TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 63
Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê hatiye girtin
Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê HDPyî, bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatiye girtin. Piştî ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, Demîr du caran hatibû desteserkirin û serbest mabû.
23 Tîrmeh 2020
Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê hatiye desteserkirin
Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê HDPê, ku Wezareta Navxweyî qeyum li şûna wî wezîfedar kiribû, hatiye desteserkirin. Hatiye diyarkirin, Demîrî di çarçoveya lêpirsînekî ku di 2018an de hatibû destpêkirin, desteser kirine.
22 Tîrmeh 2020
Hevserokê HDPya Dîlokê û 8 kesên din hatine girtin
Dadgehê ji 15 kesan, Hevserokê HDPya Dîlokê û 2 endamên meclîsa şaredariyê yên CHPyî jî tê de ji bo 9 kesan biryara girtinê daye.
17 Tîrmeh 2020
Adalet Agaoglûyê di 90 saliya xwe de koça dawî kiriye
Nivîskar Adalet Agaoglûyê, di 90 saliya xwe de koça dawî kiriye. Agaoglû ev demeke ku nexweş bû û li nexweşxaneyê dihate dermankirin.
14 Tîrmeh 2020
Hevserokê HDPya Dîlokê jî tê de 33 kes hatine desteserkirin
Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê lêpirsînnameyek amade kiriye û ji bo vê lêpirsînê Hevserokê HDPyê yê Dîlokê jî tê de 33 kes hatine desteserkirin.
14 Tîrmeh 2020
Bûnewerînasî -3 : Helîm Yûsiv û Bûnewerînasî
Yek ji van berheman “Jinên Qatên Bilind” a Helîm Yûsivî ye ku di çîrokên wî de bi têra xwe hêmanên surrealîzmê cih digirin û bêhna bûnewerînasîyê ji wan difûre. Bi xwendina çîrokên wî êşa xwe-bûyîna kurdan dipijiqe ser çavên xwîneran, ewqas ku hibr jî rengê êşê digire di çîrokên wî de.
14 Tîrmeh 2020
Diyarî Asûr
Qeyûm ji bo Şaredariya Giyadînê ya HDPyê hatiye tayînkirin
Piştî ku Betul Yaşar, Hevşaredara Giyadînê hatiye desteserkirin, Wezareta Navxweyî qeyûm ji bo vê şaredariyê tayîn kiriye.
14 Tîrmeh 2020
Kurdish Space: “Em dixwazin feza bi kurdî bê naskirin”
Koma Kurdish Space-ê li ser destê çar ciwanên kurd ava bûye. Kurdish Space ji bo bala kurdan bidin ser fezayê dixebitin. Derbarê fezayê, gerstêrkan û tiştên bi fezayê ve girêdayî bi kurdî amade dikin û diweşînin.
13 Tîrmeh 2020
Dilek Durgun
Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê de girtiye
Polîsan avêtiye ser mala Betul Yaşar, Hevşaredara Giyadînê ya HDPyî û ew desteser kiriye. Polîsan her weha avahiya şaredariyê jî dorpêç kiriye.
13 Tîrmeh 2020
Bûnewerînasî-2
Tevî ku bûnewerînasên weke Sartre, Heidegger, Kierkeggard, Nietzsche û çend kesên din nexwestine ku pergalekê ava bikin û li hemberî pergalbûnê derketibin jî talîya talî ji pergalbûnê nefilitîne û wan pergaleke weke bûnewerînasîyê ava kirîye.
13 Tîrmeh 2020
Diyarî Asûr
69 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê nameyek nivîsandine
69 endamên Parlementoya Ewropayê name ji Josep Borelle, Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê re şandine û tê de gotine: “Divê kirinên AKPê yên li dijî hiqûqê neyên qebûlkirin.”
7 Tîrmeh 2020
HDP wê qonaxa duyem a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” dest pê bike
HDP li piştî meşa demokrasiyê, qonaxa duyem a “Bernameya Têkoşîna Demokratik” sibê li meclîsê dide destpêkirin.
6 Tîrmeh 2020
Pêşniyaznameya derbarê yasaya parêzeran de li Komîsyona Dadê hatiye pejirandin
Pêşniyaznameya derbarê yasaya parêzeran de li Komîsyona Dadê a Parlamentoyê hatiye pejirandin. Li gorî yasayê li bajarên ku hejmara parêzeran ji 5 hezarî zêdetir e, herî kêm bi 2 hezar parêzeran wê bikaribin baroyekî din vekin.
6 Tîrmeh 2020
Hejmara 15em a Kovara Dilopê derketiye
Di vê hejmara Dilopê de dosyayek li ser rewşa zimanê kurdî ya li bajarên kurdan, nivîsên li ser Kurdên Sovyetistanê û hin mijarên din hatine weşandin.
2 Tîrmeh 2020
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî wê bûrsê bide xwendekaran
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî bi piştgiriya Komeleya Îsmet Şerîf Wanliyî (AFKÎV) dê bursê bide 6 xwendekaran. Bûrs wê bê beranber were dayîn û divê ew xwendekarên ku serî li bûrsê didin serkeftî bin û pêdiviya wan bi alîkariyê hebin.
1 Tîrmeh 2020
Erdogan: Em dixwazin medyaya civakî bi temamî were kontrolkirin
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê gotiye ku, “Em dixwazin medyaya civakî bi temamî were rakirin, dixwazin bê kontrolkirin.”
1 Tîrmeh 2020
Macron: Ya ku Tirkiye li Lîbyayê dike nayê qebûlkirin
Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê gotiye, Tirkiye berpirsiyariyeke dîrokî li ser tawanên li Lîbyayê hildigire û tişta ku li Lîbyayê dike, nayê qebûlkirin.
30 Hezîran 2020
Serdozgeriyê ji bo ku Leyla Guven îfadeyê bide bang lê kiriye
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo ku Leyla Guven, Hevseroka KCDyê îfadeyê bide, bang lê kiriye.
29 Hezîran 2020
Îranê biryara girtina Trumpî derxistiye
Dozgerê Giştî yê Tehranê ragihandiye, wan daxwaz ji Interpol, saziya polîsan a navdewletî kiriye ku Trump û berprisên din ên DYAyê bigirin.
29 Hezîran 2020
Dadgeha Qanûna Bîngehîn ji ber 9 hezar TLyî giliyê HDPyê kiriye
Dadgeha Qanûna Bingehîn, ji ber ku di sala 2015an de kesekî ji HDPê re 9 hezar û 403 Lîreyê Tirkan şandiye û ew kesa ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li bal Serdozgeriya Komarî a Enqereyê giliyê HDPê kiriye.
29 Hezîran 2020
Hikmet Adal
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Liverpool piştî 30an li Premier Ligê bûye şampiyon
Li Premîer Liga Ingilîstanê beriya ku demsal bidawî bibe bi 7 hefteyan, şampiyontiya tîma Liverpoolê diyar bûye.
26 Hezîran 2020
Dadgeha Destûrî serlêdana Guven û Farisogûllariyî qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî serlêdana Leyla Guven û Mûsa Farisogûllariyê qebûl nekiriye ku parlamenteriya wan hatibû rakirin û wan jî daxwaza betalkirina vê biryarê dabû.
25 Hezîran 2020
“Heta ew girtî bin, wê yek ji me jî ne azad be”
Beriya dadgehkirina rojnameger Barış Pehlivan, Bariş Terkoglu, Hulya Kilinç, Ferhat Çelik, Aydin Keser, Mûrat Agirel û Erk Acarerî rojnameger, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl li ber Edliyeya Stenbolê çalakiyek li dar xistin.
24 Hezîran 2020
Hikmet Adal
Qeyûm ji bo Şaredariya Sarûcanê ya HDPyê hatiye tayînkirin
Piştî ku Hevşaredarên Sarûcanê, Bajaroka Elezîzê hatin desteserkirin, Wezareta Karûbarên Navxweyî qeyûm ji bo vê şaredariyê tayîn kiriye.
24 Hezîran 2020
Hatîce Çevîk, Hevşaredara berê ya Pirsûsê tehliye bûye
Hatîce Çevîk, Hevşaredara Pirsûsê ya ku qeyûm li şûna wê hatibû tayîn û bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” hatibû kirtin, tehliye bûye.
23 Hezîran 2020
Macron: Tirkiye lîstikeke xeternak dilîze
Macron, Serokomarê Fransayê ji ber şer û pevçûnên li Lîbyayê rû didin gotiye: “Tirkiye lîstikeke xeternak dilîze”. Macronî her weha Tirkiye bi wî tiştî tohmet kiriye ku ne li gorî soza li civîna Berlînê daye, tevdigere.
23 Hezîran 2020
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Kongreya Amed Sporê ji ber Covîd-19ê hatiye bipaşxistin
Diviyabû Amed Sporê di 12ê Hezîranê de kongreya xwe pêk bi anîba. Kongre ji bo 19ê mehê hatibû taloqkirin. Lê kongre ji ber Covîd-19ê carekî din hatiye bi paş ve xistin.
22 Hezîran 2020
Polîsan rê li ber parêzeran girtine û nehiştine biçin Enqereyê
Polîsan destûr nedane ku Serokên Baroyan û parêzer bikevin nav bajarê Enqereyê. Serokên Baroyan û Parêzer ji bo hilbijartinên baroyan û li dijî guhertinên ku dixwazin di Qanûna Parêzeran de çêbikin, ber bi Enqereyê ve dimeşiyan.
22 Hezîran 2020
Bûldan: Heta ku hevalên me azad bibin wê meşa me berdewam bike
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê li Sûltanbeyliyê axiviye û gotiye ku “Rêyeke dirêj li ber me heye. Di dawiya vê rêyê de aştî, demokrasî û edalet heye.”
19 Hezîran 2020
Dadgeha Destûrî biryar daye ku mafê Demîrtaşî hatiye binpêkirin
ji ber ku Selahattîn Demîrtaşî demeke dirêje girtî ye û li gorî qanûnê jî ev dem ne maqûle, Dadgeha Destûrî biryar daye ku mafê serbestî û ewlekariya wî hatiye binpêkirin.
19 Hezîran 2020
NASAyê ji Marsê fotografê Dinya û Venusê kişandiye
Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) aşkere kiriye ku wan ji Marsê fotografê Dinya û Venusê kişandiye.
17 Hezîran 2020
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê: Hêzên me li herêma Heftanînê operasyon pêkanîne
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku hêzên komandoyên wî welatî di çarçoveya operasyona ‘Pençe-Kaplan’(Pencik-Piling) de derbasî herêma Heftenînê li Herêma Kurdistanê bûne. Îranê jî herêma Hecî Omran topbaran kiriye.
17 Hezîran 2020
1
...
61
62
63
64
65
...
72
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver