TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Kuştina rojnamegeran
Rûpela 2
RAPORA UNESCOYÊ
Di sala 2022an de li cîhanê 86 rojnameger hatine kuştin
Li gorî rapora Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, welatên ku di sala 2022an de herî zêde rojnameger lê hatiye kuştin Meksîka û Ûkrayna ye. Li gorî raporê li Meksîkayê 19 û li Ûkraynayê 10 rojnameger hatine kuştin.
18 Çile 2023
Li Sûriyeyê di 11 salan de 756 rojnameger hatine kuştin
Li gorî daneyên Yekitiya Ragihandina Azad(YRA) li Sûriyeyê ji sala 2011an heta niha 756 rojnameger hatine kuştin.
23 Mijdar 2022
Apê Mûsa li Amedê hatiye bibîranîn: “Em pênûsa Apê Mûsa ne”
Di bernameyê de beşdaran dirûşma "Kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike" berz kirine û heta cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin meşiyane. Beşdaran, qurnefîl danîne cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin.
20 Îlon 2022
Heyeta dadgehê doza kuştina Mûsa Anterî taloq kir
Parêzer Turkdoganî got ku “Em dixwazin rastî derkevin holê.” Wî daxwaz kir ku biryara demboriyê neyê dayîn, lê ev nehate pejirandin.
15 Îlon 2022
DAGIRKIRINA ÛKRAYNAYÊ JI ALİYÊ RÛSYAYÊ VE
Di meha şeşan a şer de li gorî RSFê 8, li gorî CPJê 12 rojnameger hatine kuştin
RSF û CPJyê artêşa Rûsyayê weke berpirsyarê kuştina hemû rojnamegeran nîşan dane. CPJê bang li Ukraynayê kiriye ku rojnamegeran biparêze.
24 Tebax 2022
LI MEKSIKAYÊ KUŞTINA ROJNAMEGERAN
Qunciknivîs Fredîd Roman li Meksîkayê hatiye kuştin
Fredid Roman, qunciknivîsê rojnameya La Realidad Escritoyê, di wesayîta xwe de di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin.
23 Tebax 2022
Li Myanmarê rojnameger Aye Kyaw dema desteserkirî bû, hatiye kuştin
Aye Kyawî fotografên xwenîşandanên li dijî derbeyê digirtin.
9 Tebax 2022
Li Ûkraynayê rojnamegerekî Fransî hatiye kuştin
Frederic Leclerc-Imhoff, rojnamegerê Fransî yê 32 salî ji ber ku parçeyek şarapnelê lê ketiye, miriye.
31 Gulan 2022
Leşkerên Îsraîlê nûçegîhana Al-Jazeerayê kuştiye
Shireen Ebu Akleha 51 salî dema operasyona leşkerên Îsraîlê ya li dijî Qampa Penaberan ya Cenînê dişopîne gule li nav çavên wê dikeve û dimire. Her weha rojnamegerekî din jî di pişta xwe de birîndar bûye.
11 Gulan 2022
Meksîka: Rojnameger Luis Enrique Ramîrez hatiye kuştin
Li Meksîkayê ji sersalê heta niha bi kuştina rojnameger Luis Enrique Ramîrezî re hejmara rojnamegerên hatine kuştin derketiye 9an.
6 Gulan 2022
Oksana Baulina rojnamegera şeşem e ku di dagirkirina Ukraynayê de hatiye kuştin
Oksana Baulina, xebatkara The Insiderê dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye, hatiye kuştin.
24 Adar 2022
RSFyê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî giliyê Rûsyayê kiriye
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) diyar kiriye ku rojnameger di demên şerî de ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên parastin û li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî giliyê Rûsyayê kiriye.
18 Adar 2022
RSF: Ji bo rojnamegeran biparêze, divê Tirkiye tavilê gavan biavêje
Nûnerê Tirkiyeyê yê RSFyê, Erol Onderoglûyî gotiye ku kuştina Gungor Aslanî li ber çavan bû û wiha dewam kiriye: "Digel ku peyamên gefxwarinê dihatin zanîn, rayedaran gav neavêtine û erka parastina Arslanî bicih neanîne."
17 Adar 2022
Têkildarî kuştina rojnameger Gungor Arslanî hejmara kesên hatine girtin derketiye 7an
Gungor Arslan, rêvebirê karên nivîsan û xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê di ofîsa xwe de di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin. Têkildarî kuştina wî 5 kesên din hatine girtin. Hejmara kesên girtî derketiye 7an.
25 Sibat 2022
Têkildarî kuştina rojnameger Gungor Arslanî 2 kes hatine girtin
Ramazan O., kujerê Gungor Arslan, xwediyê Rojnameya Ses Kocaeliyê û Bûrhan P., ku hatiye nirxandin têkiliya wî bi bûyerê re heye ji aliye dadweriya nobedar ve hatine girtin.
24 Sibat 2022
Li Meksîkayê ji sersalê û vir ve 5 rojnameger hatine kuştin
Hejmara rojnamegerên hatine kuştin ji sersalê û vir ve bi kuştina Heber Lopez, rêvebirê Notîcîas Webê re derketiya 5an. Ji sala 2000î heta niha hejmara rojnamegerên hatine kuştin ji 140î derbas bûye.
11 Sibat 2022
FEDERASYONA ROJNAMEGERÊN NAVNETEWEYÎ
45 rojnameger hatine kuştin, 365 rojnameger girtî ne
Li gorî daneyên Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî(IFJ) Afganistan metirsîdartirîn welat e ku sala par 9 rojnameger li wir hatine kuştin. Çîna ku 102 rojnameger lê girtî ne ji bo rojnamegeran mezintirîn girtîgeha cîhanê ye.
5 Çile 2022
IPI: Di sala 2021an de 45 rojnameger hatine kuştin
Enstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî ragihandiye ku tûndkariya li dijî rojnamegeran hê jî pirsgirêkeke kûrewî ye.
31 Kanûn 2021
Apê Mûsa li cihê ku lê hatiye kuştin, bibîr anîne
Rojnamegeran di dema bîranînê de wiha gotiye: “Yên ku Apê Mûsa gulebaran kirin, xwestin wê pênûsê li erdê bihêlin, lê belê çapemeniya azad ev kevneşopî dewam kir û destûr neda mexseda êrişkaran.”
20 Îlon 2021
Rojbûna te pîroz be ahparîg*
Rojnameger Hrant Dînk, ger ku nehatiba kuştin wê îro 67 salî bûya.
15 Îlon 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnameger Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatiye qetilkirin yad kirine
Rojnameger û malbata Hafiz Akdemîr, nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê li Amedê, li wê kolana ku lê hatiye qetilkirin, ew yad kirine.
8 Hezîran 2021
Atilla Peker: Ji bo kuştina Adaliyî ez û Eken em çûn Qibrisê
Atilla Peker, birayê Sedat Pekerî çûye dozgeriyê û daxwaznameyek pêşkêş kiriye. Daxwaznameya Pekerî ya bêîmze hatiye weşandin ku tê de gotiye ji bo kuştina rojnameger kutlu Adaliyî ew tevlî Korkut Ekenê, endamê berê yê MITê çûne Qibrisê.
26 Gulan 2021
Rêxistinên rojnamegeran: Êdî her kî bêdeng bimîne wê bibe şirîkê sûcdaran
Piştî îdiayên ku Sedat Pekerî anîn ziman, TGS, RSF û DISK Basin-Îşê daxuyanî dan. TGSyê gotiye ku “wî berî bikişînin bila dîwar hilweşe”, “Basin-Îşê gotiye, “Êdî herkesê/a ku bêdeng bimîne wê bibe şirîkê sûcdaran”, RSFyê jî gotiye, “Divê lêpirsîna gotinên Pekerî were kirin.”
24 Gulan 2021
Metîn Alataş, belavkarê Azadiya Welatê yad kirine
Metîn Alataş, belavkarê rojnameya Azadiya Welatê, di salvegera kuştina xwe ya 11an de li ser gora wî yad kirine ku îro heman demê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin e.
6 Nîsan 2021
Li Hindistanê ji ber behsa gendeliyê kiriye, rojnamegerek kuştine
Li Hindistanê rojnameger Rakesh Singh, nûçegîhanê rojnameya Rashtriya Swaroopê kuştine. Singhî di nûçeyên xwe de behsa gendeliyên rêveberên herêmî kiriye.
9 Kanûn 2020
Andre Vltchek, rojnamegerê Amerîkî mirî hatiye dîtin
Andre Vltchek, rojnamegerê Amerîkî li Karakoyê di hundirê wesayîtê de mirî hatiye dîtin. Serdozgeriya Komarî a Stenbolê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
22 Îlon 2020
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Di sala 2019ê de 49 rojnameger hatine kuştin
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daye zanîn ku di sala 2019ê de 49 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê hatine kuştin.
17 Kanûn 2019
Mîrzayî qebûl nekiriye ku wî fermana kuştina Qajûxçîyî daye
Mîrzayê Erebiatana Siûdîyê Muhammed Bin Selmanî qebûl kiriye ku Kuştina Kajuxçîyî di bin berpirsiyarîya wî de bûye. Lê Bin Selmanî red kiriye ku fermana kuştina Qajûxçîyî wî daye.
30 Îlon 2019
Bin Selman: Kuştina Kajuxçîyî di bin berpirsiyarîya min de bû
Mîrzayê Erebiatana Siûdîyê Muhammed Bin Selmanî qebûl kiriye ku Kuştina Kajuxçîyî di bin berpirsiyarîya wî de bûye.
26 Îlon 2019
Rojnameger Metîn Goktepe li ser gora wî hate bibîranîn
Di 23yemîn salvegera kuştina wî de rojnameya Evrensel û qurnefîl danîn ser gora rojnameger Metîn Goktepeyî.
8 Çile 2019
Evrim Kepenek
RSF: Grûpên mafyayî herî zêde rojnameger li Meksîkayê kuştine
Li gorî rapora Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya bi navê “Rojnamegerên Di Hedefa Grûpên Mafyayî De Ne”, di nava sal û nîva derbasbûyî de grûpên mafyayî herî kêm 30 rojnameger kuştine. 13 ji wan li Meksîkayê hatiye kuştin.
30 Mijdar 2018
UNESCO: “Ji 2006ê heta niha 1096 rojnameger hatine kuştin”
UNESCOyê beriya Roja Pêşîlêgirtina Li Bêcezatiya Sûcên Li Dijî Rojnamegeran daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku ji sala 2006ê û vir ve bi giştî 1096 rojnameger hatine kuştin.
30 Cotmeh 2018
1
2
3
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver