TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 10
Rapora DFGyê: Di nava mehekê de êrîş li 11 rojnamegeran bûye
Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê, 37 caran mafên rojnamegeran binpê bûne.
5 Îlon 2022
Têkoşîna 4 salan | Karta çapemeniyê tevî "diyariyekê" dan!
Nadîre Materê bang li rojnamegerên Serokatiya Ragihandinê kartên wan nade kiriye û xwest rojnameger dozê vekin: “Rojnamegerî di sînorên karta ku dewletê daye de hilnayê."
25 Tebax 2022
Hikmet Adal
Rojnameger Nedîm Turfent birine Girtîgeha Depa Xarpêtê
Rojnameger Nedîm Turfentê ku 8 sal 9 meh ceza lê hatibû birîn bi daxwaza wî ew ji Girtîgeha Wanê birine ya Depa Xarpêtê.
25 Tebax 2022
Di meha şeşan a şer de li gorî RSFê 8, li gorî CPJê 12 rojnameger hatine kuştin
RSF û CPJyê artêşa Rûsyayê weke berpirsyarê kuştina hemû rojnamegeran nîşan dane. CPJê bang li Ukraynayê kiriye ku rojnamegeran biparêze.
24 Tebax 2022
Dadgehê di biryara xwe de behsa rojnamegeriya Abdurrahman Gokî nekiriye
Dadgeha 5ê ya Cezayê Giran a Amedê di sedema biryara xwe ya derbarê Abdurrahman Gokî de, behsa rojnamegeriya wî nekiriye.
24 Tebax 2022
Qunciknivîs Fredîd Roman li Meksîkayê hatiye kuştin
Fredid Roman, qunciknivîsê rojnameya La Realidad Escritoyê, di wesayîta xwe de di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin.
23 Tebax 2022
10 sal in agahî ji rojnameger Austin Tice nîne
Rojnamegerê DYAyî 10 sal berê li Sûriyeyê winda bûbû û ji wê rojê heta niha ti agahî jê nîne.
19 Tebax 2022
Rojnamegerê Fransizî Olivier Dubois, 500 roj in li Maliyê dîlgirtî ye
RSF û malbata Duboisî ji bo 500 rojiya rojnamegerê dîlgirtî bang li Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî kiriye û xwestiye kartpostalekê bişîne û li ser binivîse, “Birêz Serok, gelo wê Olivier Dubois kengî vegere Fransayê? 500 roj in...Hadê em Olivier Duboisî serbest bikin.”
19 Tebax 2022
RTUKê Halk TV, Haberturk, TELE1, Netflix û Spotify ceza kiriye
Ji ber ku di fîlmê anîmasyonê yê bi navê Kampa Jurrasic World Kretase de du karakterên LGBTI+ hev maç kirine, Netflix ceza kiriye.
17 Tebax 2022
Di Nîsan, Gulan û Hezîranê de 168 rojnameger hatine dadgehkirin
Li gorî rapora Expression Interruptedê, di meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de neh rojnameger bi 17 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê hatine cezakirin. Piştî ku 16 rojnameger û medyakar li Amedê hatin girtin, hejmara rojnamegerên girtî ya li Tirkiyeyê gihîştiye 67an.
15 Tebax 2022
Leşkerên Rûsî gule bera ekîba belgefîlman a Ûkraynî dane
Di dema kişandina belgefîlmî de leşkerên rûsî gule li ekîba Ukrainian Witnessê reşandine. Şarapnel li êlegê gule tê de naçin ê rojnameger Oleksiy Prodayvodayî ketiye.
15 Tebax 2022
Rojnameger Zeynep Kûraya ku hatibû desteserkirin, serbest bûye
Rojnameger Zeynep Kuray tevî karkerên ku li ber Emlak Konutê çalakî li dar xistine, hatiye desteserkirin.
12 Tebax 2022
TGSyê li Amedê serdana DFGyê kiriye
Gokhan Dûrmûş, Serokê Giştî yê TGSyê li Amedê serdana DFGyê kiriye. Dûrmûş banga serbest berdana 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin, kiriye.
12 Tebax 2022
CPT Kurdistana Iraqê: Li Herêma Kurdistanê 34 rojnameger hatine desteserkirin
Piştî ku Serokê Tevgera Tevgera Nifşê Nû Şaswar Abdulwahîdî banga çalakiyan kir û li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê çalakî dest pê kirin, di navbera 1 û 7ê Tebaxê de hêzên asayişê 34 rojnameger desteser kirine.
11 Tebax 2022
Parêzerê berê yê Erdogan doz li nûçeya bîanetê vekiriye
Piştî ku Mûstafa Dogan Înal gilî kiriye lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya wê lêpirsînê de derbarê Nazan Ozcan, Gerînendeya Weşana Giştî ya Bianetê de îdianame hatiye amadekirin. Dozger Turkşad Kunthan Uçukê ku ji bo Sedef Kabaşê 11 sal ceza xwestibû, Ozcan jî bi heqaret û îftîrayê tohmetbar kiriye.
10 Tebax 2022
Hikmet Adal
Li Myanmarê rojnameger Aye Kyaw dema desteserkirî bû, hatiye kuştin
Aye Kyawî fotografên xwenîşandanên li dijî derbeyê digirtin.
9 Tebax 2022
DFG: Di Tîrmehê de 13 rojnameger rastî tûndkariyê hatine
DFGê Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a meha Tîrmehê aşkere kiriye. Di raporê de hatiye gotin ku di meha Tîrmehê de jî tundkariya li ser rojnamegeran berdewam kiriye û hê jî 77 rojnameger di girtîgehan de ne.
2 Tebax 2022
Li Silêmaniyê ji NRT TVyê 2 rojnamager hatine desteserkirin
Rojnameger Karzan Tarik û Çenar Ehmed li Silêmaniyê dema têkildarî aboriya herêmê bi welatiyan re hevpeyvîn kirine, hatine desteserkirin.
2 Tebax 2022
Dadgehê vê carê jî bi daxwaza parêzerê berê yê Erdogan 130 nûçe asteng kiriye
Dadgehê biryara astengirina 130 nûçe û weşanên derbarê Mûstafa Dogan Înal, parêzerê berê yê Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Erdogan de daye.
29 Tîrmeh 2022
Hikmet Adal
Li Kiraathaneyê wê pêşangeheke rojnamegeriyê vebe
Pêşangeh wê di 22yê Tîrmehê de bi bernameyekê vebe û heta 3yê Îlonê dewam bike.
20 Tîrmeh 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
CPJyê “Xelata Azadiya Çapemeniyê” daye rojnameger Niyaz Abdullahê
Rojnameger Niyaz Abdullah ji ber rexne li gendeliyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyî kiribû, gef lê hatibû xwarin.
15 Tîrmeh 2022
Herêma Kurdistanê rojnameger Frederike Geerdink dersînor kiriye
Rojnameger Geerdinkê Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) weke berpirsiyarê vê rewşê nîşan daye û gotiye “Destê Erdoganî dirêj e.”
15 Tîrmeh 2022
Çapemeniya Bask û Spanyayê rojnamegerên Kurd yên li Amedê hatibûn girtin nivîsandiye
Orsola Casagrandeyê rojnamegerên Kurd bi sernava "Sûcdarkirina rojnamegeran ne hiqûqî ye, siyasî ye" nivîsandiye.
13 Tîrmeh 2022
Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî dest pê kiriye
Kesên serlêder wê bikaribin nûçeyên xwe ji bo kategoriyên “Nûçeyên kurdî”, “Nûçeyên tirkî”, “Wêne (wêneyên nûçeyan”, “karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî “Rojnamegeriya Jinan” bişînin.
12 Tîrmeh 2022
Îtiraza ku ji bo 16 rojnamegerên girtî hatibû kirin nehatiye qebûlkirin
5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Amedê îtiraza ku ji bo girtina 16 rojnamegerên Kurd hatibû kirin qebûl nekiriye.
11 Tîrmeh 2022
Ji 16 rojnamegerên girtî, 12 jê şandine girtîgehên din
Ji 16 rojnamegerên girtî, 12 jê ji Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê, şandine Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2yê ya Amedê.
8 Tîrmeh 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Polîsan êrişî daxuyaniya rojnamegeran kirine: Sê kes hatine desteserkirin
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê û Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê xwestine li Qada Ulusa Enqereyê ji bo 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin, daxuyanî bidin. Polîsan êrişî daxuyaniyê kirine.
5 Tîrmeh 2022
DFG: Di meha Hezîranê de 16 rojnameger hatine girtin
Li gorî rapora DFGê di meha Hezîranê de 25 rojnameger rastî êrişan hatine, 35 rojnameger hatin desteserkirin û ji wan 16 hatine girtin.
4 Tîrmeh 2022
RTUKê malperên Deutsche Welle û Dengê Amerîkayê asteng kiriye
RTUKê li Tirkiyeyê malperên DW Turkçe û Amerikanin Sesiyê asteng kiriye.
1 Tîrmeh 2022
Dadgehê cezayê girtîgehê li rojnameger Abdurrahman Gokî biriye
Heyeta dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye”, rojnameger Abdûrrahman Gok, bi sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye.
30 Hezîran 2022
Parêzeran ji bo miwekîlên wan azad bibe serî li dadgehê dane
Parêzerên 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin, ji bo biryara girtinê betal bibe û muwekîlên wan were azadkirin serî li Dadweriya Cezê û Aştiyê dane.
24 Hezîran 2022
Di dema serdana rojnamegeran a Amedê de polîs her li pey wan bûn
Dema rojnameger çûn serdana MKGD û DFGyê, polîs li ber avahiyê sekinîn. Dema rojnameger çûn avahiya JINNEWSê ya li Yenîşehîrê, polîsan dîsa ew şopandin.
20 Hezîran 2022
Hikmet Adal
1
...
8
9
10
11
12
...
19
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver