TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
rojnameger
Rûpela 6
Almanyayê tundkariya li ser rojnamegerên Tirkiyeyî şermezar kiriye
Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Almanyayê bi Deutsche Welleyê re axiviye û gotiye ku ew tundkariya li ser rojnamegerên Tirkiyeyî yên li Almanyayê dijîn, şermezar dikin.
27 Tîrmeh 2021
Li Gurcistanê rojnamegeran li parlamentoyê çalakî pêkaniye
Rojnamegeran li Gurcistanê di êrişên homofomîk yên 5ê Tîrmehê de hedefgirtina rojnamegeran li parlamentoyê protesto kirine.
19 Tîrmeh 2021
"Xelata Azadiya Çapemeniyê" dane rojnamegerê ku polîsan tundkarî lê kiriye
Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê îsal Bulent Kiliç û Tolga Şardan hêjayî "Xelata Azadiya Çapemeniyê" dîtiye. Di warê saziyan de jî Yekîtiya Doktoran a Tirkan û Pêkhateyên Berxwedana Demokratîk ên Zanîngeha Bogaziçiyê hêjayî xelatdayînê dîtine.
8 Tîrmeh 2021
Peter R de Vrîes, rojnamegerê hollandî rastî êrişa bi çek hatiye
Rojnameger Peter R de Vrîes duh êvarê piştî ku li weşana zindî derketiye li kolanekî Amsterdamê di sere xwe û laşê xwe de gule xweriye.
7 Tîrmeh 2021
Polîsan li Enqereyê êrîşî Nobeta Edaletê kiriye
Parlamenterên HDPyê wê heta saet 17.00ê li ber Girtîgeha Sîncanê çalakiya xwe ya nobeta edaletê dewam bikin. Polîsan destûr nedaye şêwirmendên parlamenteran û rojnameger bikevin qada çalakiyê.
5 Tîrmeh 2021
Rojnameger Sînan Aygul piştî bi rojekê ji girtîgehê derketiye
Ji ber ku nûçeya îstîsmara zayendî ya li zarokeke keç bûye weşandibû, dadgehekê 5 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sînan Aygulî birîbû. Aygul duh ketibû girtîgehê. Îro jî bi şertê kontrola edlî tehliye bûye.
1 Tîrmeh 2021
Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan çalakî li dar xistin
Rojnameger li ber avahiya Walîtiya Stenbolê hatin ba hev û ji ber tundkarî li hempîşeyên wan Bulent Kiliçî kirine û ew desteser kirine, bertek nîşanî polîsan dan. Kiliçî got: “Polîsê pê li stûyê min kir hê jî li ser kar e, kî ji me xwe di nava ewlehiyê de dibîne?”
29 Hezîran 2021
Hikmet Adal
SAZIYÊN ROJNAMEGERAN ÊN NAVNETEWEYÎ
“Tundkariya polîsan a li dijî rojnamegeran qebûl nabe”
Sarah Clarke, rayedara Article 19ê gotiye, “Rayedarên Tirkiyeyî ji bo civaka sivîl a li welêt bifetisîne, tundkariyeke zêde bikar tînin. Divê tundkariya polîsan a li dijî protestoyên aştîyane bidawî bibe. Civaka navnetewî li cem xwenîşandarên Stenbolê ye ku li dijî bêdengiyê derdikevin.”
29 Hezîran 2021
Li Samsûnê êrîşî rojnamegerekî kirine
Rojnameger Îbrahîm Akkûşî di nûçeyên xwe de behsa kêmasî û şaşiyên miteahitî yên di çêkirina newxeşxaneya dewletê de kiriye. Xebatkarên şîrketa ku nexweşxane çêkirine, êrîşî rojnamegerî kirine.
22 Hezîran 2021
RSF: Tirkiye ji bo rojnamegeran bêdeng bike qanûna terorê bikar tîne
Rojnamegerên Sînornenas li Tirkiyeyê lêkolîna dadgehkirinên 12 rojnamegeran kiriye û gotiye ku “rojnamegerên ji bo berjewendiyên civakê lêkolînan dikin bi dozên terorê tên tacîzkirin.”
16 Hezîran 2021
Dozgeriyê dozeke nû li rojnameger Denîz Yucel vekiriye
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Denîz Yucel, nûçegîhanê Die Weltê de bi tohmeta ku “heqaret li serokomar kiriye” îddanameyek nû amade kiriye.
15 Hezîran 2021
Li DYAyê hukumet dixwaze zanyariyên şexsî yên rojnamegeran bidest bixin
Wezareta Dadê li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) israra bidestxistina qeydên telefon û e-meîlên rojnamegeran didomîne.
8 Hezîran 2021
ŞERÊ AZERBAYCAN Û ERMENİSTANÊ
Piştî 7 mehan diyarbûye ku 2 rojnameger mirine
Li herêma Kelbecerê ya ku Ermenistan jê paşve kişiyabû, di encama teqîna bîmeyekî antî tankî de rojnameger Sîraj Abyshev û Maharram Ibrahîmov mirine.
7 Hezîran 2021
Rojnamegerekî din di encama êrişa Îsraîlê de miriye
Di encama êrişê de rojnameger Yûsûf Ebû Huseyîn ku xebarkarê radyoya herêmî ya bi navê dengê Qûdûsê bûye, miriye.
19 Gulan 2021
Rojnamegera ku di 1ê Gulanê de hatibû astengkirin giliyê polîsan kiriye
Ozge Uyanik, nûçegîhana Yol TVyê ya ku polîsan di 1ê Gulanê de bi sedema rêbernameya Emniyetê ew asteng kiribûn, îro girilê polîsan kiriye.
5 Gulan 2021
Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da û got ku polîsan tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiriye, doz li wan sê polîsan vebûye.
27 Nîsan 2021
Ayça Söylemez
Di lîsteya ‘Azadiya Çapemeniyê’ de Tirkiye di rêza 153yan de ye
Rojnamegerên Sînornenas aşkere kiriye ku li 73 ji sedî yê cîhanê ango li 130 welatan rojnamegerî di nav şert û mercên giran an jî hinekî giran de tê kirin.
20 Nîsan 2021
Rojnamegerên ku li Edîrneyê hatibûn girtin beraet kiriye
Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê li Edîrneyê di doza ku bi hinceta “bêyî destûr ketine herêma leşkerî ya qedexe” li wan hatibû vekirin de beraet kirine.
14 Nîsan 2021
Li gorî dozgerî Evrensel û bianet “qaşo saziyên medyayê ne”
Dozgeriyê bi sedema ku derbarê qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de daxuyanî daye, doz li rojnameger Cîhan Olmezî vekiriye. Dozgerî rojnameya Evrensel û bianet weke “piştevana rêxistinê” û “qaşo dezgeha medyayê” bi nav kirine.
13 Nîsan 2021
Li Afganistanê sê rojnamegerên jin hatine kuştin
Li Afganistanê di encama êrişek çekdarî de sê rojnamegerên jin hatine kuştin. Hukumeta Afganistanê gotiye, Talîbanê êriş pêkaniye lêbelê DAIŞê êriş girtiye ser xwe.
4 Adar 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnamegerên Swedî: Ahmet Altanî azad bikin
Li Swêdê 17 rêxistinên nivîskar û rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşandine û xwestine ku rojnameger Ahmet Altanî azad bikin.
24 Sibat 2021
Dadgeha Destûrî: Mafê rojnamegerî binpê kirine ku ji ber tweetekê ew girtibûn
Dadgeha Destûrî, biryara girtina rojnameger Hakan Aygunî ya ji ber tweetekê mehkûm kiriye û gotiye ku mafê Aygunî hatiye binpêkirin. Aygunî di tweeteke xwe de cihê gotina “Îman”ê ya “ÎBAN”ê bikar anî bû.
23 Sibat 2021
DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN
"Ji ber tundkariya polîsan, mafên Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê hatine binpêkirin"
Dadgeha Destûrî di serlêdana Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê de piştî 5 sal û nîvan biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê hatiye binpêkirin.
18 Sibat 2021
Rojnamegeran piştgirî daye xwendekarên Bogaziçiyê
Rojnamegeran bi sernavê “Em serê xwe natewînin, em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e” belavokek belav kirine û rojnamegerên bixwazin, dikarin heta 14ê Sibatê saet 23.59 deqîqeyan îmzeyê biavêjin bin wê.
10 Sibat 2021
Rojnameger Hatîce Kamerê careke din beraet kiriye
Rojnameger Hatîce Kamera ku ji ber fotografên daxuyaniyên civînên çapemeniyê yên HDP û KCDyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye, dihate dadgehkirin. Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara beraetkirina wê betal kir, careke din hatiye dadgehkirin û dîsa biryara beraetê ji bo wê derketiye.
9 Sibat 2021
Êrîşî Osman Gudu, bernameçêkerê KRT TVyê kirine
Osman Gudu, bernameçêkerê KRT TVyê dema ji ofîsa xwe ya li Kartala Stenbolê derdiket, kesekî êrîşî wî kiriye. Neh kêl avêtine serê Guduyî.
5 Sibat 2021
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Di 15 rojên destpêkê yên sala nû de pênc rojnameger rastî êrişê hatine
Îzzet Tinmaz li Aksarayê, Kiymet Sariyildiz û Mûrat Ûçkaç li Aydinê, Afşîn Hatîpoglû û Orhan Ûgûrlûyî jî li Enqereyê rastî êrişê hatine.
20 Çile 2021
Rojnamegeran bertek nîşanî desteserkirin û girtinan dane
Xebatkarên çapemeniya azad li dijî zext, desteserkirin û girtina hevpîşeyên xwe bertek nîşan dane û diyar kirine ku ew ê li ber zext, desteserkirin û girtinan serî netewînin û ragihandina rastiyê bidomînin.
15 Çile 2021
Ji ber “Newroz”ê doz li rojnameger Melîs Alphanê vekirine
Ji ber ji Newroza Amedê ya 2015an fotografek weşandiye, doz li rojnameger Melîs Alphanê vekirine. Dozgerî xwestiye heta 7 sal û nîvan cezayê girtîgehê li wê were birîn.
13 Çile 2021
DFG: Di sala 2020an de 24 rojnameger hatine girtin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020an aşkere kiriye. Li gorî raporê di sala 2020an de 79 rojnameger hatine desteserkirin û 24 rojnameger hatine girtin. 150 sal û 15 roj cezayê girtîgehê li 43 rojnamegeran hatiye birîn.
4 Çile 2021
2020: Azadiya xweîfadekirinê di bianet kurdîyê de çawa cih girtiye?
Di bianet kurdiyê de li gel nûçeyên derbarê mafên mirovan, jin û LGBTI+yan em herî zêde nûçeyên azadiya xweîfadekirinê diweşînin. Di sala 2020an de jî dîsa gelek rojnameger desteser kirin, hinek ji wan girtin. Doz li bi dehan rojnamegeran vekirin.
31 Kanûn 2020
Ferid Demirel
RAPORA RSFyê ya 2020an
“Di 5 salan de hejmara rojnamegerên girtî ji sedî 17 zêde bûye”
Li gorî rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li seranserê cîhanê 387 rojnameger girtî ne, 54 rojnameger dîlgirtî ne û 4 rojnameger jî winda ne. Di nava salekê de hejmara rojnamegerên jin ên kêfî hatine girtin ji sedî 35 zêde bûye.
14 Kanûn 2020
1
...
4
5
6
7
8
...
13
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver