TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Hikmet Adal
Rûpela 3
Kesên ku êrişî rojnameger Demîrbagî kirine piştî 888 rojan derketine pêşberî dadgehê
Yavûz Selîm Demîrbag, nîvîskarê Yenîçagê di 10ê Gulana 2019an de rastî êrişê hatibû. Dadgehkirina faîlên êrişê îro dest pê kiriye. Danişîna yekem li Dadgeha Hiqûqê ya Esliyê pêk hatiye. Dadgehê biryar daye ku dosyeyê bişîne Dadgeha Cezayê Giran.
15 Cotmeh 2021
Doza Geziyê: Osman Kavala dîsa tehliye nekirin
Endamekî heyeta dadgehê li dijî biryara heyeta dadgehê derket.
8 Cotmeh 2021
DOZA ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ
Dadgehkirina mafparêzan wê 1ê Sibatê dewam bike
Li dadgehê wê Înan Kizilkayayî şahidî bikira lê ji ber ku di karantînayê de ye, nekarîbû beşdarî dadgehkirinê bibe.
30 Îlon 2021
Qeymeqamiyê kampanyaya derzîkirinê ya 3 zimanî asteng kiriye
Qeymeqamiya Qoserê qedexeya çalakiyan weke sedem nîşandaye û destûr nedaye belavkirina broşurên sê zimanî yên ku Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî derzîkirinê amade kiribû.
24 Tebax 2021
Dema ya HDPyê be lêpirsînê vedikin, dema kayûm be, dibêjin “Kampanya ye”
Bêrîvan Helen Işık û Peyman Dara Tûrhan, Hevşaredarên Sêrtê ji ber ku “faîza deynê avê yê welatiyan jê birin” lêpirsîname ji bo wan amade kiribûn. Lê niha kayûmê ku li şûna hevşaredaran hatiye tayînkirin, ji bo heman tiştî, kampanyayek daye destpêkirin.
23 Tebax 2021
Karta çapemeniyê ya Nadîre Materê “bêyî wê agahdar bikin” betal kirine
Rojnameger Nadîre Materê di encama dozê de pê hesiya ku Serokatiya Ragihandinê karta wê betal kiriye. Materê ji ber ku karta wê nehatibû nûkirin, doz vekiribû.
20 Tebax 2021
“Bavê ku istismar li kurê/keça xwe kiriye” giliyê rojnamegerê kiriye
Refîk Y.yê ku îstismar li kurê/keça xwe ya 6 salî kiribû û ji ber vê îstismarê hatibû girtin, lê paşê bi şertê kontrola edlî serbest bûbû, giliyê Evrîm Kepenek, edîrota bianetê kiriye.
9 Tebax 2021
QETLÎAMA LI KONYAYÊ
Dozgeriyê lêpirsîname ji bo rojnameger Ozgur Bogatekînî amade kiriye
Ji ber ku derbarê êrîşa nîjadperest a li Konyayê de peyamek weşandiye dozgeriyê îfadeya rojnameger Ozgur Bogatekînî wergirtiye. Bogatekînî demeke berê jî ji ber êrîşa nîjadpereset a li Sakaryayê, rexne kiribû, dozgerî îfadeya dabû dozgeriyê.
2 Tebax 2021
Dozgerî xwestiye, polîsê ku Hantaş kuştiye bi 25 salan were cezakirin
Dozgerî derbarê bûyera kuştian Recep Hantaşî de îdianame amade kiriye ku du bal berê li Sumeparka Amedê polîs Kazim B.yî ew kuştibû. Dozgerî xwestiye ku Hantaş bi 25 salan were cezakirin.
14 Tîrmeh 2021
Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan çalakî li dar xistin
Rojnameger li ber avahiya Walîtiya Stenbolê hatin ba hev û ji ber tundkarî li hempîşeyên wan Bulent Kiliçî kirine û ew desteser kirine, bertek nîşanî polîsan dan. Kiliçî got: “Polîsê pê li stûyê min kir hê jî li ser kar e, kî ji me xwe di nava ewlehiyê de dibîne?”
29 Hezîran 2021
Şaredarî ji deynê xwe bihuriye, Wezaretê lêpirsîn vekiriye
Wezareta Karûbarên Navxweyî ji ber ku şaredarî ji faîza deynê xwe yê avê bihuriye lêpirsîn li 25 endamên meclîsê yên Şareradiya Sêrtê vekiriye.
17 Hezîran 2021
Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ji bo rojnameger Temîzkanê daye
Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya derbarê rojnameger Sabîha Temîzkanê de qebûl nekiriye. Temîzkanê ji ber ku di tweeteke xwe de gotibû, “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…” dadgeheke herêmî sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bû.
9 Hezîran 2021
DOZA GEZIYÊ
Dozger xwestiye Osman Kavala neyê berdan
Serokê dadgehê aşkere kir ku ev biryar bi piraniya dengan hatiye girtin. Her weha serokê dadgehê li dijî biryarê derket û got, divê Osman Kavala serbest bimîne.
21 Gulan 2021
Koronavîrusê herî zêde derûniya Tirkiyeyiyan têk biriye
Li gorî rapirsiya Ipsos, Şîrketa Lêkolînê li 30 welatan kiriye, Tirkiye bi rêjeya ji sedî 61ê, ew welat e ku di dema şewba koronavîrusê de herî zêde derûniya mirovan têk çûye.
20 Nîsan 2021
KONFERANSA DEMOKRASİYÊ YA MEZİN
“Di pêşeroja welat de em jî xwedî gotin in”
Siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl pêş ‘Konferensa Demokrasiyê ya Mezin’ ku di meha Hezîranê de wê pêk were li hev kom bûne û gotin, “Ji hemû aliyên welat daxwazên azadî, nan, edalet û aştiyê bilind dibin. Em ji bo ku hemû daxwazan bikin yek li ser rê ne.”
13 Nîsan 2021
Nadire Mater 2 sal û 8 meh in ji bo karta çapemeniyê têdikoşe
Nadire Matera ku 2 sal û 8 meh in li bendê ye karta wê ya çapemeniyê nû bikin wiha got: "Rojnamegerî karekî wiha ye ku serbixwebûneke ji hemû hêzan divê, hewceyî erêkirina dewletê nîne. Di dema desthilatên berê de jî kart nedidan, kart nû nedikirin lê bû nesîbê vê desthilatê ku bi awayekî girseyî red bike."
9 Nîsan 2021
DOZA KUŞTİNA HRANT DÎNKÎ
Di doza Hrant Dînkî de dadgehê biryar da
Di doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya têkildarî kuştina Hrant Dînkî de dosyeya 13 kesan ji ber ku parêznameyê wan nehatine girtin, hat cihêkirin. Di dozê de 37 kes bereat bûn û 26 kesan ceza stendin. Her weha 4 bersûc bi cezaya heta hetayî û 2 bersûc jî bi cezaya heta hetayî ya giran hatin cezakirin.
26 Adar 2021
DOZA KUŞTİNA HRANT DÎNKÎ
Ji ber ku dadwer nehatiye biryar taloqî 26ê Adarê kiriye
Di doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya têkildarî kuştina Hrant Dînkî de ji ber ku dadwerekî endam bi rapor bûye dadgehê biryar taloqî 26ê Adarê kiriye.
5 Adar 2021
Dozgerî xwestiye rojnamegerên nûçeya îşkenceyê çêkirine werin cezakirin
Dozgeriyê îdianameya derbarê wan rojnamegeran de amade kiriye ku nûçeya îşkencekirina Servet Tûrgût û Osman Şîbanî weşandibûn. Cendermeyan Tûrgût û Şîban li Wanê desteser kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn.
16 Sibat 2021
DOZA KUŞTİNA HRANT DÎNKÎ
Dadgeh derbarê doza kuştina Hrant Dînkî de wê di 5ê Adarê de biryara xwe bide
Di doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya derbarê kuştina Hrant Dînkî de parêznameyên tohbetbaran û gotinên parêzerên malbata Dînkî temam bûn. Tê çaverêkirin ku dadgeh di danişîna 5ê Adarê de biryara xwe aşkere bike.
10 Sibat 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgehê doza Kavalayî ya “sîxurtiyê” û ya “Gezi”yê kir yek doz
36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê digel parastina parêzeran û îfadeyên şahidan, daxwaza azadkirina Kavalayî qebûl nekir. Dosyeya Kavalayî û ya doza Geziyê kir yek dosye.
5 Sibat 2021
DOZA OZGUR GUNDEMÊ
Fincanci, Onderoğlu û Nesîn wê careke din werin dadgehkirin
13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara Dadgeha Îstînafê qebûl kir ku Dadgeha Îstînafê, biryara beraetkirinê ya Korur-Fincanci, Onderoglu û Nesinî betal kiribû. Her sê nav wê dîsa din werin dadgehkirin.
3 Sibat 2021
DOZA KUŞTİNA HRANT DÎNKÎ
Beşek ji bersûcan parêznameyên xwe pêşkeşî dadgehê kirine
114em danişîna doza kuştina Hrant Dînkî li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hatiye. Beşek ji bersûcên ku negirtî tên dadgehkirin, parêznameyên xwe pêşkeşî dadgehê kirine. Di dozê de karmendên dewletê weke bersûc tên dadgehkirin.
22 Kanûn 2020
Osman Kavala nehatiye azadkirin
Osman Kavala di danişînê de gotiye, “Sûcên ku kirine hincet ji bo dadgehkirina min seyre û ji rastiyê dûr in. Li gel vê yekê carekê biryara binpêkirinê, carekê ya bereatê û du caran jî biryara tehlîye bûna min hatiye dayîn. Girtî mayîna min ya bi salan binpêkirinek asayî nîne. Ev ji bo min bûye weke îşkenceyekî menewî.”
18 Kanûn 2020
DOZA KUŞTINA DINKî
“Ew dema ku dadgehê ji bo amadekirina parastinan diyar kiriye, têrê nake”
Hakan Bakircioglû, parêzerê malbata Dinkî got, du rojên ku dadgehê ji bo amadekirina parastinê diyar kiriye, têrê nake û ew ê parastinê neke. Piştî parastina bersûcan heyeta dadgehê biryar daye ku dadgehkirin di 22yê Kanûna Pêşiyê de dewam bike.
17 Kanûn 2020
Danişîna doza kuştina Hrant Dinkî tenê 10 deqîqeyan domand
Danişîna doza kuştina Hrant Dinkî tenê 10 deqîqeyan domand ku karmendên dewletê tên dadgehkirin. Parêzerên herdu aliyan ji bo li dijî nêrîna dozgerî daxwaza deme kirin.
15 Kanûn 2020
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Îdianameyeke din ji bo Osman Kavalayî hatiye amadekirin
Dozgerî îdianameyeke din ji bo Osman Kavalayî amade kiriye. 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianame qebûl kiriye. Kavala bi “sîxuriya leşkeri û siyasî tê” tohmetkirin.
9 Cotmeh 2020
Dadgehê ceza li rojnamegeran birî, wê werin tehliyekirin
Dadgehê bi sedema ku Qanûna MÎTê binpê kirine 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Aydin Keser, Ferhat Çelik û Murat Agirel'î, 3 sal u 9 meh cezayê girtîgehê jî li Barış Pehlivan û Hulya Kilinçê birî. Ji ber ku demekê girtî mane, rojnameger wê tehliye bibin.
9 Îlon 2020
“Min behsa gendeliyan kir, cezayê girtîgehê dane min”
Rojnameger Bogatekînê ku wê bikeve girtîgehê got: “Bi gotineke din ji ber nûçeyên min beriya niha bi 7 salan nivîsandiye ez ê niha bikevim girtîgehê. Û dozgerê ku îdianame amade kiriye, niha ji ber FETOyê girtî ye. Min behsa gendeliyan kir lê cezayê girtîgehê dane min.”
21 Tebax 2020
Qeyûmî karker ji kar derxistiye, xwediyê xaniyî jî ji malê avêtiye
Kutbettin Bor û Zafer Uyar ji 306 karkeran in ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ew ji kar derxistine. Ji berk u sê meh in kirêya xaniyî nedaye, xwediyê xaniyî Bor ji mal avêtiye. Uyarî jî got, “Yasa, dadgeh mafê me li me vedigerîne lê şaredarî mafê me nade me.”
6 Tebax 2020
HÎKMET ADAL JI AYASOFYAYÊ RAGIHAND
Li Ayasofyayê yekem nimêja înê hate kirin
Piştî ku biryar hate girtin ji muzexaneyê wê bikin mizgeft, li Ayasofyayê yekem car e nimêja înê hate kirin.
24 Tîrmeh 2020
Dadgeha Qanûna Bîngehîn ji ber 9 hezar TLyî giliyê HDPyê kiriye
Dadgeha Qanûna Bingehîn, ji ber ku di sala 2015an de kesekî ji HDPê re 9 hezar û 403 Lîreyê Tirkan şandiye û ew kesa ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li bal Serdozgeriya Komarî a Enqereyê giliyê HDPê kiriye.
29 Hezîran 2020
1
2
3
4
5
6
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver