TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
rojnamegerên girti
Rûpela 4
Rojnameger Sînan Aygul piştî bi rojekê ji girtîgehê derketiye
Ji ber ku nûçeya îstîsmara zayendî ya li zarokeke keç bûye weşandibû, dadgehekê 5 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sînan Aygulî birîbû. Aygul duh ketibû girtîgehê. Îro jî bi şertê kontrola edlî tehliye bûye.
1 Tîrmeh 2021
DOZA OZGUR GUNDEMÊ
Dozgerî xwestiye dadgeh ceza li rojnamegeran bibire
Di doza Rojnameya Ozgur Gundemê de dozgerî bi îdiaya ku li ber karê desteserkirinê yê polîsan bûne asteng, xwestiye 22 rojnameger werin cezakirin.
1 Tîrmeh 2021
Kesê tacîz kiriye serbest e, lê rojnameger xistine girtîgehê
Rojnameger Sînan Aygul ji ber ku îstismara li zarokekê hatiye kirin, kiribû nûçe û ew weşandibû, dadgehê 5 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Aygul ji bo vî cezayî, ketiye girtîgehê.
1 Tîrmeh 2021
Dadgehekê 2 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye
Bi îdiaya ku “heqaret li Erdogan û Davûtoglûyî kiriye” 12. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 2 sal û 17 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye.
29 Hezîran 2021
MÎDÛRIYETA EMNIYETÊ YA STENBOLÊ
“Li Emniyetê me pê derxist ku rojnameger e”
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li ser girtina Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotoyên nûçeyan yê Agence France Press (AFP) yê daxuyaniyek weşandiye. Kiliç dema Meşa Rûmetê dişopand, polîsan tundî lê kiribûn û ew desteser kiribûn.
28 Hezîran 2021
Polîsên tundkarî li rojnameger Beyza Kûralê kiribûn, hatine dadgehkirin
Di danişîna yekem a dadgehkirina polîsên tundkarî li rojnameger Beyza Kûralê kirine, gotinên polîsan hev negirtiye.
23 Hezîran 2021
DOZA ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ
Dadgehkirina rojnameger Aykol û Çapanê wê 3yê Çiriya Paşiyê dewam bike
Heyeta dadgehê biryar girtiye ku li bendî zeftkirina Hasan Başak û Kemal Yakûtî bisekinin û dadgehkirin di 3yê Çiriya Paşiyê de dewam bike.
22 Hezîran 2021
RSF: Tirkiye ji bo rojnamegeran bêdeng bike qanûna terorê bikar tîne
Rojnamegerên Sînornenas li Tirkiyeyê lêkolîna dadgehkirinên 12 rojnamegeran kiriye û gotiye ku “rojnamegerên ji bo berjewendiyên civakê lêkolînan dikin bi dozên terorê tên tacîzkirin.”
16 Hezîran 2021
Dadgehekê, ji ber "Operasyona Efrînê" cezayê girtîgehê li rojnamegerekî biriye
10em Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ji ber nûçeyeke wî ya derbarê “Operasyona Efrînê” de sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Ozan Kaplanoglûyî biriye.
11 Hezîran 2021
Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ji bo rojnameger Temîzkanê daye
Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya derbarê rojnameger Sabîha Temîzkanê de qebûl nekiriye. Temîzkanê ji ber ku di tweeteke xwe de gotibû, “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…” dadgeheke herêmî sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bû.
9 Hezîran 2021
Hikmet Adal
Melîke Aydin, nûçegîhana JinNewsê beraet kiriye
Şahidên veşarî di danişînê de gotine ku ew Aydinê nas nakin. Dozgerî ji ber kêmbûna delîlan xwestiye ku beraet bibe.
9 Hezîran 2021
Rojnameger Abdûrrahman Gok hatiye dadgehkirin
Parêzer Mehmet Emîn Aktarî gotiye, rojnameger Abdûrrahman Gokî ji ber fotografên dema kuştina Kemal Kûrkûtî kişandine ew tê dadgehkirin.
3 Hezîran 2021
Di çar mehên vê salê de 213 rojnameger hatine dadgehkirin
Li gorî rapora Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û ya Çapemeniyê ya Expression Interruptedê di çar mehên destpêkê yên sala 2021an de 213 rojnamger hatine dadgehkirin. 57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê dane 20 rojnamegeran. Lêpirsînnameyên nû ji bo herî hindik 14 rojnamegeran amade kirine.
27 Gulan 2021
DMMEyê di doza RedHackê de ceza daye Tirkiyeyê
DMMEyê gotiye ku “azadiya xweîfadekirinê û ya çapemeniyê” ya rojnameger Mahir Kanaat û Tunca Ogretenî hatiye binpêkirin. Maîlên Berat Albayrakî hatibûn hackkirin û Ogreten û Kanaatî naveroka wan maîlan kiribû nûçe. Ji ber vê jî hatibûn girtin.
18 Gulan 2021
Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê cezayê rojnamegeran pesend kiriye
Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê cezayê rojnameger û çalakvanên Behdînanê pesend kiriye. Komîteya Parastina Rojnamegeran bang li Hikûmeta Herêmê kiriye ku rojnamegeran serbest berde.
7 Gulan 2021
DFG: Ne pêkan e em behsa azadiya çapemeniyê bikin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê di daxuyaniya xwe de gotiye ku di meha Nîsanê de polîsan 9 rojnameger desteser kiriye û 60 rojnameger hatine dadgehkirin.
5 Gulan 2021
Rêveberiya girtîgehê nameya jê re şandine nedaye rojnameger Turfentî
Rêveberiya girtîgehê nameya ku Asli Ece Koçak, Koordînatora Projeyan a MLSAyê ji rojnameger Nedîm Turfentî re şandiye, nedaye wî.
15 Nîsan 2021
Li gorî dozgerî Evrensel û bianet “qaşo saziyên medyayê ne”
Dozgeriyê bi sedema ku derbarê qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de daxuyanî daye, doz li rojnameger Cîhan Olmezî vekiriye. Dozgerî rojnameya Evrensel û bianet weke “piştevana rêxistinê” û “qaşo dezgeha medyayê” bi nav kirine.
13 Nîsan 2021
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Ahmet Altanî binpê bûne
DMMEyê ji bo Ahmet Altan û Mûrat Aksoy, rojnamegerên girtî biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê binpê bûne. Tirkiye wê 16 hezar Euroyî bide Altanî.
13 Nîsan 2021
Rojnameger Berîtan Canozer serbest bûye
Berîtan Canozer, nûçegîhana Jinnewsê bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
8 Nîsan 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
RAPORA ÛTKÛ ÇAKIROZERÎ
“Di Adarê de 15 sal û 2 meh cezayê girtîgehê dane 6 rojnamegeran”
Çakirozerî gotiye: “Rojnameger ji ber nûçeyên xwe di meha adarê de jî weke bersûcan hatine dedgehkirin.”
5 Nîsan 2021
Polîsan rojnameger Canozer û Nezahat Teke, Dayika Aştiyê desteser kirine
Polîsan li Amedê rojnameger Berîtan Canozer desteser kiriye. Canozör birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Her weha polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtine û Nezahat Teke, Dayika Aştiyê jî di nav de gelek kes desteser kirine.
5 Nîsan 2021
DOZA 5 ROJNAMEGERÊN LI WANÊ GIRTÎ NE
Rojnamegerên ku nûçeyên îşkencekirinê çêkirine, azad bûne
Serokê heyeta dadgehê destûr daye ku bi tenê çar rojnameger dadgehkirinê bişopînin. Her weha nehiştiye rojnameger telefon û komputerên xwe bibin salonê.
2 Nîsan 2021
DOZA OZGUR GUNDEMÊ
Dozgerî dawxaz kiriye ku cezayê rojnamegeran bila zêdetir be
Serdozgerê Komarî yê Stenbolê di doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundemê de li dijî biryara dadgehê derketiye û xwestiye cezayê Kemal Sancili, Înan Kizilkaya, Eren Keskîn û Zana Kayayî zêdetir bibe.
1 Nîsan 2021
Sedema cezakirina xebatkarên Ozgur Gundemê: Mafên mirovan ên netewî
Dadgehê sedema cezakirina Kemal Sancili, Înan Kizilkaya, Zana Kaya û Eren Keskînê bi van gotinan diyar kiriye: “Divê têgihiştin û têgeheke rast û netewî ya mafên mirovan weke nîqaşkirin û di ber çavan re bigirin.”
30 Adar 2021
Rojnamegerên li Wanê girtî ne wê 2yê Nîsanê werin dadgehkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê banga tevlêbûna dadgehkirina rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Salayê kirine. Rojnamegeran nûçeya avêtina ji helîkopterê ya du gundiyan weşandibûn û ji ber nûçeyê ew girtibûn.
29 Adar 2021
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Bi tohmeta “heqaret li Serokomarî kiriye” ceza dane rojnameger Demirhanî
Bi tohmeta ku di pênc nûçeyên sendika.org-ê de “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Ali Ergin Demirhanî hatibû vekirin. Lê bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” 7 hezar TL cezayê pereyan lêbirîne.
17 Adar 2021
Di rojekê de wê 66 rojnameger werin dadgehkirin
Sibê wê 66 rojnameger di dozên cida cida de derkevin pêşberî heyetên dadgehan.
3 Adar 2021
CPJ: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojnameger Şerwanî û Zebariyî azad bike
Komîteya Parastina Rojnamegeran derbarê cezakirina rojnameger Şerwan Amîn Şerwanî û Guhdar Zebariyî de daxuyaniyek weşandiye û gotiye, “Ev biryar tê wê wateyê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê êdî dest ji îdiaya girîngîdayîna azadiya çapemeniyê berdeya.”
17 Sibat 2021
Dozgerî xwestiye rojnamegerên nûçeya îşkenceyê çêkirine werin cezakirin
Dozgeriyê îdianameya derbarê wan rojnamegeran de amade kiriye ku nûçeya îşkencekirina Servet Tûrgût û Osman Şîbanî weşandibûn. Cendermeyan Tûrgût û Şîban li Wanê desteser kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn.
16 Sibat 2021
Hikmet Adal
Rojnameger Hatîce Kamerê careke din beraet kiriye
Rojnameger Hatîce Kamera ku ji ber fotografên daxuyaniyên civînên çapemeniyê yên HDP û KCDyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye, dihate dadgehkirin. Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara beraetkirina wê betal kir, careke din hatiye dadgehkirin û dîsa biryara beraetê ji bo wê derketiye.
9 Sibat 2021
Rojnameger Ferhat Çelîk, di danişîna yekem de beraet kiriye
Ferhat Çelîk, Berpirsê Karûbarên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê ku ji ber nûçeya “Li Baybûrtê kêzikan dixin xwarinên girtinan” doz lê hatibû vekirin, di danişîna yekem a dadgehkirinê de beraet kiriye.
2 Sibat 2021
2
3
4
5
6
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver