İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 87
Dadgehekê cezayê girtinê daye 6 xebatkarên rojnameya Sozcuyê
Bi sûcê “alîkarîya FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) Emin Çölaşan û Necati Doğruyî 3 yıl 6 sal û 15 roj; Mustafa Çetin û Metin Yılmazî 3 sal û 4 meh; Yücel Arı û Gökmen Ulu û Yonca Yücekaleliyê 2 sal û mehek cezayê girtinê standiye.
27 Kanûn 2019
Li Şirnexê cenazeyê karkerekî ji bin hezazê hatiye derxistin
Li kana komirê ya li Çiyayê Cudiyê hezaz pêk hatibû. Cenazeyê karker Hasan Înalî ji bin hezazê hatiye derxistin.
26 Kanûn 2019
Keleka Penaberan li Behra Wanê binav bûye, 7 penaber mirine
Li Adilcewaza navçeya Wanê keleka penaber tê da bûn serobino bûye 7 penaber mirine 64 kes hatine xilaskirin.
26 Kanûn 2019
Dadgehekê hevşaredarê Amedê neberdaye
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di danişîna ewil de hat dadgehkirin û biryara dewama girtina wî hat dayîn.
25 Kanûn 2019
Li Iraqê xwpêşandêran buroyên partiyên Şiiyan şewitandine
Li Iraqê xwpêşandêran li Divaniyyeyê hin buroyên partiyên Şiiyan şewitandine.
25 Kanûn 2019
Dadgeha Qanûna Bingehîn: Dozgeran karê xwe nekiriye
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku di bûyera ku bi fîşeka gazê polîsan welatîyek birîndar kiribûn de dozgeran karê xwe nekiriye.
25 Kanûn 2019
Ayça Söylemez
Doktoran daxwaza serbestiya Selçûk Mizrakliyî kirine
Konseya Navendî ya TTByê li Amedê civiyaye û daxwaza serbestiya Selçuk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê kiriye.
24 Kanûn 2019
Osman Kavala dîsa nehatiye tehliyekirin
Digel biryara binpêkirina mafan a DMMEyê jî dadgehê Osman Kavala tehliye nekiriye.
24 Kanûn 2019
Erebistana Siûdîyê: Ji ber kuştina Qajûxçîyî 5 kes ê bêne sêdarekirin
Cemal Kajuxcî(Kaşikçi, Qaşiqçî) ew rojnameger e ku li Balyosxaneya Erebistana Siûdiyê hatiye kuştin lê termê wî nehatiye dîtin. Erebistana Siûdîyê biryar daye ku 5 kes dê bêne sêdarekirin û 3 kesên dî jî dê bêne girtin.
24 Kanûn 2019
Îstixbarata Iraqê: DAIŞê rêxistina xwe dîsa temam kiriye
Rayedarên Iraqê ji BBC Internationalê re gotine ku DAIŞê dîsa rêxistina xwe temam kiriye.
23 Kanûn 2019
Ji bo doza Rojnameya Cumhurîyetê biryar hatiye dayin
27. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bo nivîskar û xebatkarên rojnameya Cumhurîyetê biryar daye.
23 Kanûn 2019
Ne bersûc ne jî şahid beşdarî dadgehkirina JITEMê ya Kerboranê nebûne
Danişîna dawiyê ya doza Kerboranê îro pêk hatiye. Ne bersûc ne jî şahid beşdarî danişînê nebûne.
23 Kanûn 2019
Wezîrê Karên Navxweyî: Îdia derew in, li Tirkiyeyê îşkence nayê kirin
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyî li Midûriya Emniyetê ya Enqereyê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê tê îdiakirin ku îşkence tê kirin lê ew îdia derew in.
23 Kanûn 2019
Dayika Helepçeyî piştî komkujiyê bi 31 salan gihîşt kurê xwe yê winda
Dayika Helepçeyî Melîhe Mihemed Reşîd 31 sal piştî komkujiya Helepçeyê gihîşt kurê xwe. Kurê Melîhe Mihemed Reşîdê dema winda bûbû, 9 mehî bû.
23 Kanûn 2019
Bila Cejna Êzî li Êzidiyan pîroz be!
HDPyê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî ya civaka êzidiyan pîroz kir û ev tişt got: "Divê civaka êzidiyan vegera xaka xwe û di nav dewlemendiya çanda Mezopotamyayê de cihê xwe bigire."
20 Kanûn 2019
Hevşaredara Sûrê, Fîlîz Bûlûttekîn hatiye desteserkirin
Polîsan serê sibê bi ser mala Fîlîz Bûlûttekîn, Hevşaredara Sûrê de girtiye û ew desteser kirine. Du endamên meclîsa şaredariyê jî hatine desteserkirin.
20 Kanûn 2019
Ucayê êrîşa li ser Êzidiyên li Êlîhê, ji Serokomariyê pirsî ye
Feleknas Uca, Parlamentera HDPyê êrîşa li Êlihê ya li ser êzidiyan ji Serokomariyê pirsî ye. Êzidiyên ku erdên hin gundiyan dest danîne ser erdên wan, rastî êrîşekê hatibûn.
19 Kanûn 2019
Dadgeha Destûrî: Xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” ne sûc e
Dadgeha Destûrî di biryarekê de gotiye xwendin sirûda “Çerxa Şoreşê” ne sûc e û nabe ceza li kesên ku xwendine bê birîn.
18 Kanûn 2019
Ayça Söylemez
Li Colemêrgê 2 cih weke “herêmên taybet ên ewlekariyê” hatine diyarkirin
Walîtiya Colemêrgê aşkere kiriye ku li çoltarê Kazanê û Şortiyê 2 cih weke “herêmên taybet ên ewlekariyê” hatine diyarkirin.
18 Kanûn 2019
Li 4 şaredariyên din qeyûm hatine wezîfedarkirin
Wezareta Karûbarên Navxweyî ji bo Şaredariya Kop, Gimgim û Erentepeyê ya Mûşê û ji bo Şaredariya Ûrlayê ya Îzmîrê qeyûm wezîfedar kiriye.
18 Kanûn 2019
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di sala 2019ê de 49 rojnameger hatine kuştin
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daye zanîn ku di sala 2019ê de 49 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê hatine kuştin.
17 Kanûn 2019
Li Girtîgeha Wanê, ji bo çûkan seks qedexe ye
Girtîgeha Wanê biryar daye ku çênabe çûkên mê li girtîgehê bêne xweyîkirin, bi tenê çûkên nêr dikarin bêne xweyîkirin.
17 Kanûn 2019
Ayça Söylemez
Li Kolombiyayê xwepêşandanên li dijî hikûmetê dewam dikin
Li paytextê Kolombiyayê Bogotayê di çarçoveya protestoyên greva giştî ku ev demek e dewam dikin da meş hatiye lidarxistin.
17 Kanûn 2019
Hevşaredarên Gimgim û Kopê hatine desteserkirin
Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû hatine desteserkirin.
17 Kanûn 2019
Rêxistina Efûyê: Li Îranê herî hindik 304 kes mirine
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî aşkere kiriye ku li Îranê di dema protestoyên li dijî zêdekirina bihayê benzînê, 12 jê zarok herî hindik 304 kes mirine.
16 Kanûn 2019
19 kesên ji Doza JÎTEMê dihatin dadkirin beraet kirine
Dadgeha Cezayên Giran a 1. a Enqereyê ji bo 19 kesên ji Doza JÎTEMê dihatin dadkirin biryara beraetê daye.
13 Kanûn 2019
Ayça Söylemez
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Parlamentera kevin Mulkiye Birtane hatiye tehliyekirin
Parlamentera kevin a HDPyê hatiye tehliyekirin. Bîrtane bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” hatibû girtin.
13 Kanûn 2019
Di êrîşên bombeyî yên li Iraqê da 15 kes mirine
Hat ragihandin di encama 4 êrîşên bombeyî yên ku li Selaheddîn û Diyalaya wîlayetên Iraqê hatin lidarxistin da hejmara kesên can dane bûye 15.
13 Kanûn 2019
Senatoya DYAyê Qirkirina Ermeniyan qebûl kiriye
Civata Senatoran a DYAyê, tevî dijberîya Donald Trumpî duh bi yekdengî pêşnîyara naskirina Qirkirina Ermeniyan qebûl kiriye.
13 Kanûn 2019
Şaredariya Stenbolê ji bo perwerdeya zimanê kurdî wê serlêdana dersdaran qebûl bike
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê aşkere kiriye ku wê serlêdana dersdaran a ji bo perwerdeya zimanê kurdî qebûl bike.
12 Kanûn 2019
Hevşaredara Qoserê, Yilmaz hatiye desteserkirin
Nilufer Elik Yilmaz, Hevşaredara Qoserê hatiye desteserkirin. Demeke berê li şûna Hevşaredara HDPyî qeyûm hatibû wezîfedarkirin.
12 Kanûn 2019
NY: 424 Kes di protestoyên li Iraqê de hatine kuştin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandiye ku di protestoyên li Iraqê de 424 kes hatine kuştin û bi qasî 9000 kesên din jî birîndar bûne.
12 Kanûn 2019
1
...
85
86
87
88
89
...
96