TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Selahattin Demirtaş
Rûpela 2
SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ
“Girtîgeha Edîrneyê bi protestoyan dinale, deng tê we?”
Demîrtaşî bal kişandiye ser sînordanînên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û gotiye, “Girtîgeha Edîrneyî di 20 rojên dawiyê de bi slogananên protestokirinê dinale, deng tê we?”
2 Mijdar 2021
Demîrtaş: Hûn kî ne ku hûn ê me tehliye bikin!
Demîrtaş di doza Kobaniyê de gotiye, “Tehliyeya çi, hûn kî ne ku hûn ê me tehliye bikin! heta ku Erdogan û Bahçelî hebin. Eger hûn bi rastî jî bi rûmet bin hûn ê cubeyê xwe derxînin û bibêjin, ‘em ê serweriya hiqûqê bi kesî nedin pelçiqandin’.”
27 Cotmeh 2021
TEMEL KARAMOLLAOGLÛ, SEROKÊ GIŞTÎ Ê PARTİYA SAADETÊ
“HDP partiyeke rewa ye, divê Selahattîn Demîrtaş bê tehliyekirin”
Temel Karamolaoglû derbarê girtina Kavala û Demîrtaş de axiviye û gotiye, “Heta duh ji bo ku bêhiqûqî li wî hatiye kirin hemû cîhan da pişta xwe û hat Tirkiyeyê tevlî siyasetê bû. Divê Tirkiye biryara DMMEyê bicih bike, birêz Erdogan ev bixwe anî.”
25 Cotmeh 2021
SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ
“Navê Erdoganî weke serokekî otorîter li dîrokê hatiye nivîsandin”
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê ku nêzîkî pênc sal in li girtî ye gotiye: “Li gor nêrîna min hilbijartin wê teqez di Hezîrana 2023yan de bibe. Divê hemû kes her gavê amade be.”
18 Cotmeh 2021
Bertek nîşanî Tamer Karadagliyî dane: Testosteron diaxive
Tamer Karadagliyê bi gotinên zayendperest derbarê lîstikvan Nîhal Yalçinê axiviye niha jî bi gotinên nîjadperest kiriye: “Xatû ji xwe miroveke wiha ye ku xwedî li HDPyê û Demîrtaşî derdikeve, ew jî li wê xwedî derdikevin.”
11 Cotmeh 2021
HDP: Tiştê desthilat dike sûc e, bila Demîrtaş azad bibe
HDPyê diyar kiriye ku dema Konseya Ewropayê ya derbarê Demîrtaşî de daye Tirkiyeyê qediyaye. HDPyê xwestiye ku biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de demildest bicih bînin.
1 Cotmeh 2021
Mîthat Sancar: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê wiha gotiye: “Eger em aştiyeke mayînde dixwazin, pêwîstî bi lihevkirin û meşrûiyeteke berfireh a civakî heye.”
21 Îlon 2021
MIT û Wezareta Karûbarên Derve dixwazin beşdarî doza Kobaniyê bibin
Dadgehkirina 108 endamên Partiya Demortakîk a Gelan (HDP) li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam kiriye. 24 kes ji van 108an, girtî ne.
20 Îlon 2021
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala azad bibin
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bo Kavala azad nebûye wê Tirkiye ceza bikira, biryara cezakirinê taloq kiriye. Komîteyê ji bo Demîrtaşî jî heta 30ê Îlonê wext daye Tirkiyeyê.
17 Îlon 2021
SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ
“Daristanên li Dêrsimê bi zanebûn tên şewitandin, polîtîkaya fermî ye”
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê ji bo agirê bi daristana Dêrsimê ketiye mesajek weşandiye û gotiye: “Di 38an de Dêrsim ji ber çi hatibe bombekirin daristan jî bi heman sedemê tê şewitandin.”
31 Tebax 2021
Demîrtaş: Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê derbarê êrîşa nîjadperest a li Konyayê de wiha gotiye: “Sedema esasî ya vê qetlîam, gengeşî û pevçûnê polîtîkayên cidakar ên hikûmetê ye.”
2 Tebax 2021
Selahettîn Demîrtaş Xelata Mafên Mirovan a Weîmarê wergirtî ye
Demîrtaş, bi sedema ku “Di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de yek ji grîngtirîn siyasetmedarên mixalîf e” hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Weîmar ya 2021an hatiye dîtin.
23 Tîrmeh 2021
Demîrtaş: Em failan nas dikin, armancên wan dizanin
Selahattîn Demîrtaşî fotografê di profîla xwe de reş kiriye û wiha nivîsandiye: “Êşa me gelekî mezin e lê berxwedana me û hevîya me jî gelekî mezin e.”
18 Hezîran 2021
Dadgehekê bi tohmeta ku “dozgerek kiriye hedef” ceza li Demîrtaşî biriye
Dadgehekî bi tohmeta ku Yuksel Kocaman, Serdozgerê berê yê Komarî yê Enqereyê “bi gotinên xwe kiriye hedef” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Selahattin Demirtaşî biriye.
28 Gulan 2021
Demîrtaş: Serokê mafyayê bi trîpod û telefonekê dewlet dîl girtiye
Selahattîn Demîrtaşê ku digel biryara DMMEyê nehatiye berdan îro li danişînê axiviye: “Te pasaport da serokê mafyayê, te destûra mitîngan daye wî. Di vê dema ku ev zilam hemû xirabiyên sîstemê, rejîmê aşkere dike de em girtî ne.”
25 Gulan 2021
DOZA KOBANİYÊ
Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser kursiya dadger rûniştine
Siyasetmedar bi beşdarbûn û birêxistinkirina çalakiyên sala 2014ê tên tohmetkirin ku weke “protesyonên Kobaniyê yên 6 û 8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn. Dozger ji bo her yek ji siyasetmedaran heta 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Dadgehê danişîn taloqî roja Pêncşema 20ê Gulanê kiriye.
18 Gulan 2021
DOZA KOBANIYÊ
“Wê dadgehkirineke bêalî, serbixwe û adil nebe”
Di Doza Kobaniyê de heyeta dadgehê bêyî li benda daxwaznameyên ku dibêjin bila dadwer werin guhertin bimîne, dosye şandiye dadgeha jortir.
4 Gulan 2021
Dadgeha Bilind cezayê Selahattîn Demîrtaş pesend kiriye
Dadgeha Bilind, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê hatibû birîn, pesend kiriye.
29 Nîsan 2021
HERÎ KÊM 80 PARLAMENTERAN PİŞTGİRÎ DANE
Li Îngilîstanê kampanyaya “Ji Demîrtaş re Azadî” hatiye destpêkirin
Centre for Kurdish Progressê kampanyaya ji Selahettîn Demîrtaş re azadî daye destpêkirin. Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê berê yê HDPê ji sala 2016an pê ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
15 Nîsan 2021
Evrim Kepenek
DMMEyê di sala 2020an de 1,5 milyon Euro ceza li Tirkiyeyê biriye
Li gorî rapora Konseya Ewropayê di sala 2020an de 168 dozên ku li dijî Tirkiyeyê vebûne encam dane. 624 doz di dorê de ne.
1 Nîsan 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” ceza dane Demîrtaşî
Ramazan Demîr, parêzerê Demîrtaşî gotiye, “Heta niha di dozên heqareta li Serokomariyê de kêm caran cezayekî wiha bilind dane. Dadgehê ti daxwaz qebûl nekirin ku ji bo dosyayê hatin pêşkêşkirin.”
23 Adar 2021
Doza Demîrtaşî: “Hûn wekî ku biryara DMMEyê tune ye tevdigerin”
Danişîna dosyaya têkildarî Selahattîn Demîrtaşî ya ku DMMEyê biryar dabû û gotibû “Demîrtaşî demildest azad bikin” dest pê kiriye. Parêzeran di danişînê de biryara “DMMEyê ya Demîrtaşî azad bikin” bibîrxistine.
16 Adar 2021
Demîrtaş: Bêyî aştî û pêkve jiyanê alternatîfek me nîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê HDPê yê berê di nivîsa xwe de ya ku Medyascope hatiye weşandin, gotiye, “Aşkereye ku nîqaşên girtina HDPê û rakirina parêzbendiyan wê ji bo aştiyê sûdbexş nebe. Ez hêvî dikim ku wê nekevin vê şaşiyê.”
1 Adar 2021
Demirtaş: Ez qetilkirina 13 mirovên me şermezar dikim
Selahattin Demirtaşî têkildarî mirina 13 polîs û leşkeran daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “HDP û mixalefetê weke berpirsiyar nîşan didin, ev xeflet e. Desthilat e ya ku divê hesabî bide gelî.”
18 Sibat 2021
Kurmanciya “Dewran” û “Leylan”a Demîrtaşî çap bûne
Weşanxaneya Aramê “Dewran” û “Leylan”, her du pirtûkên Selahattîn Demîrtaşî bi kurmancî çap kirine.
2 Sibat 2021
PE: Bila Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî azad bibin
PEyê di civîna xwe debiryar girtiye û bang li Tirkiyeyê kiriye ku bila li gorî biryara DMMEyê tevbigere û Demîrtaşî bê şert û merc û demildest azad bike.
22 Çile 2021
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Ewropayê ji Tirkiyeyê xwestiye girtiyên siyasî azad bike
Sergey Lagodinsky, Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê gotiye “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî biryarên Dadgeah Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigerin û Demîrtaş û Kavalayî, bi heman awayî Cîhan Erdal jî di nav de hemû girtiyên siyasî serbest bikin.”
21 Çile 2021
Îdianameya lêpirsîna Kobanêyê hatiye qebûlkirin
Îdianameya lêpirsîna Kobanê ya têkildarî 108 kesan ku Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên berê yên HDPê jî di nav de ne hatibû amadekirin, qebûl bûye.
7 Çile 2021
Piştî biryara DMMEyê ya ji bo Demîrtaşî îdianameya Kobaniyê hatiye amadekirin
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna bûyerên Kobaniyê de Selahettîn Demîrtaş jî di nav de derbarê 108 kesan de îdianame amade kiriye. Daîreya Mezin a DMMEyê biryar dabû û gotibû, bila Selahattîn Demîrtaş demildest azad bibe.
31 Kanûn 2020
22 baroyan xwestine ku Demîrtaş azad bibe
22 baroyan derbarê biryara DMMEyê de ya ji bo Demîrtaşî daxuyaniyek hevpar dane û gotine, “ Divê bila neyê ji bîrkirin ku pêkneanîna biryarên DMMEyê, wê encamên weke derkirina ji Konseyê bi xwe re bîne. Divê biryar demildest bê cî bi cî kirin û Demîrtaşî azad bikin.”
25 Kanûn 2020
Suleyman Soylû: Ti wateya biryara DMMEyê nîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir ji bo biryara Daîreya Mezin a DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de gotiye, “Her bi çi sedemê be bila bibe biryaka ku Dadgeha Mafên Mirovan daye, biryareke vala ye, ti wateya wê nîne.”
24 Kanûn 2020
Ji bo Demîrtaş tehliye bibe, parêzeran serî dozgeriyê daye
Piştî biryara DMMEyê ya ku gotiye bile Selahattîn Demîrtaş demildest azad bibe, parêzerên Demîrtaşî ji bo tehliyekirina wî serî li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye.
24 Kanûn 2020
1
2
3
4
5
...
9
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver