TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
erdoğan
Rûpela 3
Hejmara kesên li Dilokê hatin qetilkirin gihişt 54an
3 kesên ku di encama êrişa bombeyî ya li dijî daweta li Dîlokê bi giranî birîndar bûbûn îro destê sibehê canê xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara kesên qetilkirî derket 54an. Hêjî li nexweşxaneyan 66 birîndar hene û rewşa 14 ji wan giran e.
22 Tebax 2016
Erdogan: Xwekuj 10-12 salî ye
Erdogan li Stenbolê pirsên rojnamegeran bersivandin û destnîşan kir ku temenê xwekujê ku li Dîlokê êriş pêk aniye 10-12 salan e.
21 Tebax 2016
Ji Erdogan bo Amerîkayê: Me ji we belge nexwastibû
Serokomar Erdogan ji bo îadekirina Gulenî bangî Amerîkayê kir û got: ‘We dema ji me terorîst xwestin me ji we belge nexwestin. Me tenê xwe sipart peymana îadekirina sûcdaran û demildest ew terorîst teslîmê we kirin.’
19 Tebax 2016
Derbarê bûyerên ku niha dibêjin ‘FETO kiriye’ de kî çi gotibû?
Di rojevê de tê îdiakirin ku ji bûyera qetilkirina Hrant Dink bigire heta cinayeta li Somayê, Qetlîama Roboskiyê, xistina balafira Rûsyayê ji hêla FETO ve hatiye kirin. Gelo dema pêkanîna wan bûyeran de kî çi gotibû, kî li ser kîjan wezîfeyê bû û ew kesana niha çi dikin?
11 Tebax 2016
Erdogan û Pûtîn di warê aboriyê de axivîn
Serokomar Recep Tayîp Erdogan li St. Petersburgê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hat cem hevdu. Her du lîderan diyar kirin ku têkiliyên aborî ya navbera her du dewletan de dê baş bibe û were pêşxistin.
10 Tebax 2016
Hevdîtina Erdogan-Pûtîn wê îro pêk were
Serokomar Erdogan û Serokê dewleta Rûsyayê Pûtîn, piştî 9 mehan wê îro hevdîtinê pêk bînin.
9 Tebax 2016
Li Yenikapiyê miting hat lidarxistin
Mitînga Yenikapiyê di pêşengiya serokomariyê de ji hela Şaredariya Stenbolê û Walîtiya Stenbolê tê tê lidarxistin.
7 Tebax 2016
Kiliçdaroglu wê beşdarê mitînga Yenikapiyê bibe
Ji hêla serokomariyê ve ‘Mitînga Demokrasî û Şehîdan’ tê lidarxistin. Kiliçdaroglu ku beriya niha gotibû wê tenê heyeteke CHPê beşdarê mitîngê bibe, biryareke nû da ku ew ê jî bi xwe jî biçe mitîngê.
5 Tebax 2016
Wezareta derve bangî meslehetgozarê(berjewendîparêz) Almanyayê kir
Almanyayê destûr neda ku Erdogan bi vîdeo-konferansê ji bo xwenîşandarên li Kolnê biaxive. Li ser vê yekê Wezareta Derve bangî meslehetgozarê(berjewendîparêz) Almanyayê, Robert Dölgerî kir ku bihê wezaretê.
1 Tebax 2016
Çapemeniya Almanyayê: Tevliheviyên li Tirkiyeyê li Almanyayê didin der
Hewldana derbekirinê û girtina rojnamegeran li Tirkiyeyê pêk tên dawiya hefteyê di çapemiya Almanyayê de cih girtin. Di wan nûçeyan de hat gotin ku ew yekana ketiye rojeva dadgeh û jiyana rojane yê Almanyayê û gelek fikaran jî anîn ziman.
1 Tebax 2016
Erdogan dê di 9ê Tebaxê de biçe Rûsyayê
Ji dema Tirkiyeyê balafira Rûsyayê xistî ve, cara pêşiyê ye ku wezîrekê Tirkiyeyê çû Rûsyayê. Cihgirê serokwezîrê Tirkiyeyê, Ahmet Şîmşek çû Rûsyayê û diyar kir serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî dê di 9ê tebaxê de biçe Rûsyayê.
26 Tîrmeh 2016
Erdogan bi AKP, CHP û MHPê re hevdîtin pêk anî
Civîna Erdogan û serokên AKP, CHP û MHPê bi dawî bûn. Piştî civîna ku HDPê gazînekiribûn, ti daxuyanî jî nehat dayîn. Hat ragihandin ku Lijneya Wezîran jî wê di bin serokatiya Erdogan de wê bicive.
25 Tîrmeh 2016
Tezkereya OHALê li meclisê hat qebûlkirin
Biryara ku ji hêla Lijneya Wezîran hatibû girtin û li gorî wê yekê heta 3 mehan li her derê welêt rewşa awarte (OHAL) dê were îlankirin, piştî dengdayîna li meclisê hat qebûlkirin.
22 Tîrmeh 2016
Civîna MGKê dest pê kir
Civîna Lijneya Parastina Milî (MGK) di saet 13:12an de dest pê kir. Serokwezîr û serokomar gotibûn ku piştî civîna îro wê daxuyaniyeke girîng were dayîn.
20 Tîrmeh 2016
Pankarta gefa darvekirinê li AKMyê hat daliqandin
Ji hêla kesên ku xwe weke ‘Bu Aziz Vatanin Yigitleri’ ve pankarteke mezin li Taksim AKMyê hat daliqandin û daxwaz hat kirin ku cezayê darvekirinê dîsa di nav qanûnnameyê de cih bigire.
20 Tîrmeh 2016
‘’Bi dilê wan be ne bi dilê wan be em ê qişleyê danin Gezîyê’’
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar projeyên xwe yên ji bo Taksîmê eşkere kirin: Qişleya top berdanê, avahiya opêrayê, mizyeft.
19 Tîrmeh 2016
Amerîka: PYD û YPG ne rêxistinên terorî ne
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê John Kirby, beriya civîna NATOyê li hemberî gotinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan, got ku ew PYDê û YPGê weke rêxistinên terorê nabînin.
8 Tîrmeh 2016
Civîna NATOyê dest pê kir
Civîna serokwezîrên dewletên endamên NATOyê li paytexta Polonya Varşovayê dest pê kir. Tê payîn ku Erdogan bi Barack Obama û Angola Merkelê re hevdîtin pêk bîne.
8 Tîrmeh 2016
Pûtîn: Tirkiyeyê lêborîn xwest, têkiliyên me dê dîsa dest pê bikin
Digel ku serokkomariya Tirkiyeyê qebûl nake ku wê lêborîn xwestiye Pûtînî diyar kir ku Tirkiyeyê lêborîn xwestiye û têkilî dê dîsa dest pê bikin.
30 Hezîran 2016
Ji Erdoganî bo IHHyê: ‘’One Minute’’
Serokomar Erdoganî ku ji ber krîza Mavi Marmarayê bi salan e Îsraîlê sûcdar dikir û li IHHyê xwedî derdiket, piştî ku têkîliyên bi Îsraîlê re ber bi başiye ve çû derbarê mijarê de feraset û gotinên xwe jî guherandin: ‘Gelo we ji serokwezîrê wê demê pirsî ku we wan pêdiviyên mirovî birin?’
30 Hezîran 2016
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Serokomarî: Erdogan û Putin bo hevdîtina rûbirûyê li hev kirin
Serokomar Erdogan piştî nameya lêborînê ji Rûsyayê re şand, îro jî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putin re di telefonê de axivî.
29 Hezîran 2016
Ji Demirtaş bo Erdogan: ‘Bi zirzopiya Kasimpaşayê dîplomasî nabe’
Hevserokê Gişti yê HDPê Selahattîn Demirtaş gotinên Erdogan yên ‘Eger pêwist be em ê dîsa balafira Rûsyayê bixin, em ê bi ti awayî lêborîn naxwazin’ bi bîr anî û got: ‘Ew pirsgirêkana bi nameyeke çareser nabe.’
28 Hezîran 2016
Yildirim: Heke pêwîst be em ê tezmînatê bidin Rûsyayê
Yildirimê serokwezîr bersiva pirsên li ser hevpeymana digel Îsraîlê, lêborînxwestina ji Rûsyayê û têkiliyên digel Yekîtîya Ewropayê da.
28 Hezîran 2016
Erdoganî ji bo kuştina pîlotê rûsî ji Putinî lêborîn xwest
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî ragihand ku Erdogan ji bo xistina balafira Rûsyayê û kuştina pîlotê wê lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putinî xwest.
27 Hezîran 2016
Erdogan: Hûn çima ji El Nusrayê re dibêjin rêxistina terorî?
Serokomar Erdogan got: ‘Eger yên li dijî DAIŞê ne rêxistina teror ne, hûn çima ji El Nusrayê re dibêjin rêxistina teror? El Nusra jî li dijî DAIŞê berxwedaneke mezin dide.’
22 Hezîran 2016
Erdoganî bangî Yekîtîya Ewropayê kir: ''Hûn bi wan pertalan peyaman ji kê re rêdikin''
Erdoganê serokkomar piştî xwarina fitarê axivî û ji Yekîtîya Ewropayê re got: ‘’ Hûn dixwazin bi wan pertalan peyaman ji kê re rêkin? Bila hûn bizanin ku ev kiryar dilê Tirkiyeyê xweş nakin.’’
17 Hezîran 2016
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Erdogan û Yildirimî ji Pûtîn û Medvedevî re nameyek nivîsî
Ji bo ‘’ 12ê Hezîranê-Roja Rûsyayê’’ Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar ji Pûtînî re nameyek nivîsîye û Bînalî Yildirimê serokwezîr jî ji Medvedevî re nameyek nivîsîye.
14 Hezîran 2016
Hêj Mihemmed Elî nehatî binaxkirin, Erdogan vegerîya
Tê îdiakirin ku Recep Tayyîp Erdoganî xwestiye paçikekê wêneyê Ke’ibê(Berê Reş) li ser dane ser tabûta Mihemmed Elîyî û Qur’anê bixwîne, ev daxwazên wî nehatine qebûlkirin, li ser vê yekê jî Erdogan vegeriyaye.
10 Hezîran 2016
Qanûna ji bo rakirina parêzbendiyan ji hêla Erdogan ve hat erêkirin
Erdoganî qanûna ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran erê kir. Piştî Erdoganî wê qanûnê erê kir, îro di rojnameya fermî de jî hat weşandin.
8 Hezîran 2016
Demîrtaş: Bila em her çar partî bigihin hev û xwînê bidin sekinandin
Serokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî bangî hemî partiyên di parlemanê de kir ku ew kom bibin û ji bo sekinandina pevçûnan hevdîtinan bidin dest pê kirin.
7 Hezîran 2016
Claudia Roth: ‘’ Daxuyaniyên Erdoganî rasterast tehrîkkarî ne’’
Claudia Rothê Erdogan bi wê yekê tometbar kir ku ew dixwaze bi milyonan Tirkiyeyîyên li Almanyayê bêhizûr bike.
7 Hezîran 2016
Erdogan: ‘Divê xwîna wan ji testê derbas bibe'
Serokomar Erdogan derbarê pêşnûmeya Komkujiya Ermenan ku li meclisa Almanyayê hat qebûlkirin de got: ‘Devlewçeyekî derketiye li wir tiştek amade kiriye û pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê kiriye. Ji wî kesê re dibêjin tirk... Tirka çi lo... Divê xwîna wan ji testa laboratuwarê derbas bibe.’
6 Hezîran 2016
1
2
3
4
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver