TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
stenbol
Rûpela 3
WALÎTIYA STENBOLÊ AŞKERE KIRIYE
"Li Stenbolê milyon û 300 hezar biyanî dimînin"
Walîtiya Stenbolê aşkere kiriye ku li ser hev milyon û 300 hezar biyanî bi awayekî fermî li bajêr dimînin. 542 hezar û 45 jê, sûriyeyî ne û li gorî "statuya parastina demkî" dimînin. Di sê mehên destpêkê yê salê de jî 2 milyon û 900 hezar geştyar hatine.
5 Gulan 2022
Li Stenbolê bihayê çûnûhatinê ji sedî 40 zêde bûye
Bihayê bileta elektronîk ya tam ji 5,48 lîreyî derketiye 7,67 lîreyan, bihayê abonetiya mehane ya tam ji 430 lîreyî derketiye 602 lîreyan û bihayê abonetiya mehane ya xwendekaran jî ji 78 lîreyî derketiye 109 lîreyan.
6 Nîsan 2022
Doz li kesê ku êrişî avahiya HDPê kiribû vebûye
Derbarê Muhammed Eren Sutçu yê êrişî avahiya HDPê ya Bahçelîevlerê kiribû de bi sûcê ku “heqaret”, “hewldana birîndarkirina biçek” û “gefa biçek kiriye” doz hatiye vekirin.
25 Adar 2022
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 129em de ye
Malbatên girtiyan yên li Amedê li pêş Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Malbatên girtiyan yên li Stenbolê jî aşkere kirine ku wan jî dest bi Nobeta Edaletê kirine.
24 Adar 2022
Li Newrozên Amed, Stenbol û Îzmîrê êrîşî rûmeta LGBTI+yan kirine
LGBTI+yan bi alên xwe yên keskesor û transan li Amed, Eskîşehîr, Stenbol û Îzmîrê Newroz pîroz kirin. Lê li qadên Newrozan dijmaniya çend mêran a li dijî LGBTI+yan gihîşte wê astê ku bi kêran gef li LGBTI+yan xwarine.
22 Adar 2022
Yıldız Tar
Stenbol ber bi Yenikapiyê ve herikî: Bijî Newroz
Digel sermayeke zêde, nêzîkî nîv milyon mirov bi cil û bergên xwe yên netewî qada Newrozê tijî kirin. Li qadê sloganên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" berz bûn.
21 Adar 2022
Ferid Demirel
IHD: Mafên mirovan li girtîgehan ketiye bin lingan
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya IHDyê, hejmara bûyerên xirab, derblêdan û îşkenceyê yên sala 2021ê, li gorî sala 2020an bûye qat du qat.
9 Adar 2022
Jinan li Cîhangîrê bi hev re çalakiyek li dar xist!
Meşa Feminîstan a bi şev îsal jî qedexe ye. Polîsan destûr neda ku jin biçin Kolana Îstîklalê û Qada Taksîmê. Jinan li Cîhangîrê çalakiya xwe li dar xist. Polîsan bi gaza rondikrij êrîşî jinan kir.
8 Adar 2022
LaWjê piştî sê salan wê li Stenbolê konserek bide
Piştî pandemîyê ango piştî 3 salan LaWje dê cara yekemîn bi orkestrayekê mezin li Stenbolê derkeve ser dikê. Konser dê 18ê Sibatê roja înê saet 20:00ê li Navenda Çanda Suleyman Seba ya Beşiktaşê li dar bikeve.
16 Sibat 2022
HDPya Stenbolê: "Li her derê û her wextê muzîka Kurdî…"
Rêxistina şaxa Stenbolê ya HDPyê tevlî parlamenterên HDPyê li dijî qedexekirina muzîka kurdî, civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Parlamenter li ber Lîseya Galatasarayê hatine bav hev û li ber muzîka kurdî govend gerandine.
2 Sibat 2022
Li IHDya Stenbolê Komîsyona LGBTİ+an ava bûye
Şaxa Stenbolê ya Komelaya Mafên Mirovan(IHD) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandiye ku wan li şaxa xwe komisyona LGBTI+ ava kiriye. Her weha komeleyê destnîşan kiriye ku kesên rastî tacîz û mobînga laşî an jî dijîtal û binpêkirêna her cûre mafan hatine dikarin serî li komîsyonê bidin.
31 Çile 2022
Li Stenbolê ji ber berfê hemû balafirxane û rê hatine girtin
Piştî berfa zêde ya li Stenbol û herêma Marmarayê, Balafirxaneya Stenbolê saet heta 13.00, Balafirxaneyên Ataturk û Sabîha Gokçenê jî saet heta 04:00'ê hatin girtin. Çûnû hatinê Stenbolê jî ji hêla Anadolû û Trakyayê ve wê pêk neyê.
25 Çile 2022
Li Amed û Stenbolê wê Sersala Kurdî were pîrozkirin
NÇM û Chalak Events bi programên cida wê li Amed û Stenbolê Sersala Kurdî pîroz bikin.
12 Çile 2022
LI STENBOLÊ ÊRIŞÊN NIJADPERESTÎ
Koçberekî sûrîyeyî li mala xwe di xew de hatiye kuştin
Li Bayrampaşaya Stenbolê kesên ser û çavên wan girtî bi ser mala koçberan de girtine û bi kêrê koçberê bi navê Naîl Alnaîfî kuştine. Hatiye ragihandin ku pênc kes hatine desteserkirin.
12 Çile 2022
Kesê li Stenbolê êrîşî avahiya HDPyê kiribû, hatiye girtin
Piştî ku Sutçuyê êrîşkar serbest bû, dozger li dijî biryarê derketiye. Ji ber ku biryara veşarîbûnê li ser dosyeyê heye, nehatiye zanîn ku bê ka dozger ji bo çi îtiraz kiriye û êrîşkar bi çi sedemê hatiye girtin.
10 Çile 2022
Kesê li Stenbolê êrîşî HDPyê kiriye, serbest bûye
Dozgerî daxwaza girtina êrîşkarî kiriye, lê dadgehê biryara serbestkirina wî daye.
3 Çile 2022
Êrişkarê HDPê diyar bûye
Hatiye aşkerekirin ku kesê bi çek û kêran êriş biriye ser avahiya HDPa Bahçelîevlerê Mûhammed Eren Sutçu ye.
29 Kanûn 2021
Li Stenbolê bi kêr û çekê êrîş li dijî avahiya HDPyê bûye
Rêveberên partiyê êrîşkar asteng kirine. Êrîşkar ketiye firineke li ber avahiya partiyê. Polîsan êrîşkar desteser kiriye.
28 Kanûn 2021
Li Şîşliya Stenbolê êrişa homofobîk pêk hatiye
Li Şîşlî, navçeya Stenbolê cîranên B.K. bi gefên homofobîk êrişî wî/wê û hevalê wî/wê kirine. Li mala ku B.K. lê dimîne gef lê xwarine, herî kêm 5 mêran hevalê/a wî/wê di apartmanê de derp kirine.
15 Kanûn 2021
Li Stenbolê agir bi xaniyekî ketiye: Çar zarok mirine
Li gorî agahiyên destpêkê agir ji ber sobeya ceyranê derketiye. Li mala ku agir pê ketiye ya ku 6 kes tê de bûye jê çar mirine. Hin dezgeyên medyayê nivîsandiye ji bo ku malbatê nekariye pereyê fatureya gaza xwezayî bide, bi sobeya ceyranê xwe germ kirine.
14 Kanûn 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
LaWje piştî demeke dirêj wê li Stenbolê konserekê pêk bîne
LaWjeya ku piştî belavbûna vîrusa Covid-19ê wê cara yekê li Stenbolê konserekê pêk bîne.
14 Kanûn 2021
Ferhat Encu û Îlknûr Bîrol bûne hevserokên nû yên HDPya Stenbolê
Di encama Kongreyê de, Ferhat Encu u Îlknûr Bîrol bûne hevserokên nû yên HDPya Stenbolê. Serokatiya Beşa Dijterorê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê giliyê kongreyê kiriye. Serdozgeriyê jî biryar daye ku lêpirsîna kongreyê bike.
13 Kanûn 2021
Kargeha Hunerê a Queerê wê li Karakoyê pêk were
Kargeh bi pêşengtiya Goksu Başaran, çêker û lîstikvanê ava bûye. Perwerdeya şanoya kargehê Can Kuzgun, perwerdeya pêş kamerayê jî dê Goksu Başaran bide.
2 Kanûn 2021
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê: Wê îro jî ba û bahoz bibandor be
Bandora ba û bahozê îro jî wê weke duhî dewam bike. Midûriyeta Giştî ya Meteorojiyê daxuyaniyek weşandiye û welatî hişyar kirine.
30 Mijdar 2021
Li Stenbolê ji ber bayê şûr 4 kes mirine
Bayê şûr bandoreke mezin li Tirkiyeyê kiriye. Li Stenbolê çar kes mirine. Li Çatalcayê barûya saetê rûxiyaye.
29 Mijdar 2021
ÇALAKIYA 25Ê ÇIRIYA PAŞIYÊ
Polîsan li Stenbolê bi gaza rondikrêj û guleyên plasîk êrîşî jinan kirin
Jin li ser banga Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê, li Qada Tunelê ya Stenbolê, li dijî tundkariya mêran kom bûn. Bi sedan jin û lûbûnya, di nava dorpêça polîsan de tundkariya mêran protesto kirin. Polîsan li ber Konsolxaneya Swêdê barîkat danîn. Polîsan bi gaz û guleyên plastîk êrîşî jinan kirine.
25 Mijdar 2021
Evrim Kepenek
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Ji ber rewşa aboriyê xwenîşandan pêk hatine
Ji ber ku bihayê lîreyê tirkan li beramberî pereyên din kêm bûye, li Stenbol û çendîn bajarên din xwenîşandan pêk hatine. Xwepêşanderan sloganên “Hikûmet bila dest ji wezîfeyê berde” berz kirine. Li Stenbolê 57 kes desteser kirine.
25 Mijdar 2021
Hunermend Ateş Alparî fotografê Osman Kavalayî li kolanên Stenbolê gerandiye
Hunermend Ateş Alparî ji bo balê bikişîne ser rewşa Osman Kavalayî, fotografekî wî li kolanên Stenbolê gerandiye.
15 Mijdar 2021
BERHEVKARÊN GILÊŞAN
Li Stenbolê 3 karkerên ku hatibûn girtin, serbest bûne
Li Stenbolê di operasyona li dijî berhevkarên gilêşan de 3 kesên ku hatibûn desteserkirin, piştî 24 rojan serbest hatine berdan.
29 Cotmeh 2021
Polîsan bi ser depoyên berhevkarên gilêşan de girtiye
Polîsan li Ataşehîrê, navçeya Stenbolê bi ser depoyên berhekarên gilêşan de girtine û 200 kes desteser kirine.
6 Cotmeh 2021
Polîsan li Stenbol û Îzmîrê êrîşî xwendekarên “Bêwargeh” kirine
Polîsan li Stenbol û Îzmîrê êrîşî çalakiya nobetê ya xwendekaran kiriye ku bihayên zêde ên wargehan protesto dikirin. Nêzîkî 80 xwendekar desteser kirine.
28 Îlon 2021
Li Stenbol û Eskîşehîrê çalakiyên Roja Aştiyê qedexe bûne
Li Stenbol û Eskîşehîrê çalakiyên 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî qedexe bûne. Qaymeqamiya Bakirkoya Stenbolê ji bo 5 rojan, Walîtiya Eskîşehîrê jî ji bo 15 rojan çalakî qedexe kirine.
1 Îlon 2021
1
2
3
4
5
...
8
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver