TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Leyla Guven
Rûpela 2
Girtiyê ku di greva birçîbûnê de bû û xwe kuştiye di bin dorpêça polîsan de hatiye binaxkirin
Girtiyê nexweş, Zulkuf Gezenê li Girtîgeha Tekîrdageê di greva birçîbûnê de bû, dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Gezenî saetên bi şev birine Amedê û di bin dorpêça polîsan de hatiye binaxkirin.
18 Adar 2019
“Mafên girtiyên di greva birçîbûnê de tên binpêkirin”
Parlamentera HDPyê Ayşe Acar Başaranê behsa binpêkirina mafên girtiyên di greva birçîbûnê de ne kiriye û gotiye girtî bi taybetî nekarin xwe bigihînin vîtamîna Byê.
12 Adar 2019
RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A İHDyê
“Girtîgeh gelekî tijî ne, girtî li erdê radizên”
İHDyê rapora binpêkirina mafan a girtîgehan a şeş mehan aşkere kiriye. Li gorî vê raporê “girtîgeh gelekî tijî bûne, ji ber wê girtî neçar dimînin ku nivînên xwe li erdê dînin”.
20 Sibat 2019
Demîrtaşî ji bo Leyla Guvenê name ji YE û MPKEyê re nivîsandiye
Hevserokê Giştî yê bêrê yê HDPyê Demîrtaşî ji girtîgehê name ji endamên Yekîtiya Ewropa û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re şandiye û bal kişandiye ser greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û 320 kesên din.
19 Sibat 2019
“Înîsiyatîfa Leyla Guven mafdar e, bila tecrîd rabe” hatiye avakirin
“Înîsiyatîfa Leyla Guven mafdar e, bila tecrîd rabe” di rojên pêş de ji bo serdana Leyla Guvenê bikin wê biçin Amedê. Leyla Guven 103 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
18 Sibat 2019
Evrim Kepenek
Çar partî û rêxistinan xwestin tecrîd rabe
15ê Sibatê Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê hatibû anîn, heweha 100 roj in ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Çar partî û rêxistinan li ser vê yekê daxuyaniyek da.
15 Sibat 2019
Hikmet Adal
Hewldana Hemwelatiyan: “Piştgiriya mirinê na lê ya jînê bikin”
Hewldana Hemwelatiyan di 100em roja greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê de daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku rasterast dewlet ji jîna girtiyên di greva birçîbûnê de ne berpirsiyar e û divê bilez diyalog were danîn.
15 Sibat 2019
HDPyê bersiv daye Suleyman Soylûyî: Kûkele
HDPyê bersiv daye Suleyman Soylû, Wezîrê Navexweyî ku ji bo parlamenterên HDPyê gotiye; “Tu ne wekîlê/a gel î, em de weke wekîlê/a gel qebûl nakin”. HDPyê di bersiva xwe de gotiye: “Hilbijartiyên me, destûra parlamenteriya xwe ji te û yên weke te negirtine”.
15 Sibat 2019
Leyla Guven ji nexweşxaneyê derket
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 98 ro je di greva birçîbûnê de ye. Guven ji ber êşa singê wê ji bo nexweşxaneyê hatibû birin. Guven ji nexweşxaneyê derket ji bo mala wê hatiye birin.
13 Sibat 2019
Heyeta Aştiyê ya Navnetewî: Divê tecrît bi dawî bibe
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navnetewî bi Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê re civiya ne û bang li Tirkiyeyê kirine ku “li gorî yasayên xwe tev bi gere” û daxwaza rakirina tecrîtê kirin. Di nava heyetê de ji Arjantîn, Îzlanda, DYA û Ingiltereyê akademisyen, aktivîst, siyasetmedar û sendîkavan hene.
12 Sibat 2019
Polîsan destûr neda lê HDPyî li Kolana Îstîklalê meşiyan
Polîsan destûr neda ku parlamenterên HDPyê bi armanca piştgiriya bi Leyla Guvenê re, li Kolana Îstîklalê bimeşin. Parlamenterên HDPyê paşê qutikên li ser xwe ji xwe kirine û heta Çiçek Pasajiya li ser Kolana Îstîklalê meşiyan e.
11 Sibat 2019
Hikmet Adal
Polîsan destûra xwenîşandanê neda parlamenterên HDPyê
Parlamenterên HDPyê bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê xwestin ku li Kolana Îstîklalê bimeşin. Lê polîsan destûr neda wan.
11 Sibat 2019
Hikmet Adal
Can, Turkdogan û Bayramoglûyî serdana Leyla Guvenê kiriye
Celalettîn Can Berdevkê Hewldana 78an, Ozturk Turkdogan Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û rojnameger Alî Bayramoglûyî serdana Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê Leyla Guvenê kirine. Leyla Guven 96 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
11 Sibat 2019
Leyla Guvenê ji bo PE û CPTyê name nivîsîne
Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê ji bo Parlamentoya Ewropayê û CPT(Komîteya Rêlibergirtina Îşkenceyê) name nivîsîne.
31 Çile 2019
Leyla Guven: Ev tekoşîn ya me hemûyan e
Leyla Guven, Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Demokratîka Gelan(HDP) di 82emin roja grevê de gotiye: “ beşek dî ya vê berxedanê, xebatên ku li derve dihat kirin e. (Gireva di girtîgehê de) bû çavkaniya moralê me."
28 Çile 2019
Polîsan destûr neda ku Dayikên Aştiyê daxwuyaniyê bidin
Dayikên Aştiyê name ji Wezareta Dadê re şandin û xwestine ku daxwazên girtiyên siyasî û Leyla Guvenê bi cî bîne. Dayikên Aştiyê paşê xwestin ku civîneke çapemeniyê çêbikin, lê polîsan destûr neda wan.
25 Çile 2019
Hikmet Adal
Leyla Guven ji girtîgehê hatiye derxistin
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê diyar kiriye ku Guven wê greva xwe ya birçîbûnê bidomîne.
25 Çile 2019
Leyla Guven tehliye bûye
Dadgeha Amedê biryara tehliyeyê ji bo Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya Colemêrgê daye ku 79 roj in di greva birçîbûnê de ye.
25 Çile 2019
Ayfer Duzdaşê li ser Leyla Guvenê stranek gotiye
Ayfer Duzdaşê straneka bi navê “Leyla” li ser Leyla Guvenê gotiye.
24 Çile 2019
SES: Leyla Guven nekare derkeve hevdîtinan
Derbarê Leyla Guvenê de, Îbrahîm Kara, Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Civakî û Tenduristiyê (SES) derbarê rewşa Leyla Guvenê de gotiye ku rewşa tendirûstî ya Guvenê gelekî xirab bûye û kîloyên wê kêm bûne, gehiştiye asteke krîtîk û nekare derkeve hevdîtinan.
22 Çile 2019
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
HDPyê daxwaz kiriye ku heyetek ji Parlamentoyê biçe Grava Îmraliyê
Gulustan Kiliç Koçyigit, parlamentera HDPyê ji bo ku heyetek ji Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê biçe Girtîgeha li Grava Îmraliyê serî li Komisyonê daye.
21 Çile 2019
Kampanyaya piştgiriya Leyla Guvenê hatiye destpêkirin
Perlamentera Colemêrgê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Leyla Guven 75 roj in ku di greva birçîbûnê de ye. wê ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) rabe, dest bi grevê kiribû.
21 Çile 2019
Dêya Leyla Guvenê çûye ser dilovaniya xwe
Dêya Leyla Guvenê çûye ser dilovaniya xwe. Leyla Guven 58 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven dema di girtîgehê de bû, bavê wê miribû lê destûr nedabûn wê ku beşdarî merasîma cezaneyê wî bibe.
4 Çile 2019
Abdullah Zeydan di girtîgehê de,di greva birçîbûnê de ye
Parlementerê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Abdullah Zeydanî daxuyandiye ku wî duhî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Zeydan dê 10 rojan di grevê de be.
2 Çile 2019
“Sebebên girtîbûna Leyla Guvenê sîyasî ne ji bilî wê em sebebek dî nabînin”
Dadgeha Cezayên Giran a 9. a Amedê biryar da ku Leyla Guven dê ji girtîgehê dernekeve.
26 Kanûn 2018
Pınar Tarcan
Pervîn Bûldan: Em ê ji bo 2 rojan bikevin greva birçîbûnê
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê gotiye ku ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê, ew ê tevlî 10 parlamenteran li Meclîsê ji bo du rojan bikevin greva birçîbûnê.
4 Kanûn 2018
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Sebahat Tuncel û 14 jinên girtî dest bi greva birçîbûnê kirine
Sebahat Tûncel û 14 jinên girtî ji bo piştgiriya bi Leyla Guven, parlamentera girtî ya HDPyê, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Çalakiya Tuncel û 14 jin wê 10 rojan berdewam bike. Guven daxwaz dike ku “Tecrîda li Îmraliyê rabe”.
3 Kanûn 2018
Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye
Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
7 Mijdar 2018
Ekin Karaca
Meral Daniş Beştaş
“Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
Wekîla ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Leyla Gûven di girtîgehê de ye, wekîya HDPyî Meral Daniş Beştaşê bi pirsnameyekê ji meclîsê pirsî “çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
17 Tîrmeh 2018
Dadgehê daxwaza tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê qebûl nekiriye
Danîşîna Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya ku 24ê Hezîranê ji Colemêrgê hatibû hilbijartin, li 9em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Heyeta dadgehê daxwaza tehliyeya Guvenê qebûl nekir.
11 Tîrmeh 2018
Biryara tehliyeya Leyla Guven, parlamentera Colemêrgê hatiye betalkirin
Li ser îtiraza dozgeriyê biryara tehliyeya Leyla Guven, Hevseroka KCDyê hatiye betalkirin.
29 Hezîran 2018
Biryara tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê derketiye
Ji bo Leyla Guven Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biryara tehliyeyê derketiye.
29 Hezîran 2018
1
2
3
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver