. Mirî em in em. Hisiyata; hay loo…em eynî ne” bi mirov re çê dikin. Mirî, ne bêzar û bêziman, ne jî bê fikr û raman in…
27 Gulan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Parastina lawazker
Dema min dîmenên ji civîna meclisê ya bajarê Mêrdînê dît, digel gelekan ev pirs jî ketin rêzê. Tev li ser hev deqeyek heye an tune ye ku kurdî tê axaftin, lê bertekên sedsalî li derdorê dizivirin û axaftina bi kurdî dibirin, sabote dikin, dikujin. Hem jî di roja cejna zimanê kurdî de! Û hem jî ya ku diaxive hem jin hem jî hevşaredar e! Navê vê rewşê çî ye niha, wateya wê çi?
20 Gulan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Baskên Hawarê
Herdû cîldên Hewarê li ber min in. Dema li zindanê bûm, bavê min bi kelecanek mezin, di nêv para xwe ya wê axaftina telefonê ya deh deqeyî de behsa wan û tam, wate û îlhama xwendina wan kiribû… Çawa gihîştim mal bala min kişandin ji pirtûkxanê. Bi heybet in, wek du baskên mezin û rizgarker. Lê nikarin wek wan ejderhayên di sînemayan me bidin ser baskên xwe yên mezin û xelas bikin bibin. Çima nikarin?
13 Gulan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Kevoka Bêdawî
Yekîtiya beden û ruh, yekbûna muzîk û bedenê, dûrketina ji tevayî sînoran bû ew. Li wir bû. Li ser dikê, li nêz her kesî/ê, li şeva Amedê. Lê dûr bû, dûr bû di pêlên deryaya dengê xwe yî bêdawî de. Dilek ji muzîkê bû ew kurdî û serkeftî. Periyek ji asîmanê welat hatî…Her tişt bubû bask, her tişt difiriya, her tişt dibû awaza kurdî, her tişt dibû bêdawîtiyek li ser kevirê keviran nexşandî...
3 Gulan 2024
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Mizgîn Ronak
nivîsî
Resim çî ye?
Ew resmê(wêne,fotograf,sûret) ku çavên we lê ket, resmek ji rêzê ye. Li ber deriyê derek ku xwiyaye dîrokî ye hatiye kişandin, tenê kêliyek e, kêliyek ji jiyana ku hem pir awarte, hem jî tim ji rêzê ye ye. Lê çi karê wê li vir û li cîhana dîjîtal heye? Ez a ku ji cîhana defter û albûman, ji zemanê pir berê têm, çima vê rismê û yên din parve dikim?
25 Nîsan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Tepsî
Her tişt çawa çûndox e, diçe û tiştek li pey xwe nahêle. Her tişt çawa carekê, hew carekê tê jiyîn. Lê tekrar û dubare û sedbare…
18 Nîsan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Xwekuştin an fîncan
Sartre dibêje; “Niha dikarim xwe bikujim jî, dikarim fîncanek qehwe jî vexwim.” Û dixwaze bi vê mînakê rewşa me ya serwer a ku dikare tercîhan bike bîne bîra me. Erê. Em her tim dikarin xwe bikujin jî, dikarin fîncanek qehwe jî vexwin. Yanî hem fîncana qehwê hem jî xwekuştin tim li ber me, li ber destê me ye. Belkî ev herdû ji bo me şer jî dikin, kî dizane!
15 Nîsan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Peyam
Ji bo ew sûret li bîra me tevan neqişiye, em sûretê wî yê li hişê çêkirî binhêrin, ka ew çî ye. Ev resmê hêja layiqê dîtin, silavdan û famkirinê bû jixwe. Rastê wan jî hat. Lê her tiştê vê dema dîjîtal wek kefê ye, pir zû dimire diçe û gelek caran peyam an wata xwe jî nahêle, nikare bihêle. Ji ber ku her tişt pir hewayî û fûrek e, difûre. Loma jî dema niha dipirsim dibêm: Gelo me têra xwe peyam û meneyê jê derxist, an jî çi bû ya ku bala me ewqas kişand; vana tên bîra min...
5 Nîsan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Sandiqa Wanê
Li Wanê sandiq bû darbest û çiyayê wê yê hêja û cengawer Araratê evî li ser nivîsand:”…..Li vir medfûn e, definkirî û veşartiye!” Cîhê vala ji bo xatirê dilê me ye, me çi bivê em ê wê binivîsin, her carê ji nû ve… Cîhên vala li benda me ne, me çi xwest em ê wê binivîsin. Em ji vir in li vir in, ji dil in. Wan jî em in,ax û pênûs jî.
1 Nîsan 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Çîroka Kurt
...Bi zimanê ku xwediyê çîrok û derdê herî dirêj e, çîrokek kurt çawa tê nivîsandin? Bi zimanê ku nahêle tu tişt di kêliyek dilxweş û dilopek baranê de biveje û biçe. Di qedehek avê de bê vexwarin û tîbûna har ji holê rabike…Çîroka kurt û kurdî, tu li ku yî ka were?
26 Adar 2024
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Mizgîn Ronak
nivîsî
Nû
Em dîsa bûn Newroz lewre. Ev bûyîn, ne rîtûelek ji rêzê, ne jî mecbûriyetek e. Ev bûyîn, çawa ku herî geş û herî rast, di can û beden û coş û mîhrîcana Rojhilat de tê dîtin, bişkivîna xwezayê ye. Her kes dibe dara behîvê, dibe kanî û robar, dibe ax, dibe çiya û zozan, dibe pinpinîk û teyr, dibe agir, stêrk, av, mirov, jin, mêr, zarok û pîr...
20 Adar 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Lehengên romanan rast in an em?
Nexwe rondikên ku edebiyat dide barandin, ji yên ku jiyana derveyê edebiyatê dide barandin pirtir in. Û derya ne ji avê, lê ji rondikên xwendevanan ên li ser evîndar û delodînên edebiyatê çêbûne?
14 Adar 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Bûkên Kurdan
Pirtûka ku bi pênûsa bîranînên Yaşar Xanimê ya demên zor rê nîşanê mirov dide, hem şahid e hem jî mirov dike şahid.
4 Adar 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Li ku ma
Erê lo… Wexteyek em û firtone hevalên hev, em û bahoz aşiqên hev bûn. Sehne wiha ebedî, jiyan wiha formalîte nebû. Hesta” em ê îro çi bikin?” me ji nav livînan dipekand, eyneyan rûyên ronî nîşanê me dida, riyên nû, şiverêyên pak û nazik…
15 Sibat 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Nemumkunên nememnûn!
Erê çav ji çavan şerm dikin. Baş e ku şerm dikin. Lê xwezî carna şerm nekirana, ewqas nazik, kubar û zarîf nebûna.
6 Sibat 2024
Mizgîn Ronak
nivîsî
Çarmix
Ji bo me çarmix, ji çar perçeyan jî tê. Heta çar perçe nebin yek, dê çarmix, çar mîxên xwe ji dil û bedenên aşiqên yekbûyînê kêm neke. Dê Golgota tim li pey me be, çarmix tim li ser milê me… Ne yek, ne dido.. Çar mix.
30 Çile 2024
1
2
3
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver