TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
hdp
Rûpela 26
HDPyê li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya hilbijartinê kir
HDPyê kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser medyaya civakî, bi parvekirinên fotograf û vîdeoyên Selahattîn Demîrtaşî da destpêkirin. HDP di hilbijartinê de wê slogana “Tu dikarî/Senle değişir her şey” bi kar bîne.
4 Gulan 2018
Demîrtaş: “Ya wê demokrasî bi ser keve, yan jî dîktatorî”
Selahattîn Demîrtaşî ji bo rojnameya Cûmhûriyetê nivîsek nivîsandiye û gotiye ku li gorî encamên hilbijartinên 24ê Hezîranê ya wê rejîma yek kesî serkeftina xwe ragihîne yan jî wê demokrasî bi hêz bibe û li ser rêya xwe berdewam bike.
2 Gulan 2018
HDPyê di salvegera Qirkirina Ermeniyan de banga rûbirûbûyînê kir
HDPyê di 103yemîn salvegera qirkirina Ermeniyan de diyar kir ku “Rûbirûbûyîna bi sûcên li hemberî mirovahiyê re, wê ji bo avakirina aştiya civakî, bibe gaveke girîng”.
24 Nîsan 2018
10 partiyên ku wê bikevin hilbijartinê aşkere bûn
Piştî ku 15 parlamenterên CHPyê derbasî İYİ Partiyê bûn, YSKyê partiyên ku wê karibin beşdarî hilbijartina pêşwext a 14ê Hezîranê ya 2018ê kir. Di lîsteyê de İYİ Partî jî di nav de 10 partî hene.
23 Nîsan 2018
Parlamentoyê pêşniyaznameya hilbijartina pêşwext qebûl kir
Pêşniyaznameya hilbijartinê ya AKP û MHPyê hat qebûlkirin ku tê xwestin hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteriyê di 24ê Hezîranê ya sala 2018ê de çêbibe.
20 Nîsan 2018
Demîrtaş: Temenê wan bi qasî mohrekê ye
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Demîrtaşî derbarê hilbijartina pêşwext de ji girtîgehê peyamek şandiye û gotiye: “Werin em dest bidin hev, em vê rikberiya tirsnak ji holê rakin. Em vê hilbijartinê bikin daweta demokrasî û biratiyê. Bawer bikin ku em dikarin bikin, bawer bikin û em bikin”.
20 Nîsan 2018
Parlamenteriya Baydemîr û Irmakê hat betalkirin
Bi hinceta ku ceza li wan hatiye birîn, parlamenteriya Osman Baydemîr û Selma Irmaka HDPyî hat betalkirin. Li gorî vê encamê heta niha parlamentiriya 11 parlamenterên HDPyê hatiye betalkirin.
19 Nîsan 2018
Kiliçdaroglû û Bûldanê derbarê nîqaşa hilbijartina pêşwext de daxuyanî da
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglûyî ji bo daxuyaniya Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê ya derbarê hilbijartina pêşwext de got, "Em ê li bendeyî aktorê esasî bin". Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê jî diyar kir ku "Bahçelîyî ew gotin ne bi serê xwe gotiye".
17 Nîsan 2018
ERTUGRUL KURKÇUyî JI WEZARETA NAVXWEYÎ PIRSÎ:
Hêzên emnî çend caran mafên welatiyan binpê kirine?
Parlamenterê HDPyê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçuyî pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoyê kir û xwest ku Wezareta Navxweyî pirsên derbarê binpêkirinên mafan ên ji hêla hêzên emnî ve pêt tên, bibersivîne.
13 Nîsan 2018
Gulsum Agaogluya birêvebira HDPyê, ji ber gotara wê ya li ser Newrozê hat girtin
Endama Lijneya Birêvebir ya Navendî ya HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), Gulsum Agaoglu ji ber axiftina di roja Newrozê de hat girtin.
23 Adar 2018
Li Amed û Stenbolê ji bo Newrozê destûr hat dayin
Serlêdanên ji bo pîrozbahiya Newrozê, Amed û Stenbol jî di nav de li gelek bajaran hatin qebûlkirin. Pîrozbahî li Riha û Antalyayê dest pê kirin.
19 Adar 2018
Bernameya Newrozê ya sala 2018ê hat aşkerekirin
Îsal wê li 40 navendan Newroz bê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyê wê 17ê Adarê li Farqînê dest pê bike û 21ê Adarê bi pîrozbahiya li Amedê wê biqede.
12 Adar 2018
Wekîlên ji AKPyê milê wekîlê ji HDPyê şikand
Wekîlên ji Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) derb li wekîlê ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Mahmut Togrulî dan û milê wî şikand.
8 Adar 2018
Çiçek Tahaoğlu
Ji ber "parvekirinên Efrînê" fezleke ji bo 3 parlamenterên HDPyê hatiye amadekirin
Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî yên derbarê Efrînê de fezleke ji bo Geverî, Ozgokçe Ertan û Botan, Parlamenterên HDPyê yên Wanê hatiye amadekirin. Fezleke ji bo Wezareta Dadê hatiye şandin. Bi heman hincetê lêpirsîn derbarê 4 parlamenterên din de hatibû vekirin.
7 Adar 2018
Wekîlê HDPyî li ser derblêdana hevserokê DBPyê pirsnameyek da meclîsê
Wekîlê Wanê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Lezgîn Botanî li ser derblêdana hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) Mehmet Aslanî pirsnameyek da meclîsê.
5 Adar 2018
Dadgehekê 2 sal û 6 meh cezayê girtinê da Dîlek Ocalanê
Dadgeha Rûhayê ya Cezayên Giran a 5. ji ber wekîla Rûhayê ya ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Dilek Ocalan li Wêranşarê çûye tezîyekê, bi sûcê “propagandayê” 2 sal û 6 meh cezayê girtinê da wê.
1 Adar 2018
Celalettîn Can jî tê de 16 birêvebirên HDP/HDKyê hatin girtin
Birêvebirên HDP/HDKyê Celalettin Can, Filiz Yılmaz, Metin İlan, Suphi Yıldız, Bedia Aydemir, Gonca Yangöz, Şamil Altan, Abdulselam Yolcu, Taylan Talaş, Hüseyin Gencer, Atilla Sayır, Erhan Sarıkaya, Gülsen Biter, Vahit Dalgıç, Taylan Ürün û Can Memiş hatin girtin.
21 Sibat 2018
Ji bo Serpîl Kemalbayê biryara serbestiyê hat dayin
Ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDPyê Serpîl Kemalbay îro piştî derket pêşberiya dozgeriyê bi şertê kontrola edlî biryara serbestiyê hat dayin. Kemalbay ji 13yê Sibatê û vir ve desteserkirî bû.
20 Sibat 2018
HDPyê navên endamên Lijneya Birêvebir a Navendî eşkere kirin
Di Lijneya Birêvebira a Navendî ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) 29 endam hene. Lijne ji 15 mêr û 14 jinan pêk tê.
19 Sibat 2018
Jiyana Pervîn Bûldanê: Ji mafparêziyê ber bi hevserokatiyê ve
Pervîn Bûldan piştî ku hevjînê wê hat kuştin û failê wî nehat diyarkirin tevlî rûniştina Dayikên/Mirovên Şemiyê bû û bi vî awayî jiyan û têkoşîna wê ya siyasî dest pê kir.
12 Sibat 2018
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ji ber Kongreya HDPyê lêpirsîn li Bûldan û Onderî hat vekirin
Serdozgeriyê derbarê Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê û parlamenter Sirri Sureyya Onderî de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye, pesnê sûc û sûcdarî kiriye û dijminatî û kînê di nava gel belav bike” lêpirsîn daye destpêkirin.
12 Sibat 2018
Pevrîn Bûldan û Sezaî Temellî weke Hevserokên nû yên HDPyê hatin hilbijartin
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî di 3yemîn Kongereya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke hevserokên nû hatin hilbijartin. Demîrtaş di lîsteya Meclîsa Partiyê de di rêza yekem de bû.
12 Sibat 2018
Dadgeha Enqereyê biryara desteserkirina hevseroka HDPyê daye
Dadgeha Enqereyê ji bo lêpirsînekê biryara desteserkirina hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Serpîl Kemalnbayê daye.
9 Sibat 2018
Ji beriya Kongreya HDPyê, polîsan endamên HDKyê desteser kirine
Polîsan 10 kesên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) desteser kirin. Di nav desteserkiriyan de berdevkê HDKyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî heye.
9 Sibat 2018
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bûn namzetên Hevserokatiyê yên HDPyê
Beriya kongreya ku wê roja yekşemê (11yê Sibatê) çêbibe Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî weke namzetên Hevserokatiyê yên HDPyê hatin aşkerekirin.
9 Sibat 2018
Parlamenteriya Ferhat Encuyî hat betalkirin
Parlamenteriya Ferhat Encu Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat betalkirin, li gorî vê encamê hejmara parlamenterên HDPyê yên ku parlamenteriya wan hatiye betalkirin gihişte 7an.
6 Sibat 2018
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Siyasetmedarên jin ên girtî ji bo Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirin
Fîgen Yuksekdag, Aysel Tûglûk, Çaglar Demîrel, Bûrcû Çelîk Ozkan, Gulser Yildirim, Gultan Kişanak, Nûrhayat Altûn, Edîbe Şahîn û Sebahat Tuncel li girtîgehê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê.
25 Çile 2018
Serokwekîlê Koma HDPyê Yildirim: Divê em li hemberî vî şerî derkevin
Serokwekîlê Koma HDPyê Ahmet Yildirimê li Parlamentoyê civîna çapemeniyê li dar xist û got, “Ti bangewaziya me nîne ku piştgiriyê bidin HDPyê, bibin HDPyî. Em bangê dikin ku piştgiriyê bidin polîtîkayên aştiyê.”
22 Çile 2018
Demîrtaş: Ez li bendê me ku hûn pêşniyara hevserokên alternatîf bikin
Selahattîn Demîrtaşî got, ew wê kampanyaya îmzeyan rast nabîne ku beriya kongreya HDPyê ya 11yê Sibatê ji bo Demîrtaş careke din bibe hevserok hatibû destpêkirin: “Ez li bendê me ku hûn pêşniyara hevserokên bihêz û alternatîf bikin.”
15 Çile 2018
Parlamenteriya Leyla Zanayê hat betalkirin
Bi hinceta ku beşdarî xebatên Parlamentoyê nedibû parlamenteriya Leyla Zana Parlamentera HDPyê ya Agiriyê ji hêla Meclîsa Miletê ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ve hat betalkirin. Parlamenterên HDPyê ji Civata Giştî derketin.
12 Çile 2018
Ahmet Turk: Ez ê ji bo hevserokatiyê nebim namzet
Piştî ku hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattin Demirtaşî eşkere kir ew ê di kongreya HDPyê de ji bo hevserokatinê nebe namzet, gelek ji HDPyîyan behsa Ahmet Turkî kirin, Turkî daxuyand ew ê nebe namzet.
11 Çile 2018
Demîrtaş: Ez ê nebim namzetê hevserokatiyê
Hevserokê Giştî yê HDPyê Demîrtaşî got ku, “Ji bo bi heyecaneke nû em di rêya xwe de ber-dewam bikin, divê ji niha de bê zanîn ku di vê kongreyê de ez ê nebim namzetê Hevserokatiya Giştî.”
4 Çile 2018
1
...
24
25
26
27
28
...
35
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver