TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
AKP
Rûpela 3
HDP: Heqareta li Demîrtaşî nayê qebûlkirin
HDPyê derbarê mesaja Tamer Akkal, parlamentere AKPyê ya ji bo Demîrtaşî nivîsandiye gotiye: “Tiştekî gelekî cidî ye ku nabe weke xetayeke şexsan, berpirsiyarî yan jî şaşî were nirxandin.”
2 Îlon 2020
Li Bûrsayê êrîşî rojnamegerekî kirine
Xizmên Ali Ozkan, Şaredarê AKPyî, êrîşî Şaban Onen, Xwediyê Rojnameya Karacabey Yoremê kirine.
21 Tebax 2020
HDP: Wezîrê Xezîneyê henekê xwe bi mirovan dike
Ebrû Gunay, Berdevka HDPyê gotiye; "Wezîrê Xezînê û Darayî radibe dibêje ‘Ma meaşê we bi dolaran tê dayîn? Ma deynê we yê dolaran hene? Çi karê we û dolaran bi hev heye?' û gel tawanbar dike. Henekê xwe bi milyonan mirovên birçî dike."
14 Tebax 2020
Jinên AKPyî li 81 bajaran wê giliyê Dîlîpakî bikin
Lutfiye Selva Çam, Seroka Şaxa Jinan a Navenda Giştî ya AKPê gotiye, “ Ger bi betalkirina Peymana Stenbolê pirsgirêk diqedin em betalbikin” û diyar kiriye, ji ber Dîlîpakî ji jinên ku piştgirî dane Peymanê re heqaret kiriye emê giliyê wî bikin.
7 Tebax 2020
GARO PAYLANÎ JI WEZÎR KOCAYÎ PIRSIYE:
"Gelo haya we jê heye ku li Amedê di beşên nexweşîyên giran de cîh nemaye?"
Paylanî, derbarê rewşa Amedê de gotiye, “Li Tirkiyeyê ji hejmara nexweşên aktîv ji sedî 10 di beşa nexweşiyên giran de tên dermankirin. Ev rêje li Amedê û li bajarên din ên herêmên gîhaştiye ji sedî 15an.”
6 Tebax 2020
Qeyûmî karker ji kar derxistiye, xwediyê xaniyî jî ji malê avêtiye
Kutbettin Bor û Zafer Uyar ji 306 karkeran in ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ew ji kar derxistine. Ji berk u sê meh in kirêya xaniyî nedaye, xwediyê xaniyî Bor ji mal avêtiye. Uyarî jî got, “Yasa, dadgeh mafê me li me vedigerîne lê şaredarî mafê me nade me.”
6 Tebax 2020
Hikmet Adal
Gunay: "Hikûmetê got, ‘dengan ji me re nayne’ û mase qulipand"
Ebru Gunay, Berdevka HDPyê got: "24ê Tîrmeha 2015an yek ji demên dîrokî ên Tirkiyeyê bû. Di vê dîrokê de pêleke mezin ji tundkariyê, plankirina tesfiye û polîtîkayên tunekirinê dest pê kirin.”
24 Tîrmeh 2020
Li Îzmîrê şaredariyê konên Romanan ji cihên wan rakirine
Li Taxa Alaçatiyê ji ber ku şaredariyê 60 konên wan rakirine, romanan bertek nîşan dane û gotine ku ev 30 sal in heman tişt diqewimin.
18 Hezîran 2020
Erdogan: Ji 23yê Nîsanê heta 26ê Nîsanê wê derketina derve qedexe be
Erdoganî got ku ji nîvê şeva 22yê Nîsanê heta nîvê şeva 26ê Nîsanê wê derketina derve bê qedexekirin.
20 Nîsan 2020
Pêşnûmeqanûna Înfazê li Parlamentoyê hatiye qebûlkirin
Pêşnûmeqanûna înfazê bi 279 dengên “erê” li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin. Tenê 51 dengên “na” hatine bikaranîn. Komên AKP û MHPyê bi hev re pêşnûme amade kiribûn.
14 Nîsan 2020
Penaber ber bi sînoren Ewropayê ve ketine rê
Piştî ku hat gotin wê pêşî li ber çûna penabaran a Ewropayê neyê girtin, gelek penaber ber bi sînorên Ewropayê ve ketine rê.
28 Sibat 2020
Erdogan: Heke rejîm bi paş de neçe, em neçar in tiştên hewce bikin
Ji bo bûyera mirinê ya 7 leşker û karmendekî Artêşa Tirkan a li Idlibê Erdogan wiha gotiye: "Li Sûriyeyê guh nadin peymanan. Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me, ji aliyê Tirkiyeyê va li Sûriyeyê mîlada serdemeke nû ye."
5 Sibat 2020
Saruhan Oluç: Gava DYAyê wê encamên giran bi xwe re bîne
Wekîlê Serokê Koma HDPyê Saruhan Oluçî ji bo kuştina Qasim Suleymaniyî wiha axivî ye: “DYA’yê raste rast li dijî Îranê şer ragihand. Herêm dikele. Dê encamên vê gavê giran bin.”
3 Çile 2020
Erdogan: Li gor gef û xetereyên roja îro divê NATO xwe nû bike
Erdogan beriya ku biçe Civîna NATOyê ya li Londonê, daxuniyek da û got. “Li gor gef û xetereyên roja îro divê NATO xwe nû bike.” Wezîrê Berevaniya DYAyê Esperî jî diyar kir ku divê Tirkîyê rê li ber plana NATO ya bo berevanîya Polonya û welatên Baltikê negire.
3 Kanûn 2019
Kiliçdaroglû: Em ê piştgiriyê bidin tezkereya Iraq û Sûriyeyê
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPê di civîna koma partiya xwe de piştgiriya xwe ji bo tezkereya Iraq û Sûriyeyê diyar kiriye û gotiye. “Bi dilşewatî em ê bibêjin erê.”
8 Cotmeh 2019
Erdogan û Trump bi rêya telefonê axivîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Donald Trump bi rêya telefonê bi hev re axivîne û têkiliyên di navbera her du dewletan û bûyerê herêmî nirxandine.
23 Îlon 2019
Dayikên Kefîspî xwestine biçin ber derîyê AKPyê polîsan ew desteser kirine
Li bajarê Amedê komek jinên bi navê “Dayikên Kefîspî” diyar kirine ku zarokên wan winda bûne û xwestine biçin ber deriyê Rêxistina Amedê ya AKPyê(Partiya Edalet û Pêşketinê). Polîsan rê li wan girtiye û ew desteser kirine.
17 Îlon 2019
Li Mûşê 7 endamên meclîsa bajêr yên HDPyî ji wezîfeyê hatine dûrxistin
Li Mûşê 7 endamên meclîsa bajêr yên HDPyî ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê Kaplanî got, “Desthilatdar dixwaze kursiyên HDPyê ji destê wê derxe û rant û talankeriya xwe berdewam bike.”
11 Îlon 2019
Bi sedan wesayitên kirêkirî yên İBByê derketine holê
Bi sedan wesayitên kirêkirî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li Yenîkapiyê hatine pêşkêşkirin. Hatiye diyarkirin ku wesayit di dema Şaredarê AKPyi de hatine kirêkirin û pêwistî bi wan tineye.
5 Îlon 2019
AKPyê xwestiye Davutoglu, Başçi, Ustun û Ozdag ji partiyê werin ixrackirin
Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya AKPyê daxwaz kiriye ku Ahmet Davutoglu, Abdullah Başçi, Ayhan Sefer Üstün û Selçûk Ozdag ji partiyê werin ixrackirin.
3 Îlon 2019
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Sadûllah Ergînî ji AKPyê îstîfa kiriye
Wezîrê kevin ê Dadê û Parlamenterê AKPyê Sadûllah Ergînî ji partiya xwe îstifa kiriye.
29 Tebax 2019
Şahin: Babacan û Davutoglu wê nikaribin encamekê bi dest bixin
Mehmet Ali Şahinî ji bo xebata Babacan û Davutogluyî ya avakirina partiyeke nû, gotiye: “Ev hevalên me yên ku li gel Erdoganî derketine rêyê, piştgiriyê didin projeya Tirkiyeke bê Erdoganî, ji ber wê, em xemgîn in.”
13 Tebax 2019
AKPyê îtiraza biryara YSKyê kiriye
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) îro biryar dabû ku serokên lijneyên hilbijartinan yên navçeyan dê ji bo hilbijartina nû jî erkdar bin. Partiya Edalet û Pêşketinê îtiraza vê biryara YSKyê kiriye.
3 Hezîran 2019
YSKyê daxwaza CHP û İYİ Partiyê qebûl nekiriye
YSKyê serlêdana CHP û İYİ Partiyê nirxandiye û bi yekdengî red kiriye. CHP û İYİ Partiyê serî li YSKyê dabûn û xwestibûn ku hilbijartina Stenbolê bi temamî were betalkirin. CHPyê her weha xwestibû hilbijartina Serokomariyê jî were betalkirin.
13 Gulan 2019
Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 6 kes hatine desteserkirin
Ji ber êrîşa li ser Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê şeş kes hatine desteserkirin. Polîs îfadeyên wan wirdigirin. Omer Kiliç, berdevkê AKPyê diyar kiriye ku kesê kulm li Kiliçdaroglûyî xistiye, endamê AKPyê ye.
22 Nîsan 2019
CHPyê hin rayedarên AKPyê gilî kiriye
CHPyê li dadgeheka Stenbolê bi sûcê “hewildana bi daxuyaniyên ne rast xapandina saziyên fermî” hin rayedarên AKPyê gilî kiriye. Alîkarê serokê AKPyê yê berpirsê hilbijartinan Ali İhsan Yavuz jî di nav wan rayedaran de ye.
17 Nîsan 2019
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Bûldan: “AKPyê ji bo Ahmet Turkî serî li YSKyê daye”
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê di dema civîna Meclîsa Jinan de axivî ye û gotiye saziyên jinan ên ji hêla kayûman ve hatine girtin wê ji hêla hevşaredarên jin ve dîsa werin vekirin.
12 Nîsan 2019
Li navçeya Honazê ya Denizliyê wê hilbijartin ji nû ve were çêkirin
Li ser daxwaza AKPyê, YSKyê biryar daye ku li navçeya Honazê ya Denizliyê hilbijartin ji nû ve were çêkirin.
12 Nîsan 2019
LIJNEYA BILIND A HILBIJARTINAN
“Yên bi KHKyan ji karî hatîn avêtin, nikarin bibin şaredar”
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) duhî biryar daye ku ew kesên ku bi KHK(Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de) ji karê xwe hatîn avêtin nikarin bibin şaredar.
11 Nîsan 2019
Li navçeya Yûsûfeliyê ya Artvînê hilbijartin wê bê dubarekirin
YSKyê hilbijartina li navçeya Yûsûfeliya Artvînê betal kiriye û biryar daye ku hilbijartin di 2yê Hezîranê de bê dubarekirin.
11 Nîsan 2019
SEROKÊ LIJNEYA BILIND A HILBIJARTINÊ
Li cihê îtiraz lê hatine kirin jimartina dengan berdewam dike
Sadî Guven, Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê gotiye, “Li ser îtirazan deng careke din hatine jimartin. Di vê demê de careke din îtiraz hatiye kirin. Piranî wê dengên betal bên jimartin. Ne cara pêşiyê ye ku deng ji nû ve tên jimartin”.
3 Nîsan 2019
Li Mûşê heta 15 rojan çalakî hatine qedexekirin
Walîtiya Mûşê aşkere kiriye ku heta 15 rojan çalakiyên weke civîn, meş, xwenîşandan û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin. HDPyê li vî bajarî li hemberî encamên hilbijartinê serî li Lijneya Hilbijartinê ya bajarî dabû.
2 Nîsan 2019
1
2
3
4
5
6
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver