TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 47
Li Denîzliyê nijadperestan êrişî malbateke Kurd kiriye
Nijadperestan li Taxa Încîlîpinar a navçeya Pamukkaleya Denîzliyê êrişî malbateke Kurd kiriye. Di dema êrişê de kesekî ji nijadperestan gef li malbatê xwariye û gotiye: “Çi karê Kurdan li vê taxê heye? Ez ê we bikujim.”
20 Tîrmeh 2022
Dadgeha Destûrî: Belavkirina belavokan û çalakî, mafên Makezagonî ne
Dadgeha Destûrî du biryarên cida daye û di her du biryaran de diyar kiriye ku mafê kombûn û xwepêşandanê û yê rêgeza qanûnîtiyê yê sûc û cezayan hatine binpêkirin.
20 Tîrmeh 2022
Li DYAyê di protestoya mafê kurtajê de 17 parlamenter hatine desteserkirin
Li DYAyê Polîsên Kongreyê duh (19ê Tîrmehê) 35 kesên ku dixwestin ji bo mafên kurtajê li ber Dadgeha Bilind xwepêşandanê pêk bîne, desteser kirine. Ji kesên hatine desteserkirin jê 17 kes parlamenter bûne.
20 Tîrmeh 2022
Walîtiyê konserên Grup Yorum û Grup İsyan Ateşi qedexe kirine
Walîtiya Dêrsimê konsera Grup Yorumê û ya Grup İsyan Ateşiyê qedexe kiriye. Her du koman wê di Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de konser bida.
19 Tîrmeh 2022
Girtiyê ku tehliye bûye: Ne mimkun e ku mirovek xwe li wê bilindahiyê daliqîne
Girtiyê ku ji Girtîgeha Aydinê tehliye bûye, ji bo mirina bigûman a Yilmaz Ekinciyî gotiye: “Dema mirov dikevin hundir pêlava te jî ji te distînin, ne ku benê xwe pê daliqîne li wir bibîne. Benê eşofmonî jî derdixin û ji te distînin.”
18 Tîrmeh 2022
ÎHD 36 salî ye: Baş e ku heye
Hevseroka Giştî ya ÎHDyê Eren Keskînê gotiye: “Divê em pêşekên xwe yên ku di vê rêyê de can dane, Vedat Aydinî, Mûsa Anterî, Leman Firtinayê û hemû mirovên ku me winda kirine, bibîr bînin. Baş e ku ÎHD heye."
18 Tîrmeh 2022
Derbarê êrişa li dijî goristana Cihûyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Têkildarî êrîşa li ser goristana Cihûyan a li Haskoya Stenbolê 2 gumanbar hatin desteserkirin.
15 Tîrmeh 2022
Li Stenbolê êrîşî goristana Cihûyan kirine
Li Goristana Haskoyê ya li Beyoglûyê, 36 kevirên gorên cihûyan şikandine
15 Tîrmeh 2022
DMMEyê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye
Daîreya Mezin ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye û gotiye ku Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên têkildarî biryarên DMMEyê cîbibî nekiriye.
11 Tîrmeh 2022
Polîsê kevn ê ku George Floyd kuştiye bi 21 sal cezayê din hatiye cezakirin
Polîsê kevn Derek Chauvinê ku ji ber kuştina George Floyd kuştiye 22 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji ber ku mafê welatîbûnê yê Floydî û zarokekî/e çermreş a/ê 14 salî binpê kiriye, bi 21 sal cezayê din ê girtîgehê hatiye cezakirin.
8 Tîrmeh 2022
Doktor di 7-8ê Tîrmehê de 'li dijî tundkariyê' wê dev ji kar berdin
TTBê, piştî ku Pisporê Kardiyolojiyê Ekrem Karakaya li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê ji aliyê xizmên nexweş ve hatiye kuştin, daxuyanî daye û gotiye, “Em xemgîn in, em bi hêrs in. Em ê hesap ji berpirsyaran bipirsin."
7 Tîrmeh 2022
Di 6 mehên pêşiyê yên sala 2022yê de bi kêmanî 842 karker mirine
Li gorî rapora ku Meclîsa ISIGê amade kiriye, di şeş mehan de 5 zarokên ku temenê wan 14 û jê berjêrtir bûn, di dema karkirinê de mirine.
7 Tîrmeh 2022
Qurbaniyên Qetlîama Çorûmê bibîr anîne
Di bernameyê de semah hatiye gerandin, stran hatine strîn, dawxaza aştiyê, edaletê, azadiyê, rûbirûbûnê û çêkirina abîdeyekê hatiye bilêvkirin.
4 Tîrmeh 2022
Di doza JITEMê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kiriye
Li Kerborana Mêrdînê 7 sivîlên ku 2 jê xwendekarên lîseyê, 3 jê zarok û çawişê pispor Bîlal Batir dema desteserkirî bûn hatibûn wendakirin. Di doza wan de 18 bersûc dihatin darizandin û hemûyan jî beraet kirine.
4 Tîrmeh 2022
Di Doza Kobaniyê de gilîker gotiye bûyer nayê bîra min
Serokê dadgehê ji gilîkerê ku gotibû ez di 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an de li Zeytînburnuya Stenbolê birîndar bûme, pirsa “ tu derbarê siyasetmedaran de gilîkar e an na?” kiriye. Gilîker diyar kiriye ku bûyer nayê bîra wî û ew derbarê siyasetmedaran de gilîkar nîne.
1 Tîrmeh 2022
Li Enqereyê Meşa Rûmetê wê 5ê Tîrmehê pêk bê
Li gorî plansaziyê meş wê saet di 17.30 deqîqean de li Kuğulu Parkê destpê bike.
1 Tîrmeh 2022
Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê bûye 6 hezar û 391 TLyî
Malbateke ji çar kesan pêk tê ji bo bikaribin mehekê xwe têr xweyî bikin, (sînorê birçîbûnê) bi 6 hezar û 391 TLyî heye.
28 Hezîran 2022
Doz li rojnameger Kadrî Esen hatiye vekirin
Derbarê Kadrî Esen, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê de bi îdiaya ku “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatiye vekirin.
28 Hezîran 2022
Dozger xwestiye di doza Mizrak û Ata de polîsên faîl beraet bibe
Têkildarî çalakiyên ku 13 kes têde miribûn ji wan tenê derbarê mirina Mahsûn Mizrakê 14 salî û Enes Atayê 8 salî de cûda cûda doz hatibû vekirin.
27 Hezîran 2022
Dadgeha Bilind cezayê 13 siyasetmedarên Kurd pesend kiriye
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya jî di nav de cezayê di "Doza Sereke ya KCKê ya Wanê" de li 13 siyasetmedaran hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilindî ve hatiye pesendkirin.
24 Hezîran 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Kadrî Esen: Me weke rojnameger nabînin, bi çavekî ku em terorîstin temaşe dikin
Em guh bidin Kadrî Esen, xwediyê îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê: Dema polîs me dibîne, nabêje ku ev rojname qanûnî ye, dozgeriyê destûr daye. Bêyî ku li wê binere, weke rojnameyeke terorîstî nêzîk dibe. Tenê ji ber ku bi kurdî ye.
23 Hezîran 2022
Hikmet Adal
Li Amedê şer derketiye: 2 leşker hatine kuştin
Li çoltera navçeya Licê pevçûn derketiye û di encamê de 2 leşker hatine kuştîn û leşkerek jî birîndar bûye.
23 Hezîran 2022
“Bihayê tiştan zêde dibe, berê xwe didin penaberan”
Serokê Komeleya Piştgiriya bi Penaberên Sûriyeyî re Muhammed Saleh Ali: “Li Tirkiyeyê rewşa ekonomiyê nebaş e, bihayê tiştan li ser hev zêde dibe. Dema bihayê nanî zêde dibe, hin kes dibêjin ‘Ji ber sûriyeyiyan e’.”
23 Hezîran 2022
Melin Durmaz
Rapora Nexweşxaneyê: Mehmet Emîn Ozkan nikare li girtîgehê bimîne
Di rapora heyeta nexweşxaneyê de hatiye gotin ku ji ber “nexweşiyên wî yên domdar hene û demans pê re ye” divê cezayê Ozkanî bê taloqkirin. Her weha di raporê de hatiye diyarkirin ku Ozkanî dema bi vê rewşê di girtîgehê de bimine wê xeterî li ser jiyana wî çêbe.
22 Hezîran 2022
Ji Fona Fîlman a Hambûrgê silav ji Çîgdem Materê re şandine
Serokê Fona Fîlman a Hambûrgê Helge Albersî ji beşdaran re gotiye, “Ez ji we hemûyan dixwazim ku hûn bi qasî deng biçe Enqereyê derbixin.”
22 Hezîran 2022
Dadgeha Bilind cezayê heta hetayê yê 71 xwendekarên leşkeriyê betal kiriye
Dadgeha Bilind biryar daye ku beşek ji xwendekarên Akademiya Cengê ya Hewayî yên ku ji ber tevlibûna "hewldana derbeyê" ya 15ê Tîrmehê cezayê muebbetê li wan hatibû birîn, bên berdan. Ev biryar bi rêya peyamên medyaya civakî ji malbatên xwendekaran hatiye hînbûn.
22 Hezîran 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
HDPê gule reşandina leşkeran a li Wanê kiriye rojeva parlamentoyê
Li Wanê leşkeran dema welatiyek desteser kiriye gule berbi hewa reşandiye. Li ser bertekan Walitiyê ev daxuyanî daye: “De dema zeftkirina şexsekî de leşkeran gule berbi hewa reşandiye û ev ji aliyê hin hesabên medya civakî de cûda hatiye nişandan.”
21 Hezîran 2022
Polîsê ku Recep Hantaş kuştiye beraet kiriye
Polîsê ku li Sumer Parka Amedê bûye sedema mirina Recep Hantaşê 20 salî, beraet kiriye.
21 Hezîran 2022
Li Maliyê ji bo kuştina 132 sivîlan, şîna neteweyî hatiye ragihandin
Di êrîşên dawiya hefteyê yên li dijî gundên serbi navçeya Bankassa Maliya welatê Rojavayê Afrîkayê de 132 sivîl hatine kuştin. Serokomariya Maliyê li welat 3 roj şîn ragihandiye.
21 Hezîran 2022
Ji bo gora komî serî li DMMEyê dane: “Mafê şîngirtinê” hate binpêkirin
Cevdet Tatarî ji bo cenazeyê birayê xwe yê li gora komî ya Şaxê hatiye binaxkirin, bi rêya parêzerê xwe serî li DMMEyê daye û gotiye, mafê şîngirtinê yê malbatê ji destê wan hatiye wergirtin û ev jî “sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
20 Hezîran 2022
Ayça Söylemez
Bekîr Guvenê ku ji sedî 98 astengdare piştî tehliye bûye miriye
Bekir Guven piştî ku tehliye bûbû ji bo dermankirinê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Yûnûs Emre ya Eskîşehîrê. Guvenî 4 meh bû li wir derman dibû.
17 Hezîran 2022
Dewletê cinazeyê endamê PKKê bi bîdonê lekî ji malbatê re şandiye
Cinazeyê endamê PKKê Zîndan Yenî di bîdonê lekî de radestî malbatê kirine. Cenazeyê Agît Îpekê ku di sala 2017an de li Dersimê miribû piştî 2 salan bi kargoyê ji dayika wî Halîse Aksoyê re şandibûn.
15 Hezîran 2022
1
...
45
46
47
48
49
...
56
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver