TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 95
Prof. Dr. Fusûn Ustel hatiye tehliyekirin
Sennûr Baybûga, parêzera Akademisyena Aştîxwaz, Prof. Dr. Ustelê gotiye, “Ez dikarim bibêjim ku înfaza wê hatiye sekinandin. Em gelekî bextewer in”.
23 Tîrmeh 2019
"Sûriyeyiyên qeyda wan ne li Stenbolê ye, divê heta 20ê Tebaxê biçin"
Walîtiya Stenbolê aşkere kiriye ku kesên qeyda wan ne li Stenbolê, divê heta 20ê Tebaxê vegerin bajarên ku lê hatine qeydkirin.
22 Tîrmeh 2019
Dozgerî xwestiye bikujê Ceren Damarê cezayê mûebedê bistîne
Serdozgerîya Enqereyê ya Komarê xwestiye bikujê Ceren DAmarê cezayê girtinê yê mûebedê bistîne.
22 Tîrmeh 2019
Hikumeta Kurdistanê: Alaya Kurdistanê fermî ye, bila welatîyên me bêne berdan
Duhî ji ber ku welatîyên Herêma Kurdistanê digel alaya xwe wêne digirtin niştecihên bajarê Trabzonê êrîşî wan kiribû. Hikumeta Kurdistanê daxuyanîşyek daye.
19 Tîrmeh 2019
Îdia: Li Harmandaliyê îşkence li jinekê hatiye kirin
Îdia tê kirin ku li Navenda Vegerandina Bîyanîyan a Harmandaliyê îşkence li jinekê hatiye kirin.
18 Tîrmeh 2019
Evrim Kepenek
Rêvebira CHPyê ji ber parvekirinên li medyaya civakî hat dadkirin
Seroka rêxistina Stenbolê ya CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) ji ber parvekirinên li medyaya civakî tê dadkirin. Dozgerî xwest ji bo Canan Kaftanciogluyê ceza bê dayin dîwana dadkirinê biryar da rûniştina dî dê 6ê Îlonê be.
18 Tîrmeh 2019
NATO: S-400 dê di sîstemên parastinê yên NATOyê de neyên bicihkirin
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) da zanîn ku ji ber Tirkiyeyê fûzeyên S-400 kirîne ew ê balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê, NATOyê jî daxuyanîyek da.
18 Tîrmeh 2019
Dozgerî xwest Osman Kavala di girtîgehê de bimîne
30. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê rûniştina duyem ya doza çalakîya Gezîyê pêk bîne.
18 Tîrmeh 2019
Erhan Tuncelî 99 sal û 6 meh cezayê girtinê stand
Karmendên deletê yên ku tê fikirîn dema kuştina Hrant Dinkî wan xemsarî kiriye îro hatin dadkirin. Dadgeha Cezayên Giran a 14. a Stenbolê Stenbolê 99 sal û 6 meh cezayê girtinê da Erhan Tuncelî,7 sal û 6 meh da Yasin Haylî û 2 sal û 6 meh da Ogun Samastî.
17 Tîrmeh 2019
Hikmet Adal
Li Hewlêrê êrîş li dîplomatên tirk hatiye kirin
Li Hewlêrê dema ku dîplomatên tirk li xwaringehekê bûne êrîşa bi çekan hatiye kirin.
17 Tîrmeh 2019
Sê nobedarên weşana Ozgur Gundemê beraet kirin
Dadgeha Cezayên Giran a 13. a Stenbolê Erol Onderoglu, Şebnem Korur Fincancı û Ahmet Nesin dad kirin û biryara beraetkirina wan da.
17 Tîrmeh 2019
Tansu Pişkin
Dozger dixwazin Demîrtaş 142 salan di girtîgehê de bimîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Selahattîn Demîrtaş tê dadkirin. Dozgerî dixwaze Demirtaş 142 salan di girtîgehê de bimîne.
16 Tîrmeh 2019
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
Alî Fikrî Işik, ji ber parvekirinên xwe yên li medyaya civakî dihat dadkirin. Işik bi wê yekê dihat sûcdarkirin ku ew “gelî ji leşkerîyê sar dike.”
16 Tîrmeh 2019
Ekin Karaca
Tirkiye, ji bo hepskirinê duyemîna OECDyê ye
Tirkiyê piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di warê heps kirinê de bûye duyemîn. Parlementer Onursal Adıgüzelî got: “Divê mirov bi çêkirina girtîgeha pesnê xwe nede, fedî bike.”
15 Tîrmeh 2019
Peykersaz, Mehmet Aksoy: Ez ê dîsa Peykerê Mirovahiyê dayînim cîhê wî.
Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo biryara rakirina berhema peykersaz, Mehmet Aksoy biryar daye ku mafê peykersazî hatiye binpêkirin. Aksoyî, ji bianetê re wiha got. “ Ji hûnera min re gotin sosret bû.”
15 Tîrmeh 2019
CHP: Ji ber çi jina ku tirkî nizane, ji ber bersivên tirkî nedane ceza standiye?
Li Êlihê karmendekê TUIKê (Sazîya Îstatîstîkan ya Tirkan) çûye mala Tenzire Çetinê û pirsên tirkî jê kirine. Ji ber ku ew tirkî nizane bersiv nedaye. Karmendî ceza lê biriye, CHPyê li meclîsê pirsî ka çima ceza hatiye dayin.
15 Tîrmeh 2019
Li Colemêrgê sê leşker mirine
Li Colemêrgê çekdarên ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û çekdarên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê şer kirine. Di şer de sê leşker mirine.
15 Tîrmeh 2019
Şaredarê Stenbolê: Yên dest ji karê xwe berdayîn jî mehaneya xwe distînin
Şaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamogluyî diyar kiriye ku karmendên şaredarîyê yên dest ji karê xwe berdayîn hêj mehaneya xwe distînin.
12 Tîrmeh 2019
Huseyin Aykol hatiye girtin
Hevserokê Gerînendetîya Weşana Gîştî ya Ozgur Gundemê ( rojnameya ku hatibû girtin) Huseyîn Akyol hatiye girtin û ji bo girtîgehê hatiye birin.
12 Tîrmeh 2019
Dengîr Mîr Mehmet Firatî koça dawiyê kiriye
Sîyasetmedar, Dengîr Mîr Mehmet Firat li Nexweşxaneya Bayindirê ya Enqereyê miriye.
12 Tîrmeh 2019
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Washington Postê piştgirîya Erol Onderoglûyî kiriye
Rojnameya Washington Postê rûpelekê xwe ji bo piştgiriya Erol Onderogluyî cida kiriye. Rojnameyê peyama #SupportErol ( Piştgirîya Erolî bike) weşandiye.
11 Tîrmeh 2019
Ziya Atamanê rojnameger 1185 roj in ku di girtîgehê da ye
Ziya Ataman 10ê Nîsana 2016ê hatibû desteserkirin, 11ê Nîsana 2016ê bi îdiaya ku ew “endamê rêxistinê” ye hatibû girtin. Ataman ji wê rojê ve di girtîgehê de ye.
10 Tîrmeh 2019
Rêxistina Efûyê ji bo penaberê sûriyeyî kampanyayek daye destpêkirin
Penaberê sûriyeyî ji 26ê Gulanê û vir ve neçar e li Balafirxaneya Stenbolê bimîne.
10 Tîrmeh 2019
"Mafê azadiya xweîfadekirinê ya Demîrtaşî hatiye binpêkirin"
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gotiye ku “Demîrtaşî fikrên xwe bi raya giştî re par ve kiriye, gotinên wî kesî teşwîk an jî tehrîk nake ji bo tundkariyê yan jî serhildana çekdarî”.
9 Tîrmeh 2019
Rêxistinên rojnamegeran dê dozê li SETAyê vekin
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqêqê (MLSA) eşkere kir ku ew ê îro dozê li Weqfa Lêkolînên Sîyaset, Ekonomî û Civakê (SETA) vekin.
8 Tîrmeh 2019
“Min hingî xwe diceriband ku li klîbê temaşe bikim, min nedikarî û digirt”
Turkan Elçîyê helbestek li ser Tahir Elçîyî nivîsîye û Hîvronî helbest kiriye stran. Kom mûzîkê klîba stranê weşandiye. Me pirsa klîbê ji Turkan Elçîyê kir.
5 Tîrmeh 2019
Murat Bayram
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Agahîdanka Çavdêriya li Medyayê ya bianetê dest bi weşanê kiriye
Raporên Çavdêriya li Medyayê yên bianetê li Agahîdanka Çavdêriya li Medyayê têne arşîvkirin.
5 Tîrmeh 2019
Elif Ünal
Di meha Hezîranê da ya kêm 124 karker mirine
Meclîsa Saxlemî û Ewlehîya Karî (ISIG) raporek weşandiye û eşkere kiriye ku di meha Hezîranê da ya kêm 124 karker mirine.
5 Tîrmeh 2019
Ji bo piştevaniya bi penaberan re kampanyayek hatiye amadekirin
Koma bi navê “Em Hemû Penaber in” li dijî êrîşên li ser penaberan kampanyayek îmzeyê daye dest pêkirin. Kom dibêje, “Na ji Nîjadperestiyê re”.
4 Tîrmeh 2019
Rûhanî: Destê te ji te re, Trump: Te hay ji tehdîdan hebe dê li te vegere
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanîyî daxuyandiye ku ew ê piştî roja Yekşemê sînorên li pêşiya “bihêzkirina Ûranyûmê” rake.
4 Tîrmeh 2019
Heyeta dadgehê ya doza Çorlûyê dest ji erka dadkirinê berda ye
Heyeta dadgehê diyar kiriye ku ji ber êrîşên beriya danişînê ew weke berpirsiyar tên nîşandan û ew ê ji dest ji erka dadkirinê berdin. Ji bo nirxandina biryara heyeta dadgehê, biryar ji 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Çorlûyê re hatiye şandin.
3 Tîrmeh 2019
Ayça Söylemez
Baran Barış Korkmaz: Ma hûn hê diheyirin?
Xwendevanê girtî, Baran Barış Korkmaz bang kir; ‘Biryara cezayî hê jî nepejiriye û hêza me ya guhertina biryarê heye ji kerema xwe ji bîr nekin’
3 Tîrmeh 2019
Evrim Kepenek
1
...
93
94
95
96
97
...
104
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver