TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
dadkirina rojnamegeran
Rûpela 2
DFG: Di Çiriya Paşiyê de 136 rojnameger hatine dadkirin
DFGê rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Çiriya Paşiyê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Çiriya Paşiyê de 6 rojnameger hatine desteserkirin û 136 rojnameger jî hatine dadgehkirin.
3 Kanûn 2021
Ji bo 111 rojnamegeran hezar û 817 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin
Li gorî rapora “Projeya Berdêla Nûçeyê” di meha Çiriya Paşiyê de 111 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine dadgehkirin û heta hezar û 896 salan cezayê girtîgehê ji wan re hatiye xwestin. Li 5 rojnamegeran 6 sal û 4 meh û 12 cezayê girtîgehê û 16 hezar lire cezayê pere hatiye birîn.
1 Kanûn 2021
Dadgehê 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Nûrcan Yalçinê biriye
Di çarçoveya operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de derbarê rojnameger Nûrcan Yalçinê de bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Yalçinê biriye.
22 Mijdar 2021
Polîsan bi ser mala Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Jin Newsê de girtiye
Polîsên sivîl û cendirmeyan li Ertemêtan, navçeya Wanê bi iddiaya ku “bombe” li malê heye bi ser mala Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Jin Newsê de girtiye. Her weha Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê vê sibê hatiye desteserkirin.
19 Mijdar 2021
Rojnameger Dîndar Karataşî beraet kiriye
Danişîna doza Dîndar Karataş, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê li 3êm Dadgeha Cezayê Giran a Erzîromê pêk hatiye. Dadgehê biryara beraetê ji bo Karataşî daye. Axavtinên li ser telefonê û nûçeyên ku Karataşî çêkerine weke sedem hatibû nişandan ku di “endamtiya rêxistinê” de were tohmetbarkirin.
17 Mijdar 2021
ÇGD: Tûndkariya ku polîs li rojnamegeran dike zêde bûye
Komeleya Rojnamegerên Hemdem(ÇGD) tevgerên rayedarên emniyete yên li dijî rojnamegeran rexne kiriye û gotiye, tene ‘rojnamegerên ku li hin saziyên dixebitin’ weke hedef tên nîşandan.
11 Mijdar 2021
54 saziyên navneteweyî banga serbestberdana rojnameger Turfentî kirine
54 saziyên navneteweyî yên çapamenî û azadiya derbirînê de ji bo rojnameger Nedîm Turfent ku 2 hezar roj in girtî ye daxuyaniyeke hevpar dane û banga serbest berdana wî kirine.
3 Mijdar 2021
Ji 58 rojnamegeran re 896 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin
Li gorî rapora “Projeya Berdêla Nûçeyê” di meha Çiriya Pêşiyê de 58 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine dadgehkirin û heta 896 salan cezayê girtîgehê ji wan re hatiye xwestin.
1 Mijdar 2021
PROTESTOYÊN LI DIJÎ TAYÎNKIRINA QEYÛMÎ
5 rojnamegeran beraet kiriye
Rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nûrcan Yalçin û Halîme Parlaka ku ji ber şopandina çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm dihat dadkirin, beraet kirine.
20 Cotmeh 2021
Li Rojnameger Sînan Aygulî 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan hatiye birîn
Li Rojnameger Sînan Aygulî bi tohmeta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan hatiye birîn.
15 Cotmeh 2021
DFG: Di meha Îlonê de 50 rojnameger hatine dadgehkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Îlonê de derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li 7 rojnamegeran doz vebûye, li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn û 50 rojnameger hatine dadgehkirin.
5 Cotmeh 2021
Dadgeha Bilind cezayê rojnameger Azîz Orûçî betal kiriye
Rojnameger Azîz Orûç ji ber ku di dema xwendekariya xwe de tevlî çalakiyek bûye 6 sal û 3 meh ceza xweribû. Dadgeha Bilind ew cezayê Orûçî betal kiriye.
22 Îlon 2021
Rojnameger Berîtan Canozer serbest bûye
Berîtan Canozer, nûçegîhana JinNewsê piştî îfadeya ku li emniyete daye, serbest bûye. Canozer li Amedê li mala xwe hatibû desteserkirin.
17 Tebax 2021
8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Rojnameger Hîkmet Tûnçê hatiye birîn
Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Wanê ya JinNewsê bi iddiaya ku di nûçeya xwe de heqaret li Erkan Savar, qeyyûmê Şaredariya Bêgiriyê kiriye, dihat dadgehkirin. Dadgehê 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Tûnçê biriye.
13 Tebax 2021
Dozgeriyê dozeke nû li rojnameger Denîz Yucel vekiriye
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Denîz Yucel, nûçegîhanê Die Weltê de bi tohmeta ku “heqaret li serokomar kiriye” îddanameyek nû amade kiriye.
15 Hezîran 2021
Dozger ji bo Nûrcan Kayayê heta 5 salan cezayê girtîgehê xwestiye
Nûrcan Kaya, nivîskar û mafparêz ji ber ku di sala 2014an de tweeta “Li Kobaniyê ne tenê Kurd, tevahî gelên ku li wir dijîn li berxwe didin. Erebên demokrat jî li berxwe didin, mixabin şehîdên wan hene.” parve kiriye, heta 5 salan jê re cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
9 Hezîran 2021
Dadgehê ji bo Can Dundar daxwaza derxistina bultena sor kiriye
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derbarê Can Dundar, Derhênerê Weşana Giştî ê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê de daxwaza derxistina bultena sor kiriye. Dadgehê di doza sekinandina TIRên MÎTê de 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dundarî birîbû.
8 Hezîran 2021
Rojnameger Mehmet Aslan serbest bûye
Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê ku bi awayekî girtî dihat dadgehkirin, di danişîna yekem de hatiye berdan.
26 Gulan 2021
Dozgeriyê dozekî nû li Denîz Yucel vekiriye
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Denîz Yucel, nûçegîhanê Die Weltê de bi tohmeta ku “Dewleta Komara Tirkiyeyê, hukumeta wê, dezgehên dadê û dezgeha emniyetê ya dewletê piçûk xistiye” îdianame amade kiriye.
12 Gulan 2021
Ji bo rojnameger Marîa Ressayê kampanyaya navneteweyî hatiye destpêkirin
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) bi Koma #HoldTheLine re ji bo ku sûcên li ser rojnameger Marîa Ressayê were betalkirin kampanyayekî navneteweyî dane destpêkirin. Marîa Ressa li Fîlîpînê bi sûce heta hetayî yê girtîgehê tê dadkirin.
3 Gulan 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnamegerên ku li Edîrneyê hatibûn girtin beraet kiriye
Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê li Edîrneyê di doza ku bi hinceta “bêyî destûr ketine herêma leşkerî ya qedexe” li wan hatibû vekirin de beraet kirine.
14 Nîsan 2021
Dadgehê daxwaza girtina rojnamegeran qebûl nekiriye
6em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê daxwaza dozgeriyê ya têkildarî serbest mayîna rojnamegeran qebûl nekiriye. Li Wanê 4 rojnameger piştî ku li ser avêtina 2 welatiyan ji helîkopterê nûçe çêkirine hatibûn girtin. Dozgeriyê ji bo serbest mayîna wan rojnamegeran îtiraz kiribû.
8 Nîsan 2021
Dozger ji ber wêneya ‘Newrozê’ xwestiye rojnameger Alphan cezayê bistîne
Rojnameger Melîs Alphanê di dadgehê de parastina xwe kiriye û gotiye, “Min wêneyekî parvekir ku derbarê min de doz hat vekirin. lê me nebihîstiye ku li dijî Waliyê Amedê, midirê emniyetê, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî yê wê demê û rayedarên din ên hikûmetê ku wê rojê li wir bûn, pêvajoyek dadwerî hatibe destpêkirin."
6 Nîsan 2021
Rojnameger Hakki Boltanî beraet kiriye
Rojnamager Hakki Boltanê ku ji ber navê wî di lîsteya delegeyên DTKyê bûye bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin, di danişîna yekem de beraet kiriye.
24 Sibat 2021
Yekem danişîna doza rojnameger Abdûrrahman Gokî pêk hatiye
Yekem danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gokî pêk hatiye. Gok ji ber nûçeyên xwe û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kiriye, tê dadkirin.
23 Sibat 2021
17 rêxistinên mafparêz piştgirî dane Korûr-Fîncanci, Onderoglû û Nesîn
Korur-Fîncanci, Onderoglû û Nesîn di doza Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê ya Ozgur Gundemê de wê ji nû ve were dadkirin. Ji ber vê yekê Saziyên fikrî yên weke IFEX, RSF, CPJ, IFJ, IPI û PEN daxwaza betalkirina tohmetên derbarê wan de kirine.
2 Sibat 2021
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Serdozgeriya Stenbolê lêpirsînname ji bo Can Atakliyî amade kiriye
Serdozgeriya Komarî a Stenbolê, derbarê rojnameger Can Atakliyî de ji ber ku di weşana Youtubeyê de gotiye, “Ma Tayyîp Erdogan wê bi hilbijartinê biçe? Li gorî min na.” lêpirsîn daye destpêkirin.
5 Çile 2021
Rojnameger Mehmet Aslan hatiye desteserkirin
Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê daye destpêkirin, hatiye desteserkirin.
5 Çile 2021
DFG: Di sala 2020an de 24 rojnameger hatine girtin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020an aşkere kiriye. Li gorî raporê di sala 2020an de 79 rojnameger hatine desteserkirin û 24 rojnameger hatine girtin. 150 sal û 15 roj cezayê girtîgehê li 43 rojnamegeran hatiye birîn.
4 Çile 2021
Dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Mazlûm Dolan biriye
Dadgehê, bi îdaya ku “endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mazlûm Dolan, nûçegihanê DÎHAyê biriye.
29 Kanûn 2020
Dadgehekê cezayê girtinê daye 6 xebatkarên rojnameya Sozcuyê
Bi sûcê “alîkarîya FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) Emin Çölaşan û Necati Doğruyî 3 yıl 6 sal û 15 roj; Mustafa Çetin û Metin Yılmazî 3 sal û 4 meh; Yücel Arı û Gökmen Ulu û Yonca Yücekaleliyê 2 sal û mehek cezayê girtinê standiye.
27 Kanûn 2019
Necla Demira rojnameger beraet kiriye
33. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bo Necla Demira rojnameger biryara beraetê daye.
11 Cotmeh 2019
1
2
3
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver