TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 35
8 twitên ku Haza Aktan ji ber dihat dadkirin, di dosyeyê de nîn e
8 twitên ku ji bo binçavkirin û dadkirina rojnameger Hamza Aktan dozgeriyê kiribû hincet, di dosyeya dadgehê de nîn e. Dadgehê heta celseya din wext da dozgerê ku wa 8 twîtan tespît bike ka ji ku hatine hilanîn. Rûniştina dozê taloqî 4ê Nîsanê hat kirin.
11 Çile 2017
Rûniştina duyem a Nobedarên Weşanê
Rûniştina duyem a dadkirina Onderoglû, Korur Fîncanci û Nesînê Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, pêk hat.
11 Çile 2017
Beyza Kural
IFJ û EFJê pirsa 6 rojnamegerên ku 17 roj in binçavkirî ne kir
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî û Federasyona Rojnamegerên Ewropayê ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî ku 6 rojnameger bo çi 17 roj in binçavkirî ne û xwest ku ew demildest serbest werin berdan.
10 Çile 2017
Rêxistina Bexişînê ji bo Şansal Barbaros kampanya da destpêkirin
Rêxistina Bexişîna Navneteweyî ji bo Şansal Barbaros serbest were berdan kampanya da destpêkirin û xwest ku kesên êrişî wî kirine jî bene dadkirin.
10 Çile 2017
7 xwendekar serbest hatin berdan
7 xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê ku ji ber danezana laîkbûnê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Tê zanîn ku endamên Halk Evleriyê (Mala Gel) Hamit Dişkaya û Ayşegul Başar ji ber xwendina wê danezanê hatibûn girtin.
6 Çile 2017
Rêvebir û nivîskarên Cumhuriyetê nehatin tehliyekirin
10 rêvebir û nivîskarên Cumhuriyetê bi hinceta ‘di dest de hêj delîl nîn e’ ve nehatin tehliyekirin.
4 Çile 2017
Barbaros Şansal hat girtin
Barbaros Şansal ku ji ber parvekirinên twitterê ji Bakurê Qibrîsê hatibû dersînorkirin û dema anîbûn Tirkiyeyê ewil hatibû lînckirin piştre jî polîsan wî binçav kiribûn de biryara girtinê hat dayîn.
4 Çile 2017
Xwediyê Îmtiyazê Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin
Xwediyê Îmtiyazê Ozgur Gundemê Kemal Sancili ku li Rihayê hatibû binçavkirin, bi SESGISê îfade da Dadweriya Stenbolê û bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ hat girtin.
4 Çile 2017
Dema Rewşa Awarte sê mehan hat dirêjkirin
Rewşa Awarte ji 19ê Kanûna Paşiyê ve sê mehan hat dirêjkirin.
4 Çile 2017
Parêzerî ji bo biryara desteserkirina rojnamegerên Çelîk, Yoksu û Okatan îtiraz kir
Rojnamegerên Omer Çelîk, Metîn Yoksu û Derya Okatan neh roj in ku desteserkirî ne, ji bo demê desteserkirina wan îtiraz hat kirin.
2 Çile 2017
Elif Akgül
Rojnameyan li ser êrîşa li Reinayê çi nivîsîn?
Rojnameyên Sabah û Starê bûyer wek êrîşeka li sersalê nivîsî û li gor wan rojnameyan armanca êrîşê “kesên dîndar” bûye. Li gor Takvîm û Gûneşê êrîş karê “hêzên derve” û “şîretkarên veşartî” ne.
2 Çile 2017
Haluk Kalafat
Ahmet Şik dîsa hat girtin
Rojnameger Ahmet Şik ji hêla Dadweriya Sulh Cezayê ve bi îdiya ‘propagandaya rêxistinên FETO, DHKP-C û PKKê kiriye’ hat girtin.
31 Kanûn 2016
Bila li sala nû rojnameger azad bin
Birêvebirên rêxistinên rojnamegeran jî tê de nêzîkî 100 rojnamegerên ku bi banga Însiyatîfa “Ez rojnameger im” gihayîn hev, bi hev re ji bo rojnamegerên di girtîgehan de yên ku name nagihin wan, silavek şand.(Wêne: Ozcan Yaman)
31 Kanûn 2016
Ahmet Şik, bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hat şandin
Rojnamegerê desteserkirî Ahmet Şik, îro li Emniyetê îfade da dozgerî.
30 Kanûn 2016
Necmiye Alpay, Asli Erdogan û Zana Kaya hatin tehliyekirin
Necmiye Alpay, Asli Erdogan û Zana Kaya ku ji doza Ozgur Gundemê dihatin dadkirin, tehliye bûn. Erdogan di 19ê Tebaxê de, Alpay di 31ê Tebaxê de û Kaya jî di 22ê Tebaxê de hatibûn girtin.
29 Kanûn 2016
Şirketa ku Seray Şahîner ji karî avêt ti daxuyanî neda
Şahînera nivîskar ji ber ku ji Bilal Erdoganî re gotibû “yê zêde zana” polîsan ew desteser kiribû. Ji ber desteserkirinê şirketa çêkirina fîlman ya ku wê jê re kar dikir, Lîmon Yapimê ew ji karî avêtiye. Xwediyê Lîmon Yapimê Hayrî Aslanî bersiva pirsên bianetê neda û da zanîn paşê ew ê daxuyaniyekê bide.
27 Kanûn 2016
Ekin Karaca
Derbarê sînemagerên ku piştgirî dabûn Akademîsyenên Aştîxwaz de lêpirsîn dan destpêkirin
433 sînemagerên ku danezane piştgirîdayînê ya ji bo Akademisyenên Aştîxwaz belav kiribûn de bi hinceta “pena sûc û sûcdaran dane” ve lêpirsîn dan destpêkirin.
26 Kanûn 2016
Di serdegirtinan de gelek rojnameger hatin binçavkirin
Edîtorê Dikenê Tunca Ogreten, Berpirsê Rojnameya Yolculukê Eray Saygin, Şefê Buruya DIHABERê Omer Çelik, nûçegihan Metin Goksu, xebatkarê BirGunê Mahir Kanat û Mudira ETHAyê Derya Okatan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
26 Kanûn 2016
Komaleya Nivîskarên Jin derbarê Sevîm Korkmaz de daxuyanî da
Komaleya Nivîskarên Jin bertek nîşanî binçavkirina Sevîm Korkmaz da û got: “Yên ku ji hêza gotinan ditirsin bila vê yekê baş bizanibin ku ti kes nikare kelepçe li gotinan bixe.”
23 Kanûn 2016
RTUKê ji Turksatê xwest ku weşana Yol TVyê were qutkirin
Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonan ya Tirk (RTUK) bi tawana ‘heqaret li Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdoganî kiriye' ji Turksatê xwest ku weşana Yol TVyê were qutkirin.
22 Kanûn 2016
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Mudirê Nûçeyan ê ANFê Maxîme Demiralp hat girtin
Derbarê Mudirê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Firatê Maxime Demiralp ku di 15ê Kanûnê de li Belgiûmê (Belçika) hatibû binçavkirin de, biryara girtinê hat dayîn.
21 Kanûn 2016
Li Weqfa Hrant Dinkê panela “Li Tirkiyeyê Rojnamegeriya Aştîxwaz û Medya”tê lidarxistin
Li Weqfa Hrant Dinkê bi moderatiya Nûrcan Akad ve Prof. Alankuş, parazvanê mafê mirovan Çelikhan û rojnameger Çubukçu wê li ser “Li Tirkiyeyê Rojnamegeriya Aştîxwaz û Medya” de biaxivin.
21 Kanûn 2016
Dadgehê biryara sebest-berdana Cemîl Ugurê nûçegihanê Evrenselê da
Herdu rojnamegerên Halîl Îbrahîm Polat û Cemîl Ugur bi sûcên “propagandaya rêxistina çekdar a terorî” “endambûna rêxistina terorî” hatin dadkirin. Dageha Mêrsînê biryara sebest-berdana Cemîl Ugurê nûçegihanê Evrenselê da.
14 Kanûn 2016
RSF: 348 rojnameger girtî ne, 1 rojnameger winda ye û 52 rojnameger dîlgirtî ne
RSFyê rapora li ser rojnamegerên di sala 2016ê de hatîn girtin, winda bûyîn an jî dîl(êxsîr) bûyîn eşkere kir. Li gor raporê li hemî dinyayê 348 rojnameger di girtîgehan de ne, nêzîkî 100 ji wan li Tirkiyeyê hatine girtin.
14 Kanûn 2016
Di dinyayê de herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger hatine girtin
Li gorî agahiyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) di sala 2016an de li hemû dinyayê bi temamî 259 rojnameger hatine girtin. 81 ji wan rojnamegeran li Tirkiyeyê girtî ne.
13 Kanûn 2016
Serlêdanên ji bo projeya “Rojnamegerên bêkar li pey nûçeya xwe ne” heta 30ê Kanûna Pêşiyê(Berfanbar) ye
Weqfa IPSyê/bianetê ji bo rojnamegerên bêkar hatîn hiştin dest bi projeyekê kir. Nûçeyên ku dê bi projeya “Rojnamegerên bêkar li pey nûçeya xwe ne” bêne amadekirin dê di bianetê de bêne weşandin.
9 Kanûn 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Nadîre Mater dê di 14ê Sibatê de dîsa bê dadkirin
Şêwirmenda weşana bianetê û rojnamegera Nadîre Mater, ji ber Nobedariya Berpirsiyarîya Weşana Ozgûr Gûndemê îro hat dadkirin. Doz hat paşdedan di 14ê Sibatê de Mater dê dîsa bê dadkirin.
9 Kanûn 2016
Çiçek Tahaoğlu
Komeka êrîşkaran êrîşî Rojnameya Yenîçagê kir
Şeva dî êrîş li Rojnameya Yenîçagê hat kirin. Rojanmeya Yenîçagê, rojnameya MHPyîyên mixalif e.
9 Kanûn 2016
Di dema Rewşa Awarte de bîlançoya medyayê
Piştî îlankirina Rewşa Awarte, 12 caran Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de(KHK) hat îlankirin, bi sê KHKyan 177 organên medyayê hatin girtin. 11 saziyên hatîn girtim dîsa hatin vekirin. 2 hezar û 500 xebatkarên medyayê bêkar mane.
7 Kanûn 2016
Elif Akgül
Erol Onderoglûyî Xelata Jêfêmkirineka Baştir ya Dr. Erhard Busekî–SEEMO stand
Rêxistina Medyayê ya Başûrê Rojhilatê Ewropayê Xelata Jêfêmkirineka Baştir ya Dr. Erhard Busekî–SEEMO da Erol Onderoglûyî ku ew rapornivîsê bianetê û berpirsê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSFyê), yê Tirkiyeyê ye.
25 Mijdar 2016
Elif Akgül
Uyurkulak, Cemal û Tûrker hatin dadkirin
Murat Uyurkulak, Hasan Cemal û Yildirim Tûrker ji ber ku bi nobedariyê bûbûn berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê hatin dadkirin.
25 Mijdar 2016
Elif Akgül
Sibê 16 kes di çaçoveya dozên Ozgur Gundemê de wê bêne dadkirin
Sibê rûniştinên 11 dozên Ozgur Gundemê de wê werin kirin û di çarçoveya wan dozan de 16 kes dê werin dadkirin. Ji rûniştinên 10 dozên sibê de Mudirê Karên Nivîsê ya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya wê weke gumanbar were dadkirin.
23 Mijdar 2016
1
...
33
34
35
36
37
...
40
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver