TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 21
Kurdan li ser banga Ocalan çi got?
Duh (27ê Sibatê) Şandeya Îmraliyê cara sêyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re civiya. Piştî civînê li Stenbolê peyama Ocalan hat xwendin. Ocalan di peyamê de bang li PKKê dike û dixwaze çeka deynin û xwe fesh bike.
28 Sibat 2025
Amerîka, Almanya û Neteweyên Yekbûyî li ser banga Ocalan daxuyanî dan
Duh (27ê Sibatê) Şandeya Îmraliyê cara sêyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re civiya. Piştî civînê li Stenbolê peyama Ocalan hat xwendin. Ocalan di peyamê de bang li PKKê dike û dixwaze çeka deynin û xwe fesh bike.
28 Sibat 2025
Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
“Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.”
27 Sibat 2025
Li Wanê hemû çalakî ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
Li bajarê Wanê hemû çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civîn, vedana konan, belavkirina belavokan û çalakiyên rûniştinê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.
27 Sibat 2025
Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtina 3emîn pêkbîne çû Girava Îmraliyê.
27 Sibat 2025
Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler hat desteserkirin
Serokê Bajarê Stenbolê yê CHPê Çelîk diyar kir û got, "Yên ku difikirin bi van hewldanên pûç dikarin Partiya Komarî ya Gel rawestînin, gelek şaş in. Hûn çi dikin bikin, namzedê serokomariyê yê CHPê dê bibe serokomarê Tirkiyê.”
27 Sibat 2025
Li Stenbolê gelek kes hatin desteserkirin
Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de herî kêm 15 kes desteser kirin.
26 Sibat 2025
Şandeya DEM Partiyê wê sibê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne
Şanda DEM Partiyê dê sibê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtina xwe ya sêyemîn pêk bîne. Şandeya ku Ahmet Turk jî di nav de ye dê ji 7 kesan pêk were. Şande di 28ê Sibatê de tevî banga Ocalan wê daxuyaniyê bide.
26 Sibat 2025
Bakirhan: Em bi hêvî ne ku peyama Ocalan bi dîmen be
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew bi hêvî ne ku wê peyama Abdullah Ocalan bi dîmen be û got ku teqez wê Ocalan bangek dîrokî bike.
25 Sibat 2025
Derbarê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hat destpêkirin
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Beykozê de Rêvebirê Çand û Karûbarên Civakî yê berê E.D. hat desteserkirin.
25 Sibat 2025
Evrim Deniz
Nûçe
Li Amedê çalakiyên ji bo 8ê Adarê dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ji bo 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê dest bi çalakî û bernameyan kirin.
25 Sibat 2025
Evrim Deniz
DEM Partî: Şandeya me wê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir û got: "Şandeya me wê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê. Em li bendê ne ku di nava çend rojan de serlêdanên pêwîst ên ji bo vê yekê de bên kirin."
24 Sibat 2025
Derbarê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
Ji ber nûçeya têkildarî gendeltiyên li Şaredariya Midyadê ya AKPê, derbarê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin.
24 Sibat 2025
Evrim Deniz
Nûçe
Serra Bucak: "Em ê bêhtir li ser ziman bixebitin"
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî resepsiyona ku ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê hat lidarxistin de bû û got ku ew ê li ser ziman bêhtir bixebitin û tora ziman mezintir bikin.
22 Sibat 2025
Evrim Deniz
Evrim Deniz
Nûçe
Li Amedê bi çalakiyên cûrbicûr 'Roja Zimanê Dayikê' hat pîroz kirin
Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye. Li tevahiya welat ji bo vê rojê çalakî û bernameyên cûrbicûr hatin lidarxistin. Li navçe, gund û navenda Amedê jî di çarçoveya roja ziman de bername û çalakiyên cihêreng pêk hatin.
21 Sibat 2025
Evrim Deniz
Bila 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê pîroz be
Bila 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû neteweyên ku zimanê wan qedexe kirîne pîroz be.
21 Sibat 2025
Evrim Deniz
foto-galerî
Hevşaredaran li Bazara Amedê etîketên bi kurdî belav kirin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li Sûka Taxa Bajarê Nû bi belavkirina etîketên bihayan ên bi kurdî, girîngiya zimanê dayikê anî rojevê.
20 Sibat 2025
Evrim Deniz
Nûçe
"Xwedîderketina li zimanê zikmakî xwedîderketina li dîrok, civak û çandê ye"
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncarê ji bo roja zimanê dayîkê destnîşan kir û got, "Xwedîderketina li zimanê dayîkê tê wateya xwedîderketina li dîrok, civak û çandê. Her weha Hevşaredar Cengîz Dundar jî got, "Mirina zimanekî tê wateya mirina gel û dîroka wî gelî."
20 Sibat 2025
Evrim Deniz
Li 36 bajaran ji ber berfê dibistan hatin girtin
Li gorî daxuyaniyên walîtî û qaymaqamiyan li 36 bajaran ji ber barîna berfa zêde dibistan hatine girtin.
20 Sibat 2025
Evrim Deniz
Nûçe
DEM PARTÎ: Qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêka me hemûyan e.
DEM Partiyê tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Enqereyê protesto kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku “Di 15ê Sibatê de tayînkirina qeyûm ji bo Wanê bersiveke ji bo diyalogê ye.” Her weha banga têkoşîna hevpar hat kirin.
20 Sibat 2025
Evrim Deniz
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anî
Hat îdiakirin ku di êrîşê de çekên ku ji rejîma berê ya Sûriyeyê mane hatine armanckirin.
19 Sibat 2025
Li rojnameger Bêrîtan Canozerê salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozerê hat lidarxistin. Canozer bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin. Dadgehê salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîn.
18 Sibat 2025
Hevşaredarê Tetwanê Erol hat desteserkirin
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol bi îdiaya ku “Heqaret li serokomar kiriye” hate desteserkirin.
17 Sibat 2025
Heyeta Îmraliyê bi Nêçîrvan Barzanî re civîya: Pêdiviya gelê Kurd bi çareseriyê heye
Civîna DEM Partiyê a bi Nêçîrvan Barzanî re di saet 10.00an de dest pê kir û 45 xulek berdewam kir. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê DBPê têkildarî naveroka civînê daxuyanî da.
17 Sibat 2025
Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
Ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin.
15 Sibat 2025
Kesên ku di lêpirsîna ‘lihevkirina bajarî’ de hatibûn desteserkirin, birin edliyeyê
Li Stenbolê di operasyona lihevkirina bajarî ya li dijî şaredariyên CHPê de 10 kes hatibûn desteserkirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê 10 kes jî sewqî dadgeha aştî û cezê kir.
13 Sibat 2025
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Îdianameya Îmamoglû hat qebûlkirin: Dozger 7 sal cezayê girtîgehê xwestiye
Îdianameya Ekrem Îmamoglû ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdogeriya Komarî a Stenbolê ve hatiye amadekirin. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku Îmamoglû bi 7 salan were cezakirin.
12 Sibat 2025
Li Stenbolê derbarê şaredariyên CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin: 10 kes hatin desteserkirin
Serdozgeriya Komarî a Stenbolê aşkere kir ku wan li dijî 9 şaredariyên CHPê lêpirsîn dan destpêkirin. 10 kes hatin desteser kirin.
11 Sibat 2025
Evrim Deniz
vîdeo nûçe
"Ew tenê li dewlemendan digerin, ne li me"
Piştî erdhejên 6ê Sibatê wêraniyek mezin li çendîn bajarên herêma erdhejê ketin û niştecihên wan bajaran rûbirûyê gelek pirsgirêkên jiyanî bûn û ev pirsgirêkana hê jî didomin. Semsûr jî yek ji van bajaran e.
10 Sibat 2025
Evrim Deniz
Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya di rêzefilma navdar a “Le Bureau des Légendesê” de îfade da
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna ku daye destpêkirin de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” îfadeya Melîsa Sozenê girt.
4 Sibat 2025
Ehmed Şara dê sibê were Tirkiyeyê
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun aşkere kir ku Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara dê sibê were Enqereyê.
3 Sibat 2025
DFG: di meha Kanûna Paşiyê de 9 rojnameger hatin girtin
DFGê rapora binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran a meha Kanûna Paşiyê aşkere kir. Li gorî raporê li 42 rojnamegeran lêpirsîn hatine vekirin, 18 rojnameger hatine desteserkirin û 9 jî hatine girtin.
3 Sibat 2025
1
...
19
20
21
22
23
...
30
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver